şahî ’ela’eddîn

Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  962 Dîtin
qani’ le merîwan feqê debêt le cengî yekemî cîhanîda, ebête mucahîd û lew kateda em parçe hełbestey beser şêx ’ela’edînî byareda wituwe.
şêxî esḧabî kerem, şahî ’ela’eddîne
ḧezretî walî nî’em şahî ’ela’eddîne
er nexoş û derdedar û bê umêdî axrî
melce’î cumley umem şahî ’ela’eddîne
çi le dinya çi le ’uqba her ewe feryadřesim
daf’î derd û elem şahî ’ela’eddîne
yesirbe xakî byare û xełkekey seḧabeye
fexrî e’rab û ’ecem şahî ’ela’eddîne
ceyşî mensûrî melek, bezmigehî ’erşî berîn
saḧebî seyf û ’elem şahî ’ela’eddîne
kê ełê keşfî nemawe, ba bibînê zatî şêx
waqfî lewḧ û qełem şahî ’ela’eddîne
kakî munkîr esefim zore lebo bê ’eqłît
me’denî feyz û hîmem şahî ’ela’eddîne
qani’aNasnava edebî lazmî îrşad nîye mezhebî ḧeq
ba’îsî řef’î nedem şahî ’ela’eddîne