dêwane

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  640 Dîtin
ewřo sermayey jyanim defterêkî çiłkine
çend wişey sade, tewawî serwet û małî mine
to ke xawen zêř û zêwî, êreyî çim pê debey!
to le koşkê pałdewe, le minîş geřê lew qujbine
şîrî ezmanim biřiştî zor le pola çatre
ca çibû ger mêşkê wîşke, yan diłê wek asne!
şertî nałey derdedarî û dûre yarî, ney nîye
min diłim pê şik dê bo nałe le sed cêwe kune
zor nîşaney way heye nabîndirê dêwaneyî
boçî to pêt waye şêtî her we kêwî kewtine?!
xołemêşê ta debînim dê be dem ziryanewe
bîrî laney xom dekem min lew hewar çoł kirdine
min ke firmêskim le sed derd û bełay dî girtewe
boye bû bîřêjme ber pêy ew gułe xwên şîrne
herçî aramî nema deyxate dawî kezyekey
yanî çarey ew evîndarane mû nepsandine
sûçî ebroy her ewende min gutim nextê kece
her fiře û řastewxo bom dê, her pilar hawîştine
werzî payîz û beharê ser le êxet hełdeden
ca çi dexwazî to bew awałe kirdin û bestine
yadî řûy tom kird û defter agirî têber nebû
yaxwa xêr bê xałî to ewřo dijî sûtandine
lêy biçêje lêwî saqî ger le řengî bade bû
«go»ş leser sîngî eger wek kałe bey çû bîřne
qet pekî bo pêt û wajey nask û teř nakewê
ew kesey goçî be beste û şî’rî berzî hêmne
ta peçe řûy degrê, dinyay řûn le min tarîk debê
«hêdîNasnava edebî» her çendî‏ biłêy bêzare lew mang girtine