pîtî «y»

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 3 Xulek  629 Dîtin
ya cwabî wexeyr, yan diłnyam ke
kem dese do’ay şêx û melam ke
***
ya çem, ya çîmen, ya dołî gełał
dił geyî we dił, neypirsî ḧełał
***
yaxwa bay şemał ’emrî nemênê
hezar diřk û guł têk de’ałênê!
***
yaxwa bay neyê we baranewe
çaw cwan ha we řêy mał bawanewe!
***
yaxwa bay neyê, ya pîr bay neyê
eger bayşî tê řeşebay neyê
leber ew kiçe şew sermay nebê!
***
yaxwa bexêr bêyt, bançawim hatî
zeḧmetit dapêm bo dering hatî?!
***
yaxwa bexêr bêyt xeramanî çîn
lêre maçit kem, yan le dê derçîn?!
***
yaxwa bexêr bê karwanî xele
hewrîy herzan kird bo twêłî «tele»
***
yaxwa her şew bê, řoj nebêtewe
destim le yeqey yar nebêtewe!
***
yaxwa her şew bê, le řoj bêzarim
newa bedkaran pê biden le karim
***
yaxwa her şew bê, her mangeşew bê
koçî ew yare wesłamet řew bê!
***
ya xewm dîwe, yan xew ebînim
yan dengî yare dêt le serînim!
***
yadgarîyekit be lamo bê
ta katî mirdin weser zamo bê
***
yadgarîyekit buwe be xorak
dernaçê le dił, meger lejêr xak!
***
yadgarîyekit her ha we lamo
ne to dawat kird, ne minîş damo!
***
yaran, hamseran, řefîqan aman
zamanî sextim nîyesî derman!
***
yarê řoy ezel yarî min byen
êste wa ełê: min tom nedîyen!
***
yarêkim ewê qeredaxî bê
we şew dest le mil we řoj yaxî bê!
***
yarêkim ewê, yarî kes nebê
lîmo le baxeł zedey des nebê
***
yare min mirdim, le mirdin ew ko
şînî dway mirdin çi bo û çi nebo
***
ya seyd sadeq asanem xas key
ew gułe le dest gule xelas key!
***
ya seyd sadeq berew řût hatim
bimkey we cûtyar bawkekey fatim
***
ya seyd sadeq, şexsî beramber
herçî naḧeze sał nebate ser
***
ya seyd sadeq kawřêk û şekê
herdû «mesekan» bikey we yekê!
***
ya seyd sadeq merdî domekan
fate qûl çermû çû bo mesekan
***
ya seyd sadeq merdêkî mene
wirge têr nexwa lem payîze doyne
***
ya seyd sadeq, merdêkî qûse
bawkekey bimrê, ba biçîne pirse!
***
yan be darim ken, yan be darmazû
yan be hawserî çareke bazû
***
yan bew xincere xom edem be kuşt
yan memkołanî egirim le mişt!
***
yejin lem xware xoł xułey řome
xwa xem neda, min xemî tome
***
yejin lem xware genim we coye
sełtey taqmidar qabîl we toye!
***
yejin lem ḧena xom bixem we çem
ba çemîş bimba bo lay gułekem