mirîşkekem

Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  651 Dîtin
min mirîşkim bû ’ezîzim yek mirêkî bê nezîr
pope tacî padşayî, ya nîşanî ser wezîr
nextê çawkiz wek (m...)y, hem fîtneco wek eşqya
bê dyan û qed qewî û kakoł sipî her wek (...)
wek mela (m...)ay balk, saḧêbî nutiq û beyan
wek (m...) geygeçanî bo xeyał û fikir û bîr
çun ewende (...) eda min pêy ełêm (...)ye
řojî de’wa des edate topzî serxirtî qîr
bo kełeşêr dête ẍemze, lar û lence û naz eka
çun řesen (...)ye hergîz nagrê adabî pîr
wextî germa řakşabû, her wekû me’mûrekan
bo î’aşe zor befkire, her wekû şêxanî jîr