xatû xurşîd daykî qani’ amojgarî ’edley kiçî ekat

wesyetî dayk bo kiç
Li pirtûka:
Deştî Germyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  1340 Dîtin
kiçim! řołey kizołey berdebarîm!
çiray řûnakî bê destî û hejarîm
kiçim! parçey nejakawî zemanem!
netîcey îhtîmamî xwêndewarîm!
were, gwê řagre bo pendî daykit
fereḧ bexşî derûnî bê qerarîm!
kiçim, hoşî ḧeya û namûsî xot bê
nekey karê! zyad key derdî karîm
nexoy hergîz firîwî sadeřûyan
nebîte hoy zyadî şîn û zarîm
kiçim, hoşyarî xot be takû mirdin
wekû min be, be ziringî û hoşyarîm
kiçim, wełła hemûy daxî kiçane
nexoşîn û kizî û bê îxtyarîm
ne tenha wesyetim bo toye řołe
fîdakarî kiçanî kurdewarîm