4

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 10 Xulek  303 Dîtin

celadet beg bersivê nadyê, bi tenê, ew ji pencerê li dûr dinhêre û guhê xwe dide ser dengê bilûra ko hêdî hêdî bîr û hişê wî ji şamê vedqetîne û dibe welêt, welatê xeyalan...

- ev awaza sitrana memê alan başe? eḧmedê fermanê kîkî bilûra devê xwe, dîsan, dide alî û ji celadet beg dipirse, başe? bi dilê teye?

- pir başe, pir bi dilê mine, celadet beg dibêje û dîsan vedgere ser deftera ko li ser çogên wîye.

şeva şamê dest pê kirye. roj û êvar qulpîne ser şevê. sitêrkên qels şevê, çiraya reben oda qata jorîn a celadet beg ronî dikin. şam radzê, taxên kêf û ḧenekê yên şamê vala bûne, însan radzên, însanyet radzê. di vî wext û dema razanê de, du însan, du kurdên derketî, mîrekê kurdan û dengibêjê wê, di hembêza şevê de, bi lorîna bayê bakur ê zerya sipî, di bin ronahyeke pir qels û neçar a çirayeke kevin de, li bilûra hezar salan a kurdan dixînin, li bilûra çya û zozanên welêt guhdarî dikin û bilûra ko nîşana tarîxeke kevnareye, dinvîsin.

دەنگبێەژ li bilûrê dixe; bilûra dirêj, zirav û narîn tê ziman, evîn û evîndaryê, ḧez û ḧezkirnê, veqetîn û ḧesretê, derd û keserê tîne zimên. pêçyên dengibêj, bi hostehî û hunermendî, li ser qulkên bilûrê digerin; dijîtî û berberî, dexesî û hesûdî, dek û dolab, fîtne û fesadî di navbera qulkan de derin û tên. mirin di navbera pêçyan de digere.

mîrê derketî, gerînendeyê kovara hawarê, guhê wê li ser dengê nerim ê bilûrê, pênûs di destan de, li ser kaxzê sipî dinvîse;

bilûra min a şîrîn

tu di sarya sibehê

û hingûra êvarê de

hevalê bêhevalan,

destibrayê şivan û dilketyan î.

dengê te,

hêstirên dilên xemgîran,

silava ji hev -veqetyan.

girîn û zarîna dilketyan

tîne bîra min.

bilûra min tu yî,

xemrevîna terkeserên dinyayê!..»

dengibêj û bilûrvan devê bilûrê dibe alyê rastê devê xwe, herdu lêvên xwe vedkişîne û bi nefeseke dirêj li bilûrê dixe; dengê bilûrê mîrê tenê û dengibêjê wî dibe kûrahyên dewr û dewranan, nik beg û mîran, dawet û dîlanan, şer û pevçûnan, nêçîr û nêçîrvanan, ’egîd û şervanan... dengê bilûrê wan davêje ser pişta mûyekê ji çîrokên «hezar û şevekê» û wan dibe welatê xewn û xeyalan, bav û kalan.

mîr ji qedeha xwe ya araqa lubnanê çend qulit vedxiwe, ji cixara xwe nefeseke kûr dikşîne, serê xwe ber bi jor dike, bi qasê kêlyekê, çavgirtî, difkire û dîsan vedgere ser kaxzê sipî û dinvîse;

«dengê bilûra min,

çya û zozanên bilind,

kanyên bi gul û rihan dorgirtî,

guhê şikefit û serê zinaran

guhdarên te ne!

u sura bayê ẍerbî

te di nav pelên darê de digerîne.»

bilûrvan nefeseke kûr dikşîne û dîsan bilûrê dibe devê xwe û lêdxe; mîr û bilûrvan, tevê dengê bilûrê, li xweşyên cîhanê, bedewyên bihuştê û xezebên dûjehê dinhirên. deng, pêl bi pêl, bilind dibe. axîna evîna qurimçî, mirazên şikestî, pêl bi pêl, dil û ruh vedgirin. porê dirêj, çavên reş ên kilkirî, awrê nerim, bêdengya evîn û evîndarê, gav bi gav, bi dûr dikevin.

agir bi dil dikeve, pêl bi pêl. çav tên girtin, xwîn, pihêt, di damaran de diherke. dengê bilûrê mîr û bilûrvanê wî hildigre û dibe, bi firê dixîne.

mîr ropeleke no ya deftera li ser çogên xwe vedke û dinvîse;

«bilûra min, were em ê

bi wî çyayê bilind re

bi hewa kevin

u bibin cîranê bayên xurit

u hevalê kimtên wan

yên bi mij û dûman,

u tê de dengê xwe berdin

u zarîna dengê me

bikeve nav kortal û gelyan

u bêcanya ’erdên jêrîn bihejîne;

u pêlên ava heftireng

ên xemzebaz

nalîna me bighîne

deşta sirûc û dyarbekirê;

u berya mêrxasên berazan;

û kalîna berxan,

tev şehîna hespan

li me vegerînin.»

bilûrvan dev ji bilûrê berdide, bi evîn û rêzdarî, mîna ko zarokekê deyne, bilûrê datîne kêleka xwe, ser textê razanê. bilûrvan westyaye.

ax, ew rojên hanê! ax, nivîskar! ax, nivîsandin!.. ax nivîsandina bilûrê! ez niha çi bikim? li ber bûyerên wan rojan bikevim? yan jî ez wan rêzên şihîra min «bilûra min»

bi bîr bînim û kêfxiweş bim?

rêz xweş, lê bûyer, pêwendî û ḧisên ko ew rêz dafrandin, nexweş bûn. mirin dîsan li dora min bû. bîhin û hilma mirnê ji nav ropelên defterên min û ropelên hawar -ê bilind dibû; mamê min xelîl ramî li lubnanê wefat kirbû, dostê min, hostayê rojnamevanya min mewlanzade rif’et beg li ḧelebê mirbû. dostê min ê ’ezîz, hezkarê welêt, şêx ’evdireḧmanê garsî, li ser nimêjê, bi destê nokerên dijmin, hatbû kuştin. mamê min ’evdireḧman, xwedî û gerînendeyê rojnama yekemîn a kurdan «kurdistan», li sitembolê, di nav bêdengyeke dilsoj de, mirbû. hin dost û nasên min ên din li sitembol, parîs, bêrût, serê kahnyê, ’îraq û îranê mirbûn. evîna min, «dona mya» min mirbû. xewnên min ên rojên bê ko bi neqşên evîna evîndara min ve hatbûn neqşandin, mirbûn. deftera ko evîndara min dabû min û min kurte -notên xwe tê de dinvîsîn, winda bûbû û mirbû. ez bûbûm pasevanê mirnê, dilê min bûbû gelyê mirnê. u karê min jî, jixiwe, dyar bû; bi gotnên kevin û mirî yên kurdî mijûlbûn! gava şev dihat û perda xwe ya reş davête ser wextên razan û mirnê, min jê, di bin perdê de, miryên xwe ji bîran derdanîn û danîn hiş û bîran... bi peyv, gotin û qiseyên mirî...

peyv, gotin û qiseyên mirî...

ez nizanim çima, lê te ḧeta niha tu carî qala ḧal û hewalê gotnên kurdî nekir. te qala karê min ê wan gotnan jî nekir. lê belê, derketin û weşandina kovara hawar -ê bi xwe, ji bo wan gotnan bû. her çawan zêrîngerekî, bi kitekit, li karê xwe hûr dibe, ez jî, welê, bûbûm zêrîngerê gotnên windabûyê, jibîrbûyî û mirî yên kurdî. ez, zarokê muhacryê, lawê muhacran, sitembolyekê kozmopolît ko ji welatê kurdan û kahnya zimanê kurdî bi dûr, di nav ziman û çandên cuda de, mezin û perwerde bûbûm, li şamê, bajarê şevên dirêj, ketbûm pey gotnên kurdî yên bav û kalan...

niha nayê bîra min ka kî bû, lê di wan rojên min ên alemanyayê de, min ji feylesofekê xwendibû, feylesof weha digot; em hatin dinê û jyan da ko van gotnên ko li ber xeterê ne, ji bo we, xelas bikin. ev gotin bûbûn qedera min û heval û alîgrên min ên hawar -ê. ez, kurdê welatê ẍerîbyê ko min nikarîbû bi kurdî nameyekê binvîsanda, li şamê, bajarê şevên bêxew, bûbûm pasevanê gotnên kurdî ko li ber xetera mirnê bûn.

ew divya nemrana. gotnên kurdî, zimanê kurdî, divya winda nebûna. pir tişt û heynên kurdan winda bûbûn û mirbûn, bi qewlê nîtşe, kurd bûbûn jihevketî û derketî.

kurdan bi zimanê xwe nexwendibûn, nenvîsîbûn û perwerde nebûbûn. ji bilî kilasîkên kurdî û hin eserên din, zimanê kurdî neketbû defteran... u li tirkyê, rejîma no zimanê kurdî, yekcar, qedexe kirbû... lê ziman, zimanê kevnare yê rohlatê, divya nemra. loma jî, hê di ropelên pêşîn ên kovarê de min weha nivsî; yekbûna kurdan bi yekîtya zimanê kurdî çêdbe. yekîtya ziman jî bi yekîtya herfan dest pê dike. u min di dûmahîkê de jî weha dewam kir û nivîsî; miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin. ol yek. ziman dudo. lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingê çek bi tenêye û bend tenê zimane... loma jî ez di wan şevan de ketbûm pey gotnên kurdî; armanc, bendewar, ’erdinîgarî, bingeh, cyok, dehker, dîrok, jînenîgarî, pironvîs, ferhengok, zimanazîn... we bi sedan, hezaran gotnên din ko yan winda bûbûn û mirbûn, yan jî di kûrahyên sitran, çîrok û destanên eḧmedê fermanê kîkî de veşartîbûn... loma jî ez ketbûm pey alfabeyeke têkûz, giramereke têkûz û zimanekê têkûz.

loma jê ez bûbûm pasevanê şevê, mirnê û gotna kurdê ya li ber xetera mirnê û min li sitran û bilûra dengibêjê xwe guhdarê dikir. dengibêj, dîsan, bilûrê dixe destê xwe, wî dibe ber lêvên xwe û dibe bilûrvan; dengê zîz, nerim û xweş ê bilûrê wextan dixe nava hev, dewr û dewran dikevin zikê hev. wext, dewr, tarîx, bûyer, însan û însanyet li ser baskên sitêrkên hezar salan ên şevên şamê derin û tên.

mîr du rêzên ropela no ya deftera li ser çogên xwe xêz dike, li derve, li sitêran dinhêre û dinvîse; «bilûra min, binêre û bibhîse!

roj çû ava,

sitêra êvarê bû geş

kolosên çyan ên gewr

u hewranyên wan ên sor û zêrîn

bûne cûn;

u pêlên ava şevê ên reş

ketne deşt û newalan,

ḧeta royê gir û kepezan.

di qeraca de

kevir pyê şevgera dixapînin,

u bêdengya şevê de

pêjna lingên mêrxasan tên.

bilûrvan simbêlê xwe yê sipî ba dide, zimanê xwe li ser lêvên xwe dibe û tîne, bi xwezî gewrya xwe şil dike, çavên xwe digre, qirka xwe xwar dike û vedkişîne û bi nefeseke têr, bi aheng, li bilûrê dixe; geh deng bilind dibe, geh nizim. dengên cihê yên bilûrê, perde bi perde, xwe dighîne ruhê mîr.

mîr, çav li ser rêzên nivsî, bi tenê li bilûrê guhdarî dike. bi tenê dengê bilûrê xwe dighîne wî. mîr qedeha nîvçe ya araqê vedxiwe, rîh û simbêlê xwe paqij dike û dinvîse;

«bilûra min, dengê xwe berde!!

dinya, mîna zarokekê berşîr

ket dergûşa xwe;

dengê xwe berde bilûra min

u jê re bilorîne, xema wê birevîne!!

bilûra min tu yî!..

sitêr qelistir dibin, rojeke no li ber zaynêye. hê ezanê dest pê nekirye, hê li wan nebûye sibe, lê ji derve deng tên. di ser dengan re, dengê bilûrê, dîsan, bilind dibe; dengê kesên ko terkî welatê xwe kirne, terkî evîn û evîndarên xwe kirne, di heyamên tarî re derbas bûne, bê cîh û şûn, war û welat mane, xwe sipartine şevan, belê dengê wan û sya dengê wan, bi alîkarya mîr, vedguhezin ser kaxzên sipî. dengê bilûrê li ser kaxzên mîr difre;

«xemrevîna terkeserên dinyayê;

u li rohelatê dema ko dinya hişyar dibe ji me re

sitrana azadî û serbestya kurdistanê binehurîne

u dengê wê sitranê, bila

mîna tîrêjên rojê yên pak û zêrîn

bikeve nav dil û guhên me bilûra min

tu yî xemrevîna dilketyên welêt...