xidre şêt
Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
11 Xulek
1772 Dîtin
zor kes heye lew dinyaye
keyfî degeł şêt her naye
bîbînê bêzî hełdestê
deçê dûr lêy řadewestê
xo řaste şêt bê enwaye
bełam min xom lelam waye
şêtî nek her zerer nîye
le şêtî baştir her nîye
min şêtkî gêj û hêřim
bêcge leweş, şelim gêřim
le małêda jinim, xesûm
be şête şêt dekewne dûm
her dembînin xaw û xêzan
lêm deken be çepłeřêzan
kuřekey xom ew biçkole
bangim deka babe ḧole
kê bixlîskê le ḧesarê
cinêw bo min dadebarê
her çî naşîrin û kirête
dełên îşî xidreşête
minîş le pêşda wa nebûm
êste bew nawe řahatûm
eger be şêt nawim neben
nawêkî tirim lê hełden
îtir cwabyan nademewe
her laşyan lê nakemewe
êwarê, sibeynê, şewê
leser nanî, wextî xewê
lêkda lêkda jin û xesûm
wek kew exwênin berewřûm
yekyan lew ber yekyan lew ber
îtir serim dawêne ser
qet nahêłn serim hełê
em lêy biřa ewyan dełê
ḧole key nanxiwardin waye
yan hêre laço lew laye
yek ełê çiłimit bistiře
bo be daym lutit piře
yek ełê qise nazanî
bo edwêy legeł mîwanî
ḧeyay êmeş ebey gêje
ew zibłey bere bîřêje
ewî qet minî nedîwe
wek kêç de kewłim xizîwe
degeł: fîtû, hê hê û ho ho
cařzyan kirdûm çeqesro
ewaney wa be milhuřî
«şêt»yan beser minda biřî
ca çon des le min hełgirin
ewan xo le min şêttirin
zorîş hewł edem tê nagen
dełêm bełkû lam lê laden
tûře bim, ełên çî bûh?
şête xoy hełmisanduwe
pêbkenim, le hemû lawe
pêm ełên le serî dawe
her çî bîkem minî řeben
ewan qisey xoyan deken
her nemtiwanî benyan badem
minîş xom naraḧet nakem!
***
pareke řojî cêjin bû
małim piř le pîrêjin bû
xêzan û xesûm dûbedû
herdûk xoyan saz kirdibû
deçûne serdanî xizman
her demam minî bestezman
pêyan qař bû minîş berin
mindałîşim pê hełgirin
her dûk cilkî nwêyan leber
yekî tasêkî zêř leser
xesûm şaney le desta bû
leber awêne wêstabû
bangî kirdim: le kwêy ḧole?
bo çûye ew jûre çole?
gutim: wełła xatûnî xom
ewe qap û kewiçk deşom
gutî: were, îtir ewřo
aqił be kołanan meço
wa min û kîjekem eřoyn
nîweřoş lay ewan exoyn
toş xot saz ke ew newroze
etnêrme cêjne pîroze
biço cil û corit bêne
wiryaş be şitî meşkêne
şêt û şêtbazî wela nê
eweş cêjnaneket, hanê
le pêwe ta toqî serim
cilkî nwêyan kirde berim
her bo teşqełe be enqest
xesûm piştênî bom debest:
- ay ay hêře ewe le kwêy
- bo her bewla û bewla dadêy
bo nazanî baş řawestî
dełêy nemeywî hênd sistî
lutit hênde hełmehêne
dest le gîrfanit derêne
îtir bo her małê ke çûy
her le derwaze awa bûy
wek xertelî hełmenîşe
biço ser kursî danîşe
xot wa danê ke toş şitî
tê geyştî çim pê gutî?
hêře îtir neçî lewê
pełe we cilkit bikewê
kê xizim û dera û sêmane
ew kaẍezeş lîstey wane
małî xałim, xuşke perîm
lewêwe, małî kak kerîm
çuzanim, hemûm nûsîwe
dezanim hîçit nedîwe
nekey lêt têk çê wirya be
cêjne pîrozeyh û dabe
ewî le to gewretirin
destyan maç ke le pyaw û jin
bełam bo giçke wa nîye
giçke maçkirdin ça nîye
şîrnî tenya denkêk bixo
zorîş leser qise meřo
her çî xwardit miłçet neye
miłçet bê serşořî meye
şokołatîş ewî hebin
bêdeng byanhênewe bo min
cêjnaneş le kes wernegrî
dezanim bo pare demrî
le hîç kwê zor daymebeste
her tawêkit pê çû heste
heta le çengî řizgar bûm
baweř ke le xom bêzar bûm
hatim le derkê biçme der
xêłey jinim geyşte ser:
dek hêře let û pet kirêy
yaxwa weber xencer dirêy
xo destî daykimit maç nekird
xwaye hêře bo her nemird?!
geřamewe zelam, zelam
be destî xesûmda nûsam
gutim îşî wîş biřawe
teşqełey tirî nemawe
ke çî hat xoy geyande lam
çepokêkî her pêda dam
pałepestoy dam bo derê
beřêy kirdim bo seferê!!
ke çûme der her ew kate
bew jyan û beserhate
le kuçe laqim řakêşa
hênd pêkenîm zigim dêşa
***
ewcar wek bargînî bê nał
weřê kewtim bo heweł mał
derkem kuta zor pê neçû
hestêk le ḧewşe peyda bû
kîjêkî giçke hate der
xiştîle û xawen seruber
her minî dî be hełeda
xoy be derkî jûrê dada
hawarî kird.... daye, daye
şêtêk ewe le dergaye
wek zawakey pûrim deçê
gutê: biço, biłê... ba bê
nîzîk bibowe řêgey dûr
bisim allem kird û çûme jûr
maçim kird destî gewre jin
ewîş pirsî le ḧałî min
kîjî gewreyan xwêndikar bû
zanîn le akarî dyar bû
paş tawêk ewîş hate jûr
bełam çi bê wek bûkî sûr
hestam gutim: bûke sûre
to çend sał ebî? bibûre!
gutî: be qisey dayk û babim
her nozde sał debim û nabim
lebin lêwim, gutim, lewê
maç nabê kuşînî dewê
gutî: çî çî? nêre zelam
ew tewse çi bû pêtda dam?
gutim: destit dełêm eto
řaweste beserim meřo
min temenim bote sî sał
etoş nozdey be ḧałeḧał
ke wabê min gewretirim
ca boye deberit mirim
eger destit maç kem nabê
xesûm gutî ebê wabê
le qaqay pêkenînyan da
şîrnî û şitî tiryan hêna
degeł qisey zelam zelam
ta twanîm şîrnîm xward bełam
şokołate nermekanim
sebrêk dawîşte gîrfanim
îtir ebû biřom lewê
ta lêm wedrengî nekewê
pêławekanim dest danê
de pêm nekird ta kołanê
eger seyrî gîrfanim kird
piř bûn çî tiryan nedebird
ewî le kaẍez nûsrabû
serî hemûyanim dabû
her mabû małî lalexan
małî tozêk dûr bû lêman
deste xuşkî xêley min bû
’eyb nebê! bêwejin bû
mêrdekey dû sał lemewber
emrî heqî geyşte ser
hesta barge û binhî têk na
ew jiney lepaş becê ma
her çend le hîçî kem nebû
leser weşřa bê xem nebû
le koşk û le pare û telar
hemûy hebûn hezar hezar
saye çewr û dest bexêr bû
bełam ewîş wecaẍ kwêr bû
ledway řeḧmetî, lalexan
kewte naw serwet û saman
sîng û berokî xom tekand
bo wê delaqanim werand
***
destim bo ceres dirêj kird
derkem her le řêsmeş nebird!
lalexan derkî kirdewe
îtir her waqim birdewe
ay lew jine xanumane
ay lew leşe nerim û cwane
zarî wek demî xunçe teng
pirçî řeşî wek şewezeng
le ’eybet lacangî terzî
perengî gwarey delerzî
kiras le sîngis dexzî
memkî dadegirt be dizî
tawêk ’ebesam! ledwayî
řojbaşim kird be espayî
ke ew wełamî damewe
tozêk minîş bûjamewe
be řûxoşî gutî: fermû
eḧwałit çone legeł zû?
gutim: deser serit geřêm
başim eger baş bête řêm
gutî: řaste to gořawî
şêt bûy leserxo nemawî?
gutim: eger řastit dewê
mergî minit řepêş kewê
eger şêtîş nebam eto
şêtit her dekirdim ewřo
beřast to temenit çende?
zerdey hatê detgut qende
gutî: wek bête xeyałim
min êste sî û yek sałim
gutim: ca bê zena zena
bêne destit maç kem dena
her be xesûm bigatewe
řeş û şînim dekatewe
ewîş hêndem pê pêkenî
be pêkenîn xoy kird xenî
destî hêna bełam çi dest
le tawan lêwî xom degest
řast başe, beła le diroda
diro nakem le řûy toda
minîş zor be tamezroyî
maçim kird nemkird namoyî
lêwim be destyewe nabû
hêşte destim ber nedabû
gutî: min qawem lênawe
to şerbet dexoy yan qawe?
gutim: qawem pê xoş nîye
şerbetîş nazanim çîye!
be min bê ewan hełgire
şokołat lewan xoştire
gutî: şîrnî qeydî nîye
min mebestim «awekî»ye
***
her ewendey gut û hesta
leser qisem řanewesta
çû bo şerbet be kutekut
minîş le diłî xomda demgut:
- şerbet, şerbet, şerbet çîye
dey ca çi bû awekîye
řenge pêy wabê be fîzim
nazanê lexo demîzim
ta tund lewê bê şil çîye
şokołat boçî wek wîye
wełła, leser ew cwanîye
fiřî be dinyawe nîye
min lewedabûm hatewe
detgut xewn dembatewe
şûşey le pêşim hełçinî
giłasî danan leknî
ewcar leser kursî nerim
xoşî danîşt beranberim
îtir min tekbîrim çi bê?
gutim: çî ebê ba bibê
her ew giłasê yek emin
ta şûşeman hênan lebin
betałim kird ne yek ne dû
her hat û serim germ bû
heweł qumî pêm xoş nebû
tozêk řegî tałî hebû
dwayî agam le xom biřa
xesû mesûm lebîr nema
germ dayîsam wek agir
be xom nebû, tirsam axir
min danîştibûm lexořa
hode le dewrim desûřa
pencere û derk û laşîpan
hîçî lecêy xoyan neman
mişkim lê debû be zelam
eweş qeydî nebû bełam
lale ke hîç ’eybî nebû
degeł xêley lêm têk deçû
sê se’atîş pitir pê çû
min seregêjem her lêbû
ewcar îtir pařamewe
hêndê diłxoşî damewe
to bo le xesût detirsî?
gutim deşzanî û deşpirsî
axir min hoşim ça nîye
îşim lecêy xoyda nîye
gutî: kê dełê to hêřî?
hêřî çî to dełêy zêřî
řoj xerîk bû awa debû
tîşk řûy le ḧewa debû
her çend diłim her neydewîst
bełam qisey ewm nebîst
be nabedił hatme derê
řojim awa birde serê
ke kîse û qennem des daye
hatim bigeme bêłaye
baş bû ewem lebîr neçû
ewendeşman gut dûbedû
aman lay xesûm bas meke
ne’ toş hîç mełê şêteke
***
hatmewe mał be qine qin
ew řoje na řojî dway min
xêzan û xesûm lê biřan
biçne dîtnî lale xan
her tawêk lewê bûn û zû
hatnewe zoryan pê neçû
îtir benaw małê werbûn
herdûkyan de gyanim berbûn
xêzanim řûy xoy deřnî...
zendeqit deçû leknî
têłayekî le desta bû
leser derfet řawestabû
xesûm her kefî depřijand
dehat û deçû deyqîjand
ca min biłêm çî degeł to
eto û nawxizim û hatuço?
minîş agam le hîç nîye
her nazanim ewe çîye
- şêtey aga lexo biřaw
eto û ẍełetî wa giław?
lêre hestay ḧolî lapan
awa çûye lay lalexan?
her nawî lalexanî bird
le ejno berejêrim mird
leşim siř bû, diłim lerzî
lewê kewtime ser ’erzî
hatim biłêm sûçî wî bû
min awkîm le kwê dîbû
neyhêşt qisekem derbiřim
neyhêşt her dem hełpiçřim
kiř be kiř dengit der neye
agat le dim û lewsî heye?
demgut her gêl û nawryay
nemdezanî wa maxulyay
degeł destexuşkî jinêt...
ca çit pê biłêm xidre şêt?
axir ew kate etom nard
çend keřetim be to espard
her cêye çûy wek ’îsanan
řast biço jûrî mîwanan
lay lalexan bo wat nekird?
be carê ḧeyay êmet bird
lewê le derkê řawestay
her çendî ḧewlî legeł day
her gwêt nedaye dûrbedûr
gutit tenyay nayeme jûr
espardey minit lebîr kird
ewîşt awa diłgîr kird
çî dîş řiqim heł mestêne
heste milî xot bişkêne
ew parey bigre û her êste
îtir le hîç kwê mewêste
hêndêk şîrnî bikře û dîsan
biçowe bo lay lalexan
bełam ewcar biço jûrê
daway lê bike lêt bibûrê
ba gileyîm nehête ser
bełkû le diłî biçête der
***
parem wergirt û çûm geřam
bajêrim hemû kird bełam
şitî tir eqiłim neybiřî
minîş her awekîm kiřî!!
destim be simêłanda hêna
ewcarîş milim leřê na
bo lay małî lalexan çûm
bełam her be destûrî zûm
destew dawênî bûm heta
hîç girêy le diłda nema!
awa diłî wîşim dawe
kêşey xesûşim biřawe
ewendeş mawe pêt biłêm
bew şerte de diłî negrî lêm
eger eqiłit heye kake...
etoş her xot şêt key çake
şêtî nek her zerer nîye
le şêtî baştir her nîye
kê eqłî parsengî dewê
şit her wegîr ew dekewê
leweşda kê demka lome
ewîş her awałî xome