şî’ir biłê

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  750 Dîtin
eger şî’ir dełêy, bo gel dełêy, şî’rî nemir biłê
şî’rî besoz biłê, şî’rî lebar biłê, diłgir biłê
eger zanît şî’irit wek beharê teř û taze nîye
des de qełem, bo kurdistanî min şî’rêkî tir biłê
teterî bê sinûrî şî’re boye şa’îr leseryetî
şî’ir bo şêt biłê, bo jîr biłê, bo kafir û gawir biłê
sofî be şitê, derwêş be şitê, lotî be şitê hełdeperê
to şî’rî teř biłê, wîşk biłê, şî’rî kizir biłê
le daxî kêş û qafye sîngit meke girtûxane
waje ḧepis meke, şî’ir heta pişûy axir biłê
eger lapresenî lasar destî be zarîda girtî
toş heste lêy wexo kewe, tunditir biłê, pitir biłê
leher cêye hêzî neyar hatin be gij kurda biçin
damenwêne, le minit kewê, nek her şî’ir, agir biłê
şî’rêk biłê kořî sardî hejaran germ dabênê
şî’irit eger gut, dost biłê, heval biłê, hogir biłê
şî’ir dełêy, çakî biłê û be kizey biłê û her be şî’ir
goranî bo gewre, sirûd bo minałî nowir biłê
min şî’rêkim dewê sayey wek bałî huma pîroz bê
şa’îrêkim dewê şî’ir be berzayî hewr biłê
to şîrî ser agir mebe, wek min le şî’ra hełmeço
şî’ir delêy şî’rî nerim biłê, şî’rî hêwir biłê
şî’ir tanke, şî’ir tope, şî’ir xencere, cewhere
kon bû biłê, nwê bû biłê, sipî bû wek befir biłê
«hêdîNasnava edebî»‏ bełênî da şî’ir yan nełê yan eger gutî
şîrin biłê, nask biłê, germ biłê: şî’ir biłê