şeşî eylûl
Li pirtûka:
Paşmergey Qani’
Berhema:
Qani (1898-1965)
1 Xulek
799 Dîtin
le kizîy kurdan gilarawme
řojekey eylûl taney çawme
le bîrit neçê baxçey ber sera
be xwênî kurdî mezłûm aw dira
be guley metreloz awpiřjên kirayn
leser ḧeq xoman be naḧeq kujrayn
ba pêy tênexeyn ew xwêne geşe
çun yadgarî řojêkî řeşe
swêndî pê bixoyn ta řojî mirdin
kotayî nekeyn le tołesendin
ew xak û xwêne keyne nimûne
bo ew mîlletey emřo zebûne
ba le naw peřey mêjû bimênê
kurd tołey xwênî be xwên esênê