pîtî «f, q»

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 4 Xulek  904 Dîtin
feqyane çermû firîştey şewê
şewî wek îmşew qed hełnakewê
***
qapîyekey małtan řû le ko eka
xozgem bew kese daway to eka
***
qałîy řaxra dû guł le banî
geře danîştuwe çawciwan le şanî
***
qałî û qałîçe dû guł le banî
derdedarî tom naşê nezanî?
***
qałî û qałîçe meẍmeł le banî
zawa danîştuwe, bûkê le şanî
***
qałîm řaxsituwe guł tîke tîke
ger meylit lê bê małman nizîke
***
qaqay kewan dê we lapałewe
qet’ey xał şîrîn xetuxałewe
***
qije zerdeket bike we şane
ba lêy nenîşê tozî ew bane
***
qije zerdekey pexşanî şanî
herçî naḧeze bê be qurbanî
***
qiseyekyan kirduwe we min û towe
ẍîret bikêşîn bîxeyn bedrowe
***
qutû qutûte, cigere çaẍ ekey
be byankey cigere, seyrî baẍ ekey
***
qurḧanê bêne bîxe dawênim
le to zyatir kes nalawênim
***
qurḧanê bêne des xeme banî
leser ew qewlem ke xot eyzanî!
***
quřî kwê be sera kem
serumał û gêskekem
řojî carê netbînim
wexte dîqit bo bikem!
***
qû qûy kełeşêr, ciqey pasarî
małî bêwejin qince û dyarî
***
qetarey dawe le dewrî serit
we xot ekewê twêłî diłberit!
***
le twêłit ewxiwar, dû ebroy peywest
le ebrot ewxiwar, çwarhem dîdey mest
le dîdet ewxiwar, lûtî bê xemit
le lûtit ewxiwar, mirwarî û demit
le demit ewxiwar, çeney şaxî zeř
le çenet ewxiwar, gerdin mînay teř
le gerdin exwar, sîney siłtanî
pêwey ben buwe, dû «bey» nîhanî
le sînet ewxiwar, ew qed û bała
yejî «mey tûłe» pêçya le wała
le qed ewxiwar, çem û xezane!
kilîl dirawe ferengyane
***
qetarey dawe le dewrî serî
bexoy egeřê le şwên mişterî!
***
qet xefet nexoy bêjî min kułim
şewqî bałaket dawye le diłim
***
«qece» û «kuneqaj», «mêřeş», ẍimareka
«başortî» egrî: ’êlgel bar eka
***
qedim bestuwe be tenya şałê
to bûyte řeyîs geřekemałê
***
qezat le małim xêłekey seyî
keleke barîk tazepêgeyî
***
qezat le małim kul řojê carê
nemkey we taney kul herzekarê!
***
qezat le małim naw lîre be yad
xozgem bew kese be to ebê şad!
***
qezay xom le xot, le taqe gaket
le wêłî şaran taqe biraket!
***
qesir û xaneqî bû be yexbenan
bû be qetłu’am twîle nemaman
***
qesem be ziłfî çîn çînit
be egrîcey jêr pûşînit
kafir bûm, hatme ser dînit!
***
qesemit edem we xudakey wêt
eye boy ziłfe yan guławe pêt?
***
qesemim xwarduwe, qesemxiwar bûgim
we çawekanî giriftar bûgim!
***
qesemim xwarduwe: be teẍarê co
piştênê bikem le kirasekey to!
***
qesemim xwarduwe we sîney teyrit
mer le řawguzer têr bikem seyrit
***
qesem we qurḧan sîy cizmey berat
meger gił bîwřê meylekem le lat
***
qen û çayî xor, sîgar arkêşe
le feqîrîy xom, bûm bem derwêşe!
***
qeys qeyase, postekey cestem
ełqey çełemey leşî şiksitem!