’ubeyd meřo

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  429 Dîtin
webîrim dê legeł to řojê kořî aşnayî bû
wetey min xoşewîstî bû, witey to diłnyayî bû
leser awatî zêřînî jyanman perde ladedra
wişe û wajey me herçî bû le ferhengî tebayî bû
jyanî to be şadî arezûm bo pêk nehat çibkem?
eger lasarîy ew çerxe, eger wîstî xudayî bû
leberçî min erê erkî birayanem lewê dana
sipardem boçî min her desxeroyî û hełwedayî bû?!
ne zanîm to leser koçî, ne hîçim pê kira bo to
zeman herçî legeł min kirdî zułim û nařewayî bû
ne mał’awayî le biray dûredest, axir ne dîdarê
birakem to biray ça bûy, ewendet bêwefayî bû
perêşanim be mergî to «’ubeyd» emma diłim naye
biłêm encamî «kake»y to kiłołî û bê sełayî bû
le’awî dîde memnûnim ke hat şînî legeł gêřam
minîş her name serçaw, çunke dostî bê řyayî bû
nebû şîrin nebê hergîz peyamî to, wełamî min
wişêkî tał le beynî êmeda bûbê, cudayî bû
be tasey towe demdî «hêdîNasnava edebî» nałey lê berz bowe
belam firmêskî ger hatin be nermî û aspayî bû