perçem

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  672 Dîtin
xem hatuwe dest hełgirê biřwa be serî to
řûy le mine şiney perçemî tata be serî to
her wajeyekî cwanî le dem derdeçê hêdî
nexşêkî le řûy ew kiçe têda be serî to
hênd hat û leser basî gułî řûmetî řoyî
yekcarî le guł piř buwe, dinya be serî to
dîde û diłî min pêkewe her ew lewî deřfand
ew şoxe ke çarşêwî fiřê da be serî to
min xom ke xeyałim le perêşanî denałî
hêndey dî lenaw biskî wî şêwa be serî to
ba xełkî wexom her neken û şar bederim ken
cêy her debê dêwane le seḧra be serî to
xořayî nîye werzî gułan ew hemû şîne
derdêkî heye bulbulî şeyda be serî to
beynêke xeyał zîze le min bê ser û şwêne
bend her nebû ta pêwe bû gîra be serî to
hênd dił teře dîdem, hemû cêy aw dedełênê
her boye dełêm bîkeme derya be serî to
dwênê ke be naz hat û be ḧał le minî řwanî
îlhamî şî’ir ew be minî da be serî to
«hêdîNasnava edebî»m dî le derd û xefetî dûre wiłatî
dû destî be ejnowe degrya beserî to