agirî to

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  1293 Dîtin
ey weten tenya ne her min bo to wa sewdaserim
tîşkî řojîş cêy leber koylet nîye dewruberim
to ledes bêganeda bî çarenûsî ew gele
hełmet û qurbanîdane û řiştinî xwênî germ
naḧezî to pê leser gořî şehîdan dabnê
kêye baweř ka ke des lew xak û xwêne hełgirim
dujminit çî dîke ba agir le małim ber neda
min le sayey xoşewîstî towe her xom agirim
sed pejare û berhełist û swêr û tałîm bête pêş
ger leřêy řizgarî to ladem bizane kafirim
xom be şanazî bełagerdanî serberzît dekem
tîxî xoy dabênî dujmin bo metałit ḧazirim
ser leser şanim wekû barêke kełkî çî heye?
ger de řêy toda neçê ew bare qet hełnagirim 
min be bîr û baweř û dujmin be tank û topewe
kêw be kêw řawî denêm wate gelêk azatirim
her be hîway řojî řizgarît ejîm û řûne lêm
ta be destî xom nenêjim dujminî to namirim
min de řêy serbestî toda bo hemû pîlanî řeş
diłnya be her kuře pêşmergekey naw sengerm
ew kuřey hêzim le şîrî toweye û řojî hera
cêy lenaw cerg û henawî dujminit da xencerim
min ke gałtem dê be mirdin seyre ger to şad nebî
to debê her serkewî û kospit leser řê laberim
dujminit her fêłê bîka nexşî ser awe û emin
pîre darêkim ke bew bayane hergîz nalerim
nabezim her wek bełênim dawe yan řizgarîy to
yan hemû ew şîw û dołet piř deka xwên û term
ey weten her nawî to wirdî zimanme boye wa
her wekû deşt û çyaket kesk û sûre defterm