awazî deb deb

Li pirtûka:
Paşmergey Qani’
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  605 Dîtin
dwênê derwêşê witî: kef be kef û def be tereb
debe deb deb, debe deb deb, debe deb
witim ey eḧmeqî aşufte! weten çołe; witî:
debe deb deb, debe deb deb, debe deb
heçî hewłim legeł ew beçkesega da, eyut:
debe deb deb, debe deb deb, debe deb
witim wa çake le fikirî xoyewe boy derbêm
be mirûrî gelê eyyam lenaw bem debe deb
defim hełgirt û be ḧey ḧey desî şêxim maç kird
witim lêden be ’imûmî le meqamî debe deb
min û şêx û jin û derwêş hemû têkeł bûyn
şêx le fikirî řepî sûrî, min û derwêş debe deb
qani’aNasnava edebî besye, muḧeqqeq be dûsed wek min û to
terk naken be yekê bezim û meqamî debe deb