sirûdî bixiwênin

Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  488 Dîtin
ḧeyfe bo lawî zîrek pişt nedene piştî yek
ger ’îlim neden be çek, debne xwêřîy kołanan
berew xwêndin mandû nabin
bixiwênin bixiwênin
desa ba kêw û deştî řengînî wek beheştî
em wiłate be giştî xoş bêt be ’îlim û ’îrfan
berew xwêndin mandû nabin
bixiwênin bixiwênin
tavgey bûrî awî hajey çem û xuřawî
dełên řołe ger lawî, be merde kirdewey cwan
berew xwêndin mandû nabin
bixiwênin bixiwênin
lawan newey kîbarin piř hêz û piř demarin
ger hî ladê ya şarin, hemû hîwan bo kurdan
berew xwêndin mandû nabin
bixiwênin bixiwênin
ême hîwa û awatîn, ême berey xebatîn
ême fîday wiłatîn, bijî kurd û kurdistan
berew xwêndin mandû nabin
bixiwênin bixiwênin