sewda

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 1 Xulek  992 Dîtin
řojgarêke xeyałî min berew sewda deçê
mang û řojî min be dûy xałêkewe têda deçê
peykî dîdem peyt û çuste û derfetêkîş nayenê
çendî bê hest û be perde û nerim û napeyda deçê
herçî tomarî jyanî hêdî dexwênêtewe
dê serî zulfî le pêşda digrê, ca pêda deçê
sed hezar dîdem hebê, pêy nařwanme hîçî tir
ew demey ew bêrye şoxe dê berew seḧra deçê
basî lacang û gwarey to be hîçkes nakirê
boye řencî min le nûsîn û gutin herwa deçê
ger mem û zîn bêne meydanê, eger las û xezał
her evîn załe, evîndar her leber pêda deçê
carê boy demirim be xendey, carê zîndû debmewe
min ke sed kifnim diřî, azarî wa, zû kwa deçê
çend perêşane diłim, sed hênde şêwawe xeyał
ey xwaye ew pejare key le ser min ladeçê?!
«hêdîNasnava edebî» yaxwa kes nebînê çon legeł dił pêwe bûm
kwê be tirs û lerze, ew dêwane bê perwa deçê