2

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 6 Xulek  510 Dîtin

germahî û şefqeta ko celadet beg di welatê ẍerîbyê de li peye, gelo di nerîna van çavên cwan û reş de ne?..

- canan!

- celadet!

- canan!..

celadet beg cananê, hevala rojên sitembolCihê, ber bi xwe dikşîne û wê hembêz dike. car bi car. pihêt. bi coş û hez.

- canan, ew dibêje û bi xurtî li çavên wê dinhêre, canan, çima tu napeyvî? ev çi ḧale, canan?

ev çi qedere, çi qedereke terese!

- ez çi bibêjim, celadet, cecoyê ruh û bedena min? ma gotin qîma her tiştî dikin?

celadet beg ji sitûyê wê radmûse. lêvên wê yên qelew û şil li ser sitû derin û tên.

destên wî li ser bedena tazî, hêdî hêdî, digerin. mîna ko dest dixiwazin bedenê, ji no ve, keşif bikin. beden jî, li gora tevgera lêv û destan, xwe dilvîne. hêdî hêdî, bi dûzan, bi hostehî.

- canan, yara xewnan... celadet beg, bêyî ko serê xwe rake, dibêje. tu divê bizanbî, herçend tu dûrî min bûyî, ewçend jî tu nêzî min bûyî. hertim, li her derî. li alemanyaCih û munîxCih ê, li misirCih, lubnanCih û sûryêCih, li her derê, tu li nik min bûyî. çavên min bi xeyala çavên te yên reş û şêrîn dihatin girtin. çavên min bi xeyala bedena te ya sipehî vedbûn.

celadet beg xwe hinekê rast dike, serê xwe radke û li cananê, li bedena zirav, xweş û sipî dinhêre. bi qasî kêlyekê, ew, bê ḧereket, lê dinhêre, ji serî ḧeta jêr, ji jêr ḧeta jor. paşî, ew bi destê xwe yê rastê lehîfên li ser textê razanê, bi hêdîka, dadxîne ’erdê.

- piştî evçend wext, evçend ḧesretê... tu tişt divê bedena te veneşêre... tu tişt... nêzîkahî û dûrahya bedena bêrîlêkirî... ma tu dizanî ew çi agire, ew çi pizote ko bi bedena mervan dikeve?..

celadet beg, cîhê xwe rast dike, xwe hinekê din nêzîkî canana ko dirêj bûye, dike, li kêlekê rodne û bi destê xwe yê rastê bedena wê mist dide, destê xwe, hêdî hêdî, li ser bedenê digerîne. u ew li çavên wê, li kûrahya çavan dinhêre.

- min tu ji çavên te nas kirî... tevî ko konyak û şampanyayê ez sermest kirbûm û ewçend xelk li dora me bû, min tu nasî... ji çavên te yên reşk... gava min çavên te yên ko mîna heyveronê dibirqîn, dîtin, min tu nasî. te şekil û şemala xwe guhertye, por guhertye, lixiwekirna xwe guhertye, lê çavên te yên kildayî her mîna xwe ne, ew neguherîne... lê piştî evçend salan, ma me dê weha hevûdu bidîta?.. tu, jina dîplomatekê dewletekê ko li pey qesta mine. ez, nevyê mîr bedirxan, kurê emîn alî bedirxan, pirins celadet alî bedir -xan, ko bûye derketî û li welatên ẍerîb li pey sitaryeke biçok û dozên mezne!

welê bû, doza ko ez pê rabûbûm, mezin bû, lê ez muhtacî sitaryeke biçok bûm. neçarî, feqîrî û bêgavî, dîsan, li dora min bûn. u canan jî, mîna gula topa axirzemanê, bêxeber, bêhay, hatbû û di navenda mal, war û jîna min de teqyabû! ez û canan, li welatekê ẍerîb, li sûryê... çîrok dirêje, pir dirêj. ropelên bîra qederê têra vê çîroka balkêş nakin. (rojek ji rojan, eger tu, dîsan, li wan rojan vegeryayî, hingê tu dikarî romaneke xweser li ser vê çîroka me binvîsî.) lê çîroka me di nav kor -dîplomatîka sûrye û lubnanê û kurdên sûryê de belav bûbû... heke ez kitektan li alyekê bihêlim û werim ser esasê, kurtebrya çîrokê weha bû; min ji hin heval û dostên xwe hin pere deyn kirin û piştî gelek zeḧmetyan, canan hilda û çûm lubnanê, bêrûtCih ê.

du xortên kurdên lubnanê ko li bêrûtê, li unwersîta amerîkayê dixiwendin û gelekê jîr bûn, ji bo me, min û cananê, li taxa herî xweş a bêrûtê, sursokê ko li ser girê eşrefyê bû, di otêleke gelekî xweşk de, odeyeke xweş kirê kirbûn. sursok û eşrefye hem pir xweş hem jî pir sakîn bû. ehlê wan deran jî file û marûnî bûn. wan em nednasîn û haya wan ji me nîn bû. em li odê bûn, ji bo qesta felekê û fahmikirna dolab û çerxa ko felekê li dora me badabû, em li odê, li ser textê razanê, di nav nivînan de bûn. me pişta xwe dabû çya û zinaran, berê xwe jî dabû av û deryan û me hevûdu û bedenên hevûdu, ji no ve, dinasîn...

- canan, tu bide qedrê xwedê, çima hîç deng ji te derneket? ji alemanyayê, min nameyên bêhejmar şandin, qasîd şandin... çima te bersiva min neda? çima tu winda bûyî?

celadet beg nefeseke kûr ji cixara xwe dikşîne, dîsan, li çavên cananê dinhêre û jê dipirse, pirsan li pey hev dibêje.

- ma qewlê me ne welê bû ko me dê xwe bigîhanda hev, -digel her tiştî, tevî her celeb musîbet û belayê?

- mon şêr, canan balîfa celadet beg jê dixe bin serê xwe û dibêje, niha ez çi bibêjim jî valaye... qeder...

- cananê, delalê... çawan qeder? bi qasî ko ez te dinasim, ez dizanim ko tu ewçend bi qederê ne bawer î... qedera çi, canan?

- sevgil ceco... her tişt bi leza birûskê hat. sala ko tu û kamuran çûn û we terkê sitembolê kir, 1922 bû. piştî çûyna we, rejîma no ya mistefa kemal sitembol jî bi dest xist. di 1932 -an de jî fermana we a te, birayên te sureya û kamuran û bavê we rabû. deryê vegerê li ser royê we hate girtin, rya vegera we hate birîn. ez zaroka sirgûnê me, tu dizanî, bav û dya min muhacîrin. çavê min ji sirgûnê, ji welatên dûr û ẍerîb, ji jyaneke nenas ditirse. tu jî xwedyê dozên mezin û şoreşger bûyî. paşya te birî, pêşya te nedyar bû. ez boşnak, tu kurd, zimanê me tirkî, welatê me nedyar... ez tirsyam ceco, ez tirsyam... min bi tîrên xedar ên tirsê evîna dilê xwe kuşt... kuşt...

canan herdu destên xwe dibe royê xwe û digrî, bi deng, bi qîrîn, digrî...