lerzî şîrin

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  629 Dîtin
des be zułfî řojê her degirim, bełam carê zuwe
çunke peywendî heye jînim be hewday ew muwe
ba ser û małim le řêgey xoşewîstîda biçê
xałî tom dî û lew şite wirdane destim şuştuwe
yadî to firmêskê dênê, sûçî çawî min nîye
ew dezanê awî ew serçawe boçî lêł buwe
nebwe ḧaşa min le to bonî guławim kirdibê
bes peyamî biskî tom řojê le sirwe bîstuwe
řêy řwanînê be kes nada, tenanet tîşkî xor
bo min emma başe carê, řêy xeyałî hêştuwe
nasrewê wêney leber şoxî le nêw awêneda
boye wa awêne çawêkî be dû çaw kirduwe
lêy denořim hênd be espayî, mijołim tênega
çunke bo perdey nîgay min penceyan têk xistuwe
min be diřkîş ewřo ger řazîm, leber naçarîye
herçî guł bû, wêjewanî pêş me pakyan birduwe
ger miçuřkî şî’rî pêdadê xemî şa’îr mexo
şîrnî ew tezwe nazanê ewî neyçêştuwe
ew cîhaney řojê berpêy gewce pyawan maç deka
her xeyałe bo min û her taseye û arezuwe
gerçî derdit zor be «hêdîNasnava edebî»da, diłî lêt nayeşê
çun şepolî bade qet peymanekey neşkanduwe