qani’ û kerekey

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  2020 Dîtin
kerêkim bû çi ker? wek ba û boran
kerêkim bû çi ker? barkêşî dewran
kerêkim bû çi ker? çeşnî seyare
kerêkim bû çi ker? wek şêrî meydan
kerî nûḧî nebî, bapîrî em bû
legeł gwêdrêjî ’îsa, xał û xwarzan
be laşe berz û zik estûr û ser zil
kefeł gurc û perasû çîx û gwê pan
şeqawdar û dû şane berz û mil qinc
kilk şoř û sipî tûk û qewî dan
le kewşî sim heta larî řefîsgey
xetêkî mussiteqîm be kesir û nuqsan
şewê pêm wit: çilonî yarî dêrîn?
ewa serma bizût, destim be daman
îtir zistan û katî dar kêşane
wekû sałanî pêşû bêre cewlan
ne nanim hes, ne şekirim hes, ne çayî
ne bergî xom û jînî baqî xêzan
hemû, her çaweřwanî hîmetî toyn
binirkêne be baro û bêyte meydan
wełamî kere şîn:
witî: qani’! esef bo bê ḧeyayît
ḧeya zor xoşe bo pyawî bewîjdan
be kam cê? kam gewř? kam nał û bizmar
be kam řeşwe û cil û cilbend û kurtan?
eme çil sałe min barkêşî êwem
be xew nemdî cewałî ałf û dan!
wesay nałbendî min, wek teyrî ’enqa
nebînrawe, le řûy dewranî dewran
be ew nałe qesem, netda le jêr pêm
be ew coye qesem, nemnaye jêr dan!
qesem bew gaze nemdîwe be ’umirim
be ew çekuşe, ke nemdî mer le lêdan
ebê xêrim nebê ẍeyrî zeře zeř
eger wirdîşî key e’zam be goçan