sirûdî nîştimanî

Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  581 Dîtin
wetenman becê mawe
hêzî ejnoy nemawe
tewawî lêy qewmawe
kurde hîmmetê
sadey ẍîretê
ta key esîrî cehlî!?
’alem serbest û şade
le berey xem azade
’êraqman namrade
kurde hîmmetê
sadey ẍîretê
ta key esîrî cehlî!?
em kurde derdedare
keneft û xakesare
be xwêndin ekirê çare
kurde hîmmetê
sadey ẍîretê
ta key esîrî cehlî!?
em mîllete feqîre
boye bê řa û tegbîre
le cehlida esîre
kurde hîmmetê
sadey ẍîretê
ta key esîrî cehlî!?
xwêndin bawik û biraye
bo pêşkewtin çiraye
xwêndin emrî xudaye
kurde hîmmetê
sadey ẍîretê
ta key esîrî cehlî!?