pîtî «’»

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 2 Xulek  717 Dîtin
’areq û şerab mezey tirşîye
xwa bitparêzê lem nexoşîye
***
«’alanCih» û «ḧasiłCih», «deqCih» û «qełwezeCih»
giştî wequrwan xałekey «hoze»
***
’eşret ho biragel ehlî dewrupişt
îwe be şayet ew kiçe minî kuşt!
***
’eşret ho birayel tîrbaranim ken
wêłî bax û bey nazdaranim ken!
***
’eşret ho biragel çarî karim ken
yan le gořî cû sengesarim ken
yan ew kiçem bidenê û le dêy barim ken
***
’eşret ho biragel kemerelerzêne
hêşta nemdîwe duxter lem wêne
***
’eşret ho biragel meyken we lome
dił ḧeyran buwe, bow kiçe dome
kiçe dom nîye ’esłî xeřate
milwênkî milî dinke zeřate!
***
’eleykeselam kabey yeqînim
minziłgay şerîf, şoxî şîrînim!
***
’eleykeselam nûr we patewe
dermanî derdim ha we latewe
***
«’emełe» barî kird, «şatrî» wehêwaş
bargekey leylê dawye le «dołaş»
***
’emirim ’ezîzim bînayîy ’eynim
le dûrîy bałat kwêr buwe zeynim
***
’emrekem «perwane», çawekem perwane
lêt mubarek bê ew lûtewane
***
’entîke û zêře lawe, çonit lê bikem siławe?
herçî samanim hebû, lebrîy maçê damnawe
daykî kaẍez enêrê, hêşta sed qiranî mawe!
***
’êleke barî kird, biney geřyawe
xercî çen sałe le min sinyawe
***
’êlgel barî kird, tenya małe xom
wey kew le qefez, zelîl ḧałe xom
***
’êlgel barî kird hewaran bû çoł
dał hêlaney kird wesaqîy kerkoł