dewam leser îş
(le farsyewewe wergîrawe)
Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
1 Xulek
579 Dîtin
carêkyan awêk le kwêstanê sext
ehate xwaro be wext û bê wext
em şîw û ew şîw em çem bo ew çem
herwa dapeřî be bê zyad û kem
heta řêy kewte eşkewt û zerdê
lûtî bû be lût yek giran berdê
řêy tirî nebû lenaw ew zerde
pîşî xwardewe lepişt ew berde
berd hate zwan witî: řêt nîye
haje haj çîte xeyałit çîye?
min çen sed sałe lêrda berdim
nek berde tem tem berdêkî merdim
şeřit mefroşe lêm lade biřo
bem cêgey mine mebe desxeřo
wełamî dawe, witî: min awim
le ’umrî xoma řanewestawim
zore dewamim leser îşî xom
witey xořayî îtir meke bom
sed ewendey tir sext û giran bê
be řeqî meşûr nawî berdan bê
let letit ekem etkem be řêge
min pêm nakirê bê şwên û cêge
awe hajey kird beser berdeda
xoy ḧewa eda be şax û zerda
le dway şeş ḧewt sał geyşit be meram
kirdî be řêge û be coge û şeqam
kełk
eger dewamit bibê leser kar
egey be meram be çar û naçar