ey xakî weten quř be ser û bê ser û pa xom

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  1167 Dîtin
ey xakî weten! quř be ser û bê ser û pa xom
bo bê hunerî ehlî weten, şêtî cefa xom
cê mawe weten, bo wetenim ẍerqî fena xom
pestir le hemû hawser û hawmał û bira xom
dûr kewte û aware le her seyr û cefa xom
ey xakî weten bo çî nema ẍîretî şêran?
ey xakî weten bo çî nema bezmî dilêran?
kwa sełtenetî ’êlî bebe û şakel û şîrwan?
bo misłexî piř xwênî esîran û hejaran
dek lał û keř û kwêr û kiz û şêx û mela xom
ey kaẍezî terfî’î weten! bo çî diřawî?
ey řewneqî bazařî weten! bo çî nemawî?
ey xencerî şêranî weten! bo çî şikawî?
ey xakî weten! çunke weha xeste kirawî!
ger şînit nekem, řûřeşî dîwanî ceza xom
bo ser kizî em hoze dił û cerg birîne
bo şînî weten, çawî xîred piř le girîne
bê şêrye emřo ke weha bêşe ḧezîne
nûrî beserî ehlî huner taneyî şîne
bê alet û şimşêr, le meydanî weẍa xom
ey xakî weten bo çî weha kwêre wecaxt?
pejmurde û bê řenge, hemû çîmen û baxt?
piř le sitem û cewre yeqîn, derben û şaxt
ey xakî weten! wêrdî şew û řoje le daxt
bo bê kesî em xake, desa bendî beła xom
qani’Nasnava edebî! were em care, de ẍewẍayê be pa ke
bo xakî weten ferze be dił řoḧ be fîda ke
pîrahenî bednawî, be namûsî kewa ke
sef bigre be kurdan û le çopîwe sema ke
ew wexte biłê xawenî her bezim û hera xom