3

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 5 Xulek  301 Dîtin

celadet lê dinhêre. hevalê wî yê sitembolê, dostê wî yê şevên pera û galatayê, memduḧ selîm beg her mîna xweye. tu guherîn li ser ro û roçkên wî naxwîn.

- mîrê min, tu neguherîy, memduḧ selîm beg bi ken dibêje.

- min ê jî eynî tişt ji bo te bigota, memduḧ beg.

piştî çar salan, di rojeke vekirî û zelal a lubnanê de, herdu dostên kevin li salona oteleke mezin a beyrûtê hevûdu dibînin. ji navberî çar sal bihurîne. çar salên gelekî girîng û bûyertijî ko gelekî tesîr li herduyan jî kirye. herdu li kêleka pencera fireh û dirêj a salonê, li ser kursyên çermîn, li hember hevûdu, roniştine. ji der, tîrêjên tava ko li ser deryayî rawestaye û hêdî hêdî diçe ava, di pencerê re, xwe bi coş dighînin hundir. dinya germe. pencerên salonê li derya dinhêrin. derya bi şinahyeke vekirî, ḧeta û ḧeta, dibirqe.

- celadet beg, ma kê dizanîbû ko me dê li vir hevûdu bidîta!

- jîn, memduḧ beg, jîn... ma te bi xwe navê kovara xwe ya sitembolê nekirbû jîn?.. jînê em avêtin van deran, em ketin ber pêlên xurbetê, bi qewlê dengibêjên me, felekê kumê xwe li serê me xwar kir, memduḧ beg.

garsonekê, di nav sinyeke sipî yê zîvîn de, du qedeh û vexwarna ko wan xwestye, tîne, qedehan ḧeta nîvê tijî dike û dere.

- celadet beg, min dil kir em hevûdu dîtna xwe bi qedeheke şampanya pîroz bikin, bi vê qedehê dest bi êvara xwe bikin. şampanya li vir hem xweşe hem ji avê erzantire. ev şûşe bi deh firankane, yanê bi pênce, şêşt qurîşên osmanî. loma min şampanya xwest. ez hêvîdarim, ew ê bi dilê te be...

- bê şik.

- mîrê min celadet, min bêrya soḧbetên me, rojên me yên sitembolê kirbû... em î îşev, hemû şev, bi hev re bin. xelîl ramî beg û mewlanzade rif’et beg ê jî ḧeta sa’etekê, sa’etek û nîvê werin. tiştên ko em bipeyvin, em bikin, pirin.

tav û tîrêjên tavê hawirdor bi rengên mahşerê neqşandibûn. tav li ser deryayî, wî alyê din ê aso, bi rengên jîndar û germ, diçû ava. aso kiras diguherî. ji kiraxên beyrûtê, di salona otêlê de, ji jor, me, min û dostê min, dostê bav û birayên min, memduḧ selîm beg li guherîna rengan dinhêrî. tîrêjên royê li ser royê me, bi germahî, digeryan û royên me mist didan.

memduḧ beg ji sitembolê dost û nasê me bû. ew jî yek ji serekên tevgera kurdî, zane û têghîştyên civata kurdî bû, gerînende û serinvîskarê kovara jîn - ê bû. wî jî, mîna me, ji bêgavyê, dev ji sitembolê berdabû û nikarîbû vegerya tirkyê. rêber, ronakbîr û zanayên kurd ji hev ketbûn û li cîhanê belav bûbûn. hinên wan li awrupayê bi cîh bûbûn, lê piranya wan derketbûn rohlata navîn, welatên cîranên tirkyê. gelekên wan li lubnan, sûrye û antakyayê ko di bin destê firansizan de bûn, dijyan. hinên wan jî çûbûn kurdistana ’îraqê ko di bin destê îngilîzan de bû. memduḧ beg jî li antakyayê bi cîh bûbû. rewşa wî jî mîna rewşa yên din bû; nebaş, belê nebaş... ma hewceye merv gotnê dirêj bike?

rewşa min?

mîna ko feylesofekê gotbû; swarekê nezan û nehoste çawan li ser pişta hespî rodne, ez jî li ser pişta jînê welê roniştibûm. eger ez ji ser hespê jînê nedketim, ew ne ji hostehya min, lê ji esaleta hesp bû... di wan rojan de, min xwe gîhandibû rohlata navîn. min serê hespê xwe di wê axa germ a şewtî de berdabû. hesp çargavî diçû, ji ber esaleta xwe, wî rê li ber xwe rast dikir.

xelîl ramî beg û mewlanzade rifat beg, herdu bi hev re, ji deryê salonê dikevin hundir û ber bi celadet û memduḧ beg tên. pêşî celadet wan dibîne, ew bi kêf radbe ser pyan. memduḧ beg jî pê re. herdu, bi hev re, ber bi mêvanên no derin. celadet ko heyecana wî ji ro dixuyê, dere royê mewlanzade rif’et.

- rif’et bey, ustadTirkî!..

- bîklarî kesmişisin celadet beyTirkî!

mewlanzade rif’et beg wê ber bi xwe dikşîne û hembêz dike. herdu, bi qasî kêlyekê, hevûdu, pihêt, hembêz dikin. piştî çend salan, celadet û mewlanzade rif’et hevûdu, no dibînin. hemû bi hev re vedgerin cîhê xwe, celadet û memduḧ selîm beg cîh nîşanî wan dikin û ew rodnin.

- belê, min simbêl jêkirin, lê min dil heye dîsan berdim. li van deran bê simbêl hîç nabe, celadet dibêje û ji alyekê ve jî, bi dest, bang garson dike.

- lê weha jî li te hatye. tu cwantir û çelengitir dixuyî. tu çawan y? min bihîst ko tu li mala xelîl ramî beg dimînî. sureya beg, kamuran beg, ew çawanin? min bihîst ko ew ê jî werin...

- mala me dê şên be, mamê celadet, xelîl ramî beg dibêje. jixiwe ji niha ve celadet mal şên kirye, ew ê şêntir be.

- mîrên min, hûn bi xêr hatin, memduḧ selîm beg dibêje û bêyî ko li bersiva wan bisekne, didomîne, piştî bi sedan zeḧmetî, me hevûdu dîsan dît... tiştên ko em bipeyvin, em bikin, pirin.

em êdî zû bi zû dev ji hev bernadin...