kuştubiř

Li pirtûka:
Paşmergey Qani’
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  763 Dîtin
serlenwê wa mekîney efsad
kewte îş, ye’nî destî îstîbdad
serlenwê nokeranî îstî’mar
qapyewananî merkezî dolar
serlenwê çingî řec’îyey ẍeddar
sûr kirawe be xwên kiçanî hejar
serlenwê textî gendełî taran
hatewe kaye bo ecel baran
çende zîndanî sextî piř endêş
bûne mełbendî çînî zeḧmetkêş
bîrî řoşin, xełatî lêdane
nîştecêy kuncî tarî zîndane
lawî azadîxwa enałênê
key bê tołey wiłatî bistênê!?
mu’teqel lîp û bendîxane piře
pyawî zana tewjimî fîkirî, siře
serbeser em wiłate xwênawe
şerbetî şadî, merg û zûxawe
şeq weşandin şî’arî qanûne
fîkirî mîllî, zebûn û meftûne
cwan û pîr le jyan herasane
dek be leḧnet bê ḧukmî şahane
her leser emrî ḧezretî dolar
lawekanman kiran be ’îbretî şar
çît nekird ey dolar û îsterlîn!?
xwênřijanin kira be peyřewî jîn
çît nekird ey giroy xyanetkar
be seraser wiłat û xełkî hejar!?
gwê gire pêt ełêm ke em xake
gořî teymûr û qebrî zuḧake
komełan hêzî tołe pêk dênin
ḧukmî dolar û şa eřûxênin