tołe esênim

Li pirtûka:
Paşmergey Qani’
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  1418 Dîtin
be serma řamebûre kakî załim!
le destî zułmî to, wêrane małim
be şew êşkiçî mał xan û aẍam
be řoj koł kêşî pûş û diřk û dałim
eger řa kem le bo miłkî yekê tir
lewêşda quř be ser her ’eynî ḧałim
le des qanûnî pîsî mîr û aẍa
le her la bim, be des zułmo enałim
de załim noreme, xot řagre bom
biçêje şerbetî gurz û gopałim
be tenya çaw le quncanêk bizane
esênim ḧeqî zułmî çend sałim
ḧeqî cûtyar û pałe û řenicberanim
ḧeqî çewsanewey xom û minałim
be zebrî çekuşî kawe mêşkî epjê
qewarey puçełî, zuḧakî załim
çi xoşe bête dî, amancî berzim
îtir koşk û telarî mîr nemałim
çi xoşe hêzî řenicber řabmałê
qeła û zîndanî aẍay bed fesałim
çi xoşe min biłêm aẍa çi karey?
biłê: emřo le gumirkida ḧemałim!
çi xoşe mîr be ’înwanî kirêkar
biłê: îşt nîye? emřo betałim!
çi xoşe qani’aNasnava edebî bê xof û endêş
biłêyt: załim le kwêye, min zewałim