eşkî êware
From the Book:
Le Xurbeta
By:
Mohammad Omar Osman (1957-2019)
1 minutes
2337 views
legeł henisk û giryanî
hewrî xwênînî êware
bekuł girya.. firmêskî řişt..
em diłe piř le pirsyare
azarî qamçî birûskekan bê..
bexuř dabken?
yan bo dîmenî piř matemînîy geła mirduwekan..
şîn û zar biken?
yan boye asman wa be kuł girya..
çunke gułî hewr le werînaye û
destî berbuwe le çiłî derya!
baxî umêdim bû be xaksiter
giryam kes nebû diłî befrînî bika be dest û
kirasî řeşim dadřê leber
kes pêkî diłî nehêna û
lêwřêj bû suraḧîy çawim
hewrî xwênînî êware
bekuł girya.. firmêskî řişt..
em diłe piř le pirsyare
***
witim.. ay řengehewrekan letaw..azarî qamçî birûskekan bê..
bexuř dabken?
yan bo dîmenî piř matemînîy geła mirduwekan..
şîn û zar biken?
yan boye asman wa be kuł girya..
çunke gułî hewr le werînaye û
destî berbuwe le çiłî derya!
***
giryam û kesêk nebû lêm biga..baxî umêdim bû be xaksiter
giryam kes nebû diłî befrînî bika be dest û
kirasî řeşim dadřê leber
***
heta samał şanî dada.. her westabûm..kes pêkî diłî nehêna û
lêwřêj bû suraḧîy çawim