pîtî «h»

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 11 Xulek  941 Dîtin
hatim le lay ewlawe
kwêr bûm bow demuçawe
destim bird bo memkołey
taze binî danawe!
leser xut û xořayî
ew yarem lê torawe
leber małyan řabûrdim
bînîm yarim westawe
çûm û siławim lê kird
we naz ’elêkî dawe
daway maçêkim lê kird
řûy wergêřa bew lawe!
heta dinya dinyaye
ew maçem lepêş çawe
witî: maçit nademê
le minî dekey be qawe!
***
hatim le lay ewlaye
be ḧiseynî kerbelaye
çonî yejim her waye:
ew milwênke le milya
beyn beynî karebaye
ew kiçem boye xoş dewê
piř demî merḧebaye
hełde le gulekey mêrdit
ełêy xerarî kaye!
***
hatim le lay ewlaye
xermanim leber baye
kirdukasbîm bo naye
leber çawî zêbaye
***
hatim le lay ewlawe
kwêr bûm bow demuçawe
qurbanî ew ziłfe bim
cûtê şaney lê dawe!
***
hatim lelay medîne
textî kirasekey şîne
hełde le gulekey mêrdit
lêman çuwe be qîne!
***
hatim le lay şarbajêř
memkî fincaney dezgêř
***
hatim le lay «şino»ye
kesbî sałim bo toye
cwanîm la metłeb nîye
şerit her çaw û biroye.
***
hatim le lay şinoye
kułmî zerdelîmoye
were maçê kerem ke
serumałim bo toye!
***
hatim le lay «myandiwaw»ê
kułimit gułî sêławê
daway maçêkim lê kird
xoy bo baweşim dehawê!
***
hatim le lay «hobetû»
dû sûregułim legeł bû
dek milî şeytan şikê
yekêkyan yarî xom bû!
***
hatim le lay «hêleke»
daynê hîçî pê meke
serînêkî bo danê
pałupşitî pê bike!
çay beyanî pê têke
car car ser gonay maç ke!
***
hatin, hatin çîn be çîn
«ame»ye û «fate» û «gułçîn»
desim day le memkołey
day le tirîqey pêkenîn!
***
hatin, hatin dû be dû
kełeget û xał le řû
leber xofî xwa nebê
wek cû boy egirim şemû
***
hatin, hatin sê be sê
«amîn» û «fate» û «besê»
ḧukmetî berîtanî
leber fêłyan etirsê!
***
hatin, hatin şan be şan
pajney kułe bo kewşan
be qurbanî bałay bê
sed sofîy bermał be şan
***
hato hato le serda
we şwênî manga zerda
dek małî babî biřmê
agirî le cergim berda!
***
hato hato le kanî
seyrî gozey ser şanî
be çaroke day poşî
lerelerî memanî!
***
hate xwar û dête xwar
ba bête xwar be carê
dinyam lê buwe be zirêbar
her dełêm dekewme xwarê!
***
hate xwaro le girdî
seyrî ke danî wirdî
layê le cwanîy dinya
yarî min bo xoy birdî!
***
hate xwaro le yałî
seyrî ke kułmî ałî
cwanî weham nedîwe
le tayefey gełałî!
***
hate xwaro le pałî
gerdin wek lîmoy kałî
ba biçîne naw kîjołan
bêwejin kone çałî!
***
haje hajê tê hajey befrawan
yar minî kuştuwe, her bebê tawan!
***
haje hajê tê hajey qîreke
çermeł bîhênê, aw le bîreke!
***
hiř ke lew řane ba bida qetare
serbêrgî bigrê, ew şede lare!
***
ho xiře le xiřxał, bazne le qołî
merîwan pêşkeş hewrîyekey kołî!
***
ho kakey cûtyar, cûtit biłbił wê
towit řazyane, xermanit guł wê!
***
heta meylit da, minîş memnûnim
ke to meyl nedey, min la zebûnim!
***
her bar barit bû, barit kird be řast
wextê barit kird, hîmmetit nexwast!
***
herçen eřwanim be cêgey yara
yejî pêm eçê we diřke mara
***
herçen eřwanim we çaw kejełta
xwênexwarekem ha le baxełta
***
her çwar mezebe lałamo le to
ger musłimanî řeḧmî xêrit bo
***
herçende ekem dełałetî dił
dił mat û melûl xerîke û xicił
***
herçî nwêj ekem, nwêjim betałe
teḧyat exwênim, tom le xeyałe
***
herçen diłxoşîy diłekem damewe
dił wêney derwêş nenîşt lamewe
***
herçen le dergay gerdûn menałam
xaster kałay xem biřya we bałam
***
her xom be qurban dane tełaket
***
be koł bîkêşim derd û bełaket
her xom be qurban qewle řaseket
bimke be jêrî loy kiraseket!
***
her xom ẍerîbim lem şaredêda
diłsozê nîye biřwanim pêda
***
her xom werzêrim werzêrî cogeř
day be lamda sewłî xatir teř
neyut: ey werzêr ’aqîbet weşeř!
***
herdû pêm be cût be felaqewe
yarim biřwanê le delaqewe
***
herzekarekey herzeçene xom
lałî bêqîmet destî bene xom
***
herze be dû şit ebê dîwane
kiç be mêxekben, kuř be feqyane
***
herze we yek şit hewa esênê
kiç lenaw kołan des hełtekînê!
***
her kesê eyka men’ û minaman
be koł bîkêşê deyn û gunaman
***
her kesê bîka men’î diłdarî
peřupo derka wêney pasarî!
***
her kesê bîka men’î kiç û kuř
taqaney bimrê, ser bigrête quř!
***
her kes le baweş bêwejin xewê
wek mirewekiř piřpołey tewê!
***
her kes le baweş kiç ’azew xewê
wek «meḧmû paşa» ser textî tewê!
***
her le çopîkêş heta gawanî
giştî we qurwan mestî çawanî
***
her lêre lêre ta «banî xêłan»
giştî we qurwan xałekey ceyran!
***
her lêre lêre ta «qulebirincî»
giştî we qurwan suxme narincî!
***
her lêre lêre ta qulekey «berlût»
ber ke wem lawe peřey cergim sût!
***
her lêre lêre heta quley qaf
hîçî nagate syamałî caf
***
her lêre heta awayîy ḧeme
giştî we qurwan ew guł wedeme!
***
her lêre heta hanegermełe
giştî we qurwan fate çermełe!
***
her le hełewce heta dereşîş
giştî we qurwan xałekey ayş
***
her wa eřoy wirde řewtî
yejî kotrî ber mizgewtî
bawan şêwaw kost kewtî!
***
her wa eřoy çeleng çeleng
gułengî fêst daney fereng!
***
her wa hatî aẍir aẍir
suxme sûrey kewa gazir
***
her wa hatî wenaw dêda
cûtê solit ha le pêda
daykit kwêr bê toy be kê da!
***
hesarey asman giştî cem buwe
hesarekey min şewqî kem buwe!
***
hełke pawpûz, ba derkewê xał
lewe metirse dînit bê betał
***
hełkêşe xincer bîde le cergim
ewsa bixiwêne yasînî mergim
***
hełkêşe xincer we kêlanewe
cergim bibřê be êsqanewe
***
hełpeřkêketan bezmî çepîye
baş hełnapeřn, min keyfim nîye!
***
hełkêşe kewişt we gorewîwe
’erzê minnetbar to bêy le řêwe!
***
hełgire kilîl bişkêne pawen
ba biçîn bo seyrî baxî bê xawen
***
hełse ba biçîn emşew bo dizî
her ceyran cwane le «lamerkezî»
***
hełse ba biçîn berew byare
dadî xom le dest melay bêçare!
***
hełse ba biçîn bo pemû çinîn
destê dabêłîn be diłêkî xemîn
***
hełse ba bîkeyn cahêłî xoman
em dinya ta ser namênê boman!
***
hełse bêre lam wek carî caran
ba kwêrî keyno dîdey bedkaran
***
hełse hełmese, tin bałim bese
eger emkujî heqit be dese
***
hesêrey asman cût cût ejmêrim
ger xwa toş neda şukiranebjêrim
***
hesêrey asman cût cût ejmêrim
le xwa netirsim řîşet der têrim!
***
hesêrey asman giştî tewawe
hesêrekey min lêre nemawe
***
henasekey min ba tem û lûl bê
biçête lay xwa bełkû qubuł bê
***
henasekey min day le ser daran
çû bo lay gerdûn baranî baran
***
henasey sardim day le ser herdan
dar û pîredar zûxał kird herzan
***
henar henar henare
derd û derman yare
çî bikem bo biřê pare
bîdem be cûtê gware
êware yar le gwêy ka
hařey bê wek teyare
em cejnem bebê to kird
tałe wek jehrî mare
leser bałay berzî to
ba bimden le sêdare!
***
hengiwînî şanewşane
birincî řeşt û gêłane
sertopî kurdistane
dermanî ḧew derdane
ew derde minî kuştuwe!
jinî guley mêrdane
sereřêkey lê degirim
wek ḧeme tałî bane
***
heway banewban dawye le kelem
wek soney seraw ’aşiq we melem
***
heway benełben şiney mordane
tîrêkî lê dam kewa camane
***
hewrêkî hêna baranî nîye
emřo meylekey caranî nîye
***
hewrê hawirdî le bino tarîke
kuştey esmerim mał le barîke
***
hewrêkî hanî be nałewnirke
aw le tewêłî westa bê çirke!
***
hewrê hawirdî nomen awîye
çareke çermû gilarawîye
***
hey bêne bêne kejawe lolo
key xwa heł’egrê min bimirim bo to?
***
hey dad hey bêdad, alûdey derdim
têr seyr û sefay bałat nekerdim
***
hey dad hey bêdad, ser lêm têk çuwe
řoḧim alûdey bałaket buwe!
***
hey dad hey bêdad semere řûydawe
le xiřey bazîwen řan diřnî dawe!
***
hey dad hey bêdad key eme ḧałe?
sałî carê têm kabra le małe!
***
hey dad hey bêdad key weha buwe?
her tebîb bo lay derdedar çuwe!
***
hey dad hey bêdad le dad we cesem
ne «...» we tełaq ne «...» we qesem!
***
hey dad hey bêdad, lem bêdadîme
nêçîr gum kerdey noseyadîme!
***
hey dad hey bêdad lem dewre kone
kê dî qeleřeş hamřazî sone?!
***
hey dad hey bêdad lem koseł kose
ḧaşay lê kirdim ew kone dose!
***
hey dad hey bêdad lem naşî ḧałe
dayme le tertîf egrîce û xałe
***
hey dad hey bêdad min çîm beser hat
řeyḧanem kêła pełpîne derhat!
***
hey dad hey bêdad hey bo řezay heq
kê dîwye ałtûn amêtey mefreq?!
***
hey dad hey bêdad hîçî wa nawê
bem demudeste yar peyda nawê!
***
hey zênê ’emirim zênê
zênêm xełkî germênê
şêxî germyan û kwêstan
xwaye le minî nesênê
***
hey zênê ’emirim zênê
zênêm dû danî zêře
ommetî muḧemmedim
le dînim wermegêře!
***
hey zênê ’emirim zênê
zênêm xełkî germênê
zênêm kiçe kirmance
hezar begzade dênê
***
hey kewî kewî kewî
kwêstane û biłind û newî
maçêkim kird le kułmî
fênk wek awî şewî!
***
hey kewî kewî kewî
qet kewî wam nedîwe
yejî befrî kwêstane
legeł terze barîwe
hey mestî mestî mestî
direng le xew hełestî
ziłifit telî kareba
memkit giłopî destî!
***
hey nayê nayê nayê
seday çaw kałêm nayê
cûtê gwarey lêm dewê
girane û bom le kiřîn nayê!
***
hîç kes wekû min nekewê kosî
neřwanête çoł hewarey dosî!
***
hîç małim nema ne meř ne bizin
pîm wit bo maçê witî: dirozin!
***
hêşta nemxiwarduwe noberey bamê
xwa bawkit bigrê; wa toy nedamê!
***
hêşta nemxiwarduwe noberey kałek
tîrêkî lê dam sele çawbełek!
***
hêlaney mijmoł we linge sêpawe
meylim ha we lay kiçekey qwêxawe!