le bextî min

Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  846 Dîtin
le bextî min melayek hate guftar
cinêwî zorî nard bo saḧêb eş’ar
witî ya şêx be to çî zerb û teqsîm!?
çi lazim zanînî batman û xerwar!?
qisey cografîyakan her diroye
eme sîḧre ełên pêy kesrî e’şar
eger ’îlimit ewê, mirdû bişore
çilon şorînê! wek şorînî mirdar
leser çîxê le pêşa řaybikêşe
ebê řast řaybikêşî mîslî řeşmar
ebê kêrî be herdû des bidoşî
wekû biznê ke bîdoşê teme’kar
be hêwaşî dest bênî be sikya
heta derda ewî xwardûye pêrar
le paş şorînî çiłim û gû û gimêzî
hełîsênîto, her wek wirçî serdar
le saḧêb mirdû ew wexte bisêne
le ḧeqquzeḧmeda yek řub’e dînar
wehaye nanî merdane ke fermûm
dexîl em wesyete neyxeyte pêwar
witim ḧeywanî laye’lem bifame
çilone sun’yatî çerxî dewwar
le pêşa wacbe te’lîmî dînî
le qur’an û ḧedîs û şer’ û asar
ewey emre be cêy bêne tewawî
ewey nehye, nekey hergîz be řeftar
bizane mirdin û mî’ad ḧeqqin
eme me’lûme řaste cennet û nar
be pêy e’malî xot edrê cezay to
be mîzana ekêşin cem’î kirdar
le çake çak û bed bed dêtewe řêt
be qed yek zeřře win nabê le řeftar
le paş zanînî emir û wacbatit
bizane çone wez’î çerxî dewwar
le çî peyda debêt hewrî beharî?
le çî neş’et eka nêrgis le gułzar?
ebê însan be’aga bêt le ’alem
le çî teşkîl debêt befrawî kosar?
leber çî befir pan û terze girde?
çîye ne’rey sewa’îq dê le eqtar?
le zistana leber çî sard û sexte?
le hawîna leber çî germe wek nar?
dirext boçî beharan bergî sewze?
le payîzda emênê řût û bêbar
kere çwarpê! ebê to şareza bît
le ḧałî emrîkayî û çîn û tatar
le çîyewe wer’egrê gaz karbon?
çilon terfî’ ekat mîllet be kirdar?
be çî awa ebê xakî wetenman?
be çî dêhat binexşênîn wekû şar?
sikûtit lazme lem bezme qani’Nasnava edebî
newa dewrit biden yaranî xunxiwar