3

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 6 Xulek  690 Dîtin

celadet, canan û herdu birayên celadet, kamuran û tewfîq berê xwe didin galatayê, restorana cenyo da ko li wir tiştekê vexun, heta ko keştya sa’et pêncê danê êvarê tê. cenyo mîna îstasyona keştyane, kesên ko li hêvya hatna keştyanin, tên vir, çendek rûdnin, tiştekê dixun û vedxun û paşê derin. kesên ko tên, bêtir rojnamevan û nivîskarin. haya wan baş ji guherîn û pêşketnên cîhanê, rewşa dewletê û lîstikên syasî yên li pey deryan heye. piranya wan di rojname û kovarên cagalogluyê de dixebtin û alîgrên hêz û komên syasî ne. ji ber vê yekêye ko navê cenyo bûye «beroşa gotin û paşgotnê.» nûçeyên herê dawîn ên her tiştê, pêşî ji cenyo tê bihîstin û paşê belav dibe.

di van rojên dawya tebaxa 1914 -an de, nûçe û xeberên pir giran û girîng, bi leza birûskê, li pey hev tên. şerekê pir mezin ê cîhanê dest pê kirye, dewletên herî mezin û destihelatdar ên cîhanê ketne hev. firansiz, îngilîz û îtalî li alyekê ne, aleman, nemseyî û rûs jî li alyekê ne. herdu alî jî bi xurtî derin ser hev û bi xurtî hewl didin ko enya xwe, bi dewletên dost û alîgir, fireh bikin. ji bo herdu alyan jî hebûn û piştgirya dewleta osmanî pir girînge û herdu alî jî li pey dostya dewleta osmanî ne. lê belê, dewleta osmanî ko di destipêkê de ne xwedyê syaseteke dyar bû, niha syaseta xwe dyar kirye; ew piştigrî li enya alemanan dike. dewletê bi alemanan re peymaneke dostyê îmze kirye, ceneralekê alemanî kirye serokê hêzên eskerê yên dewletê, seferberê îlan kirye, hemû peymanên kevin ên bi dewletên din ên ewrupê re, bi serê xwe, fesix kirye û niha jî di nav ḧazryên nu deye.

nûçeya herî dawîn a cenyo eve; îtîḧadçê ko dewlet bi dest xistine û karên dewletê dimeşînin, ḧazrya êrîşekê mezin dikin. ew ê, bi îhtimaleke mezin, bavêjin ser rûsyayê. we ew ê herç kesên ko dikarin çek hildin, bikin esker.

di nav van xeber û ḧazryan de celadet û canan jî ḧazryekê dikin; ew ê di demeke nêzîk de destigirtî bin. ew ê di cenyo de hem hinekê rûnin û hem jî biryara xwe ya no ji kamuran û tewfîq re bibêjin. canan, bi bejna xwe ya dirêj, bi porê xwe yê dirêj, bi çavên xwe yên hunguvîn, îro, di nav fîstanekê binevşî de, bûye mîna jineke xewnan. çavên wê yên kilkirî, mîna esmanê îro, dibirqin. rûyê wê yê xweş û sade dikene, mîna vê roja germ, germe, dilê dor’alî germ dike.

gava ew li kêleka maseyeke dirêj rûdnin, kamuran dest li garsonê li ber derî dike û bi ken ji yên dora xwe re dibêje,

- em ê vê xebera pîroz, bi qedeheke meya sipî ya cemdî, pîroz bikin.

pênûsa te rya xwe vedke, tu bi qîma xwe yî. min navê ders û şîretan li te bikim. lê tu jî dizanî, rya qederê ne raste -raste, fetlokeye, tê de gelek xaçerê hene û ew hemû qederin, qederê tînin pê. ez dinhêrim, bala te gelekê li ser şexis û serpêhatyên şexsîye. tu hin tişt, bûyer û pêwendyên dor’alî ko li ser rya qederê ne, ji bîr dikî, yan jî nikarî li hûnandina romana xwe bînî. em bibêjin, rewşa kurdan a wan salan, nemaze rewşa wan a li bajarê me sitembolCihê... bi alyekê ve, qedera min bi vê jî girêdayî bû, ev jî hîmekî esasî yê qedera min bû.

di nav wan teşqele û geremolên xurit ên syasî û civakî de, kurdan jî xwe dilvandin. destipêka salên 1910 -an, ji bo kurdan jî girîng bû. sala 1912 -an, wan yekîtyek bi navê hêvî ava kirin. amanca hêvî -yê reşandina hêvyê bû. kurd hewcedarê hêvyê bûn. kurdan, bi taybetî jî xortên kurdan, xwe li dora vê yektyê girtin. mam û pismam, ap û birazyên min jî tê de, bi xurtî, xebtîn. wan bi navê rojê kurd, bi gotna wê rojê, muceleyek derxistin. pismamê min miḧemed salḧ bedirxan serinvîskarê wê bû. ew bavê rewşenê bû. belê, rewşena ko dê paşê di rojên min ên teng û tarê yên jîna min a muhacir de, bibûya hevala jîna min û dya zarokên min. min rewşen jî, cara yekemîn, di wan rojên rojê kurd de dît. salḧ beg, ji bo kovarê, bi navê «hişyar bîn» bendek, bi kurdî, nivsîbû û dixiwest wê nîşanê me bida. ez jî li nik mamên xwe bûm. ew li mala mamê min mirad beg bû. rewşen û dya wê jî pê re bûn. bi gotna amojna sitî, rewşen hingê paryekî zarok bû. umrê wê ne li ser 4 -5 salan bû. ji wê rojê, porê wê yê gurimişkî û fîstanê wê yê rengîn di heşê min de man.

heçî kurd bûn, benda salḧ beg rewşa wan baş nîşan dida. benda salḧ beg weha dest pê dikir; «ji birayên me kurdan re hişyarbîn divê. heke ji paş niho jî em çavê xwe venekin û ji wê xewa giran hişyar nebin, ji me re kurdanya me nahêln û ê me ji nav holê bavêjin.» ev rêzên salḧ beg ko min jî paşê car bi car, ji no ve, bi gelek hêncetan, nivîsîn, hewcedaryên herî bingehîn ên kurdan bûn. kurdan yektî, zanîn, hişyarî û hêzbûn divya. kurdên sitembolê bi vî karî rabûbûn. malbata me bi xurtî di nav vî karî de bû, ez jî ketbûm nav refên wan...

min dirêj kir. min jî cerbandye, ez dizanim, merv çi jî bike, di neqşandin û avakirna xewn û xeyalên romanêkê de, nikare xwe bi her tiştî, bi her kitektê, bighîne. lê gotna min eve; di wan rojên tevîhev û bi lez de, li ser rya qedera min, li milekê evîn, ḧezkirin, coş, kêf, ḧazryên destigrityê hebûn, li milekê jî amanc û hedefên mezin hebûn.

- careke din, ji bo xebera pîroz, ji bo serfirazya canan û kekê me celadet.

canan, celadet û herdu birayên wî dilopên dawîn ên pyanên xwe vedxun û radbin pê da ko herin. êdî wexta çûynêye.