qani’ û ’ebbasî biraym derwêşî utumbîlçî

Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
 3 Xulek  403 Dîtin
meriḧba kake wesay utumbîl
bo bê parekan dil nerim û delîl
min îqrar ekem ke kuřî çakin
legeł hejaran zor zor diłpakin
çawtan natirsê le barî giran
lorî lê exuřn bo ‌ser şaxekan
xoyştan her gencin kuřêkî çakin
beynî beynełła tewaw çalakin
bełam bira gyan bu girancanin?
boçî beḧałî hejar nazanin?
katê le ladê hejar dête der
goçan heł egrê be ’ezmî sefer
parey baxełî nagate dînar
çî bida be to? çî biba bo şar?
ewa kiçekey tewawî řûte
jinê pê xawis wek melkemûte
eçê bo lasîk bo silêmanî
pênc şeş cût bênê bo beçkekanî
eger parekey lê sênê tewaw
çî ba be lasîk? çî be ‌nan û aw?
wełamî ’ebbas biraym derwêş
mamosay meşûr şa’îrî kurdan
cêmawî dwakoç polî haw ferdan
lemin mepirse xetay zemane
espabekanim giştî girane
eçim bo beẍdad be çar û naçar
taye esênim be penca dînar
nirxî mekeyne hênde girane
şerîke demî çeşnî qepane
biłê be hezar min her naçarim
le lay şerîke zelîl û zarim
wîł û handibrîk, gêř legeł kilaç
ebê gişt bikiřim zor be na’lac
biřo bipirse nirxyan çîye?
ewsa ezanî sûçî min çîye
mamosa seyrî cadekan bike
ewsa ke tane le sayeq bide
le pênciwênewe ta silêmanî
kirêm her çend bê to xot eyzanî
berudwa kirêm pênc şeş dînare
nayşarmewe ‌le ’am dyare
bełam her řojê ke ‌bo pênciwên bêm
şitêkim eşkê de dînar bê cêm
yek û dû zerer dête gerdinim
necatim nabê mer ‌be mirdinim
çunkû řêy pênciwên hemûy řûxawe
le mîzanyeş nawî nebrawe
xozge be sefer wezîrî eşẍał
ehat bo pênciwên bo keşfî eḧwał
ew wexte be ḧał êmey ezanî
cadey çak ekird be mêhrebanî
mamosta ełên le zimanî zû
le şarêkî kurd lotyek hebû
’enterêkî bû ’enterêkî pîr
katî hełpeřîn zur mat û zwîr
be ‌çing eşîşa ser û gwêlakî
yexey da’edřî ta wekû çakî
sałê de dînar parey wer’egirt
qîmet bîst dînar zererî ekird
minîş seferî bayî şeş dînar
exeme lorî le ferde û řêbwar
bayî de dînar zerer ekêşim
dek řasto nebim bo kar û îşim
toxwa mamosa eme jyane?
eme řeftar û şêwey însane
yaxwa her xakê řeftarî wabê
gerdî be ba çê û be ‌kaw û ba bê
boçî xemxorê le dinya nebû?
tîmarî zam ka herwa zû be zû