eger meyliş bû bînay bułendibext

Li pirtûka:
Dîwanî Seyd Yaqoy Mayîdeşt
Berhema:
Seyd Yaqoy Mayîdeşt (1808-1881)
 1 Xulek  396 Dîtin
’arfan ’aqił ...
’arfan dewr, ey dunyay batił
wey dunyase çişt zewq medê we dił
baqî xyałe we batił û ’atił
eweł yey sûzey xweş sîma û xweşgił
te’lîm werdey des ustad qabił
sê penc sałe bû we ḧesen bû kemał
temam ber ḧeq bû, kemał û cemał
duwem, merkebî ne esił sermes
řexiş qełem gûş, çałak tun des
sêwem, mar û mey yey dem xara bû
pêka xweş nişan des dara bû
eger meyliş bû bînay bułendibext
hem mey, hem merkeb, hem tac û hem text