6

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 7 Xulek  507 Dîtin

- hevalên ’ezîz, xelk tîye, ji serfirazê û bi serketnê pê ve, tu tişt tya xelkê naşkîne, xelîl ramî beg, kalê civînê, dibêje û gotna xwe didomîne. ev xelkê belengaz her bindeste, her darbe dixiwe, her dibe dîlê xelkê. bi sedan sale ko qedera vî xelkî weha kambaxe. kevrên xwedê hemû li ser vî miletî sitûxwar û bêkes barîne. ma ne wexte ko ev qeder biguhere? partî, xoybûn divê bi vî karî rabe, divê vê qederê êdî biguherîne.

kurdên derketî yên tirkyê û kurdên lubnan, sûrye û ’îraqê gihîştine hedefa xwe ya yekemîn. wan bi hev re, li lubnanê, partya xwe ya syasî, partya xoybûnê, damezrandine. hemû kurdan, aẍa, beg, şêx, serekeşîr, ronakbîr, zana, nivîskar, rojnamevan, esker, zabît, kumandar, bijîşk, mamoste, karker, gundî, rênicber, mêr, jin... hemûyan xwe li dora partyê girtye. bi gotna xelîl ramî beg, wan bi hev re çirûska hebûn û rabûnê pêxsitine. partî bûye sitêrka şevên reş, hêvya heyamên tarî. partyê ji niha ve deng daye. lê kêmanî hê pir û pirin. ji partyê re rêxsitineke têkûz ko li welêt xurte, divê. jê re pêwendyên xurit yên navneteweyî divên. jê re îmkanên aborî divên, xelk û ’eşîr, çek û pûsat, esker û kumandar, rêber û pêşewa, çûyn û hatin, xwendin û nivsîn divên.

jê re liberxiwedaneke qehîm, serîhlidaneke xurit divê.

loma, îro, di vê roja xweş a bihara lubnanê de, mîna gelek carên din, rêber û damezrevanên partyê li hev roniştine û li pirs û hedefên partyê hûr dibin. mîna her carê, meznitirînê civatê xelîl ramî begê bedirxanî, mamê celadet, muteserfê kevin ê malatyayê, civînê bi rê ve dibe. ew li saloneke biçok a pansyonekê roniştine. ev civîn, civîna dawîn a serekatî yê ye. piştî vê civînê, ew ê, ji bo kar û şixulê partyê, belav bin û heryek ê bi derekê de here. civatê di nav xwe de hin karên esasî belav kirne; celadet û memduḧ selîm beg bûne berpirsyarên giştî yên gerandina karên rêxsitinî û îdarî. kamuran bûye berpirsyarê malî. sureya beg, mewlanzade rif’et beg û hin kesên din ko ne li civînê ne, bûne berpirsyarên pêwendyan. u îhsan nûrî paşa ko di ordya osmanyan de zabtekê navdar bû û niha li çyayê agiryê rêberya serhildaneke kurdan dike, bûye kumandarê giştî yê hêzên çekdar ên partyê.

em li taxeke derveyî beyrûtê, di salona biçok a pansyonekê de civyabûn. tevdîrên me temam bûn. li der ji malbata haco aẍa û şahîn began çend kesên çekdar li nobetê bûn. li pansyonê jî, ji me pê ve, tu kes nîn bû. xwarin û vexwarna me ya çend rojan ḧazir bû. civîn gelek girîng bû. em her yek ji dereke dûr hatbûn... eger hişa min min nexapîne, ez bawerim, civînê du roj û nîv dewam kir. me gelek pirs zelal kirin, kar û bar dyar kirin û hîmên esasî yên partyê ava kirin.

kî di civînê de hebûn? mixabin, hemû niha nayên bîra min. lê ez, simbêlqusandî, li wir bûm! kekê min sureya, simbêlbadayî, ji misrê hatbû û li wir bû. kamo, birayê min ê no simbêlberdayî ko doxtora xwe li munîxê temam kirbû û dabû pey min, hatbû, li wir bû. em hersê bira, bi xurtî, bi dil û can, ketbûn nav refên pêşîn ên tevgera no ya kurdî. (eger tu xuşk û birayên min ên din, tewfîq û ḧîkmet bipirsî, ew li sitembolê bûn û hema çi bigre tu pêwendya me bi wan re nîn bû. bi do wefata bavo re, dya min û mezo, li ser daxwaza wan bi xwe, vegeryabûn sitembolê, mala me ya kizlitoprakê. ji bo selameta wan, me nedxiwest tu pêwendî bi wan re danya.) mamê min xelîl ramî beg ko ji alyê rejîma no ya tirkyê ji welêt hatbû derxistin, tevî vî umrê xwe yê kal, li wir bû. yek ji nêzîktirîn dostên min ên sitembolê memduḧ selîm beg, mîna her gavê xweşlixiwekirî û porşehkirî, li wir bû. xwedyê rojnama me ya sitembolê serbestî, hostayê min ê rojnamevanyê mewlanzade rif’et beg ko mîna mamê min, hatbû bi dûrxistin, westyayî û hişa wî li dereke din, li wir bû. yanê birekê girîng ê jîna min a sitembolê koç kirbû û hatbû lubnanê.

ji kurdên sûryê mistefa û bozan şahîn beg, ew herdu birayên qedirbilnid, simbêlbadayê, li wir bûn. haco aẍa, serekê ’eşîreke mezin û dostê malbata me, li wir bû... u hîn gelek kesên din ko niha nayên bîra min. me gotbû «destê bi tenê deng jê nayê» û xwe dabû hev. îcar me dil hebû, bi qewlê mamê min, tya xelkê belengaz bişkanda û qedereke xirab û kambax a sedsalan biguheranda.

heçî ez bûm, belê, gava ez ji misrê daketbûm lubnanê, mîna nîşana dem û heyamên no, min simbêl jêkirbû. lê mîna pirî caran, ez di vê fikira xwe de jî şaş ketbûm. mîrê kurdan bê simbêl nedbû! kurdan mîrên xwe bi rîh û simbêl dizanîbûn... min dîsan dest pê kirbû û simbêl berdida. ev yek.

a diduyan, min dîsan dest pê kirbû û deftera ko cananê, yara min a nemir ko min dikir, nedkir, nikarîbû şopa wê hilda, dabû min, ji no ve, piştî wefata bavo, vedkir. defter ji bo xulase û kitektên rojên germ ên partyê divya. min ew ji çanta biçok a textîn derxistibû û xistibû paşla xwe. jê bîhna cananê dihat. defter û xeyalên yara windabûyî êdî li nik min bûn.

a sisyan, min dest pê kirbû û royê xwe ji ewrupa dizîvrand û ber bi welêt dikir.

monîka name dişandin da ko ez biçûma zyareta wê. piştî wefata sefter, pelîkanê çend name nivsîn da ko ez vegeryama alemanyayê û min ew û qebra sefter zyaret bikira. hevalbendên me yên partyê, ji parîsê, name dinvîsîn da ko ez biçûma zyareta wan. lê ez divya li rohlata navîn bimama. xebat û şixul li navçê pir bû û li navçê girîngitir bû. (min pir dixiwest biçûma ser gora birayê xwe yê sûdxirab û bêkes, lê min keys neddît.) min xwe sipartibû şevên sipî yên lubnanê û gav bi gav, nêzîkî li dilê rohlata navîn dikir, tûla li ser rûyê wê radkir.

- partya xoybûnê hebûna meye, heyîn û heyîtya meye, haco aẍa li ber xwe dinhêre û dibêje. me hemûyan pir şaşî kirin. dijminan jî ev şaşyên me bi kar anîn. u dewletên serketî, nemaze îngilîstan û firanse, mîna ko mesûlê şerê cîhanê em bûn, welatê me perçe kirin, pişta me şikandin... doza me mezne. bila xoybûn bibe xwedyê me, xwedyê doza me.

piştî ko haco aẍa gotna xwe xelas dike, xelîl ramî beg radbe ser pyan û dibêje, - birano, ev bûn çend sa’et ko em li ser van kursyên hişk roniştine, em qersîn... em westyan... birayên me li jêr xwarin ḧazir kirne, em dakevin û paryekê bixun.