şořşî serkewtû

Li pirtûka:
Paşmergey Qani’
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  752 Dîtin
ey kurde, bese quřbeserî û girye û nałîn
ta key be kizî û laremlî, ’aciz û ẍemgîn!?
sûdêkî nîye bitpersî û xizmetî çirçîl
řasto be desa řû kere derbarî sitalîn
çen sałe ke to fêł û diroy çirçîl ebînî
netnasîwe hêştakû ke ew xêłe le ser çîn
ew desbiře çen sałe biřî destî min û to
řebbî le bina destî biřn, kafrî bê dîn!
gişt załim û zordar û, hemû xwênimj û desbiř
dujmin be gelî kurd û, hemû qablî nefrîn
ew komełe bedkare lebo nef’î xisûsî
pamałî eka ḧeqqî hemû mîlletî bê tîn
etka be kerî barî ’ecem, gahê be naḧeq
ya ḧuştirî jêr barî ’ereb, tawê be sed qîn
kurde, were binwaře deway derdit le kwêye
her peyřewîy lînîne dewa û çarî nexoşîn
nabî be ker û ’ebdî hemû begler û tuccař
lord nabê be baxat û, geda nabê be perjîn
swał naka le kes swałkerê ya beçkegedayê
kuř aẍa le ser text û le naw doşekî zêřîn
xwênî min û to nakene pyałe lebo aẍa
bîxwatewe aẍat wekû şerbetî şîrîn
mał û ser û řoḧim be fîday agirî sûre
ew agire piř coşe eka řecmî şeyatîn
çen xoşe ke ew řoje biłêsey giřî agir
wek berqî ẍezeb dêt û deçê, lêrewe ta çîn
tołey min û to wer’egrê kurde le çirçîl
ew řoje ke wa xetmî eka şořşî berlîn