terkî řoḧ û ser ekem

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  991 Dîtin
ta ḧeyatim bê le diłma, şerte mîhirit der nekem
roj perestim ta bimênim, sucde bo exter nekem
şerit û ’ehde meylî gerimit qet le lam sardo nebê
ta serim nedrûne caw û zyaretî meḧşer nekem
wişke sofî řîş biřawe, wa’îzî ser mînberim
çon le daxî ẍeyrî ebrot terkî her mînber nekem?
ger wekû mecnûn le kêwî necdeda xo dagirim
şemşemekwêrem ke řû bo şemsekey xawer nekem
ger le lêwî le’lî ałit qetreyêkim des kewê
řû řeşim ger terkî awî zemzem û kewser nekem
nûkî mujganî le xencer tîjtire bo qetłî min
çon be carê tif le şîr û xencer û neşter nekem?
’erzî yarim kird ke boç perçem leser řuxsarte
pêy witim bezme! le ser çî ’ûd leser micmer nekem?
her şewê dulber be nazo řû bikate menziłim
řebbî lał bim ger le řêya terkî řoḧ û ser nekem
yar be îstîhzawe fermûy qani’aNasnava edebî mawî şukur
lafî mîhrî to diroye, min ebê baweř nekem