dayk

le farsîyewe wirgîrawe
Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  586 Dîtin
ełên ke wextêk daykim minî bû
namye bêşke herwa zûbezû
memkî piř şîrî xiste ser demim
qet ẍafił nebû le derd û xemim
şew ta beyanî be diłî piř xem
wenewzî eda le lay bêşkekem
xoy xewî nebû, minî fêr xew kird
ke řay’ejendim zû be destubird
le paş yek sałem takû êware
destî egirtim be daredare
em pê bo ewpê hengawî pênam
fêr pê girtinî kirdim ser’encam
ca toxwa ebê qedrî negirim!?
çon leber xakî berî pêy nemirim!
her kesêk emey leberçaw nebê
le xizmet daykya tewaw pyaw nebê
ewe pêy nałên hergîz beşere
be řwałet pyawe, le naxa kere