tenasb celb eka ebro

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  645 Dîtin
be ẍeyrez to eger meyl û meramî dił be dulber dem
řebî dił tûşî zexmê bê, ke her ber nûkî neşter dem
heta destî ecel komek be karim bê le def’î xem
eger ser berme ber qeyser, serim ber şîpî xencer dem
heta guł guł bibê kifnim, be zûxî cerg û xwênî dił
le zemzem cêm bwê gyana, çilon meylim le kewser dem?
nesîmî subiḧ eger dûdî henasey fîrqetit bênê
demaxim wişke wek wa’îz, eger lûtim le şespeř dem
gelê memnûnî bextim bûm be larî hate dinyawe
tenasb celb eka ebro, çilon qet ser le mînber dem
serim dana be berdî astanet bîkutim wird wird
xwa hełnagrê dîzey geřaw ber denkî gewher dem
weha mestî xemim qani’Nasnava edebî leserxoçûne ewza’im
meger řojî qyamet def’eyê yadê be meḧşer dem