kiřuzanewe le diłêkî birîndarewe
Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
1 Xulek
1018 Dîtin
xwa! key bê keway taze le ber kem?
weya, parem bibê ’ezmî sefer kem
xwaya, to ke qazanicit neda pêm
be naḧeq bo ebê daym zerer kem?
xwaya! min ebê ta key be zîllet
temaşay destî etrak û qecer kem
xwa parey le pyawî řezîle
ke min azam ebê her quř be ser kem
bira taze temame bim be yaro
heta gîrfanekanim piř le zeř kem
le kurdim qet nedî însaf û bexşiş
lemewlawe ebê xizmet teter kem
hemû řojê cezam sifrî me’aşe
le řêy îşa eger xwênim heder kem
se’atêk çawiş û tawêk me’awin
gehê çêw kêş û xom hawmil be ker kem
gehê newbet nehar û gahê leylî
gehê sifte be her edna nefer kem
ke min kuř ademim cennet be coyê
le dax qani’Nasnava edebî ebê meylî seqer kem