eşkî êware

Li pirtûka:
Le Xurbeta
Berhema:
Mihemmed Umer Usman (1957-2019)
 1 Xulek  1669 Dîtin
legeł henisk û giryanî
hewrî xwênînî êware
bekuł girya.. firmêskî řişt..
em diłe piř le pirsyare
***
witim.. ay řengehewrekan letaw..
azarî qamçî birûskekan bê..
bexuř dabken?
yan bo dîmenî piř matemînîy geła mirduwekan..
şîn û zar biken?
yan boye asman wa be kuł girya..
çunke gułî hewr le werînaye û
destî berbuwe le çiłî derya!
***
giryam û kesêk nebû lêm biga..
baxî umêdim bû be xaksiter
giryam kes nebû diłî befrînî bika be dest û
kirasî řeşim dadřê leber
***
heta samał şanî dada.. her westabûm..
kes pêkî diłî nehêna û
lêwřêj bû suraḧîy çawim