beyta şêxê sen’anî (6)
Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
7 Xulek
1668 Dîtin
300
ḧalê li şeyx reḧmanye; da hûn mebên nefsanye
wî yek dîye, yek zanîye; dîn kir meya weḧdanetê
ev reng dibê peyẍembere; şeyx mestê bada ekbere
xemra vexwarî kewsere; ew mey ji wê mêwê wetê
her mêwekê xemrek heye; her xemrekê temrek heye
van lewleban emrek heye; çerxek diçî, çerxa dî tê
her çerxekê dengek heye; her weqtekê rengek heye
her şoxekê şengek heye; babet dikêşî babetê
ew ḧorîya şeyx babete; ebyez yeda cih cennete
leb şekkera ney qamete; têk teyîbata ni’metê
ew teyîbat û teyîbîn; tersa beça puř hemnişîn
dê bête dest şeyxê emîn; cama ku qerqef bi xwe tê
cama xudê sîqal kirî; tejî şeraba al kirî
qismetê şeyxê kal kirî; kelbê syah dev nadetê
taha dibê nîşan eve; ew zahrî ji rengê meve
bandê subeḧ şeyx têteve; belkî ku kiç dipêvetê
ji bereketa weqtê sebayê; şeyx ’etar mizgîn gihayê
nû vekir sazê semayê; sofyan coş vêketê
sofyê musḧef ḧema’il; têk û vêk çûne muqabil
wan hilavêtin celacil; dengiha şeyx diẍefletê
şeyxî gavanê berazan; iştiha çû zikir û sazan
çeřřixî da çerx û bazan; meşîya nav dawetê
meşîya ji dûrve dyar bû; guh li dengê şeyx ’etar bû
hêj bi kunkox û zinar bû; xoh ji şerman vêketê
şeyx bûye dolab li deştê; melekê hadî gehşitê
wî zinar avêt ji puştê; şuştî bi ava reḧmetê
melekê hadî bixar hat; qisseta murişd bikar hat
şeyx bidestê şeyx ’etar hat; herwekî ji ke’bê vetê
duř ji beḧra «nûn» û «kaf»ê; şeyx ’etar îna keşafê
sofyan berda tewafê; xaç ḧebînê dil ketê
dil kete zikir û semayê; gazîya banga qezayê
dilberê li «dêra kelayê»; seknî, guh didetê
seknî guh da xuroşê; sofyan da noşe noşê
batnî kiç hate coşê; esera wan vêketê
esera nûra kemalê; agirê şeyxê şemalê
girte finda çav ẍezalê; ew fetîla şu’letê
şu’leya rohnî şefaf kir; ’ewr ji ber rojê belav kir
şeyx li meḧbûbê hetav kir; bir ji perda zulmetê
tarye nûr hate nêve; sofyan şeyx bir biřêve
mubtela bû kiç dipêve; bê qirar kir himmetê
sofyan yarê keçê bir; şeyx ji ser dînê neçê bir
cegera tersa peçê bir; şehsiwarê ẍaretê
şeyx ji ber weḧşan sefer kir; dilberê pêve nezer kir
muḧbetê dil ker biker kir; kiç girî wê sa’etê
dilberê berda girînê; histirê wê nazenînê
bûne cûbarêdî xwînê; tê ji ’ewrê firqetê
metera ’ewrê firaqê; tê ji re’dê iştyaqê
kiç ji ber hate rewaqê; gavekê na tebtê
kiç gavekê na sebrî; da’în li nik tê fikirî
tenha dibê çwa digrî; îro qewî bê raḧetê
îro qewî bê rengî tu; bê hevrîyu hevřengî tu
nabêy ji kê dil tengî tu; ji maştan bidûr ketê
ew maşta mawer didest; surme neda çavê di mest
taca muresse’ lê nebest; zincîr û taca dewletê
dohta mîrê gurcyanî; ser řefa qaz û sîyanî
nisbeta şeh tutyanî; nazka ḧûr teb’etê
ḧûrya bade firoşî; şev û roj xemrê dinoşî
etles û kemxan dipoşî; her bi zêř û zînetê
tu zînetê diber bike; fexir û taca bi ser bike
dêmê gulîn mawer bike; perdê helîn jiber soretê
jiber soretê perdê helîn; mawer bike dêmê gulîn
zulfa syah bi kilkilîn; tata bike li ser soretê
li ser soretê tata bike; hemyan şîrîn berba bike
saḧb dilan pê şa bike; tu dîna xelqê cebhetê
da’în dibê ya nazenî; bê zêř şefeq nadet enî
singê te û bê zêř û benî; xemil terkirin qet jê netê
xemla xwe dîsan kar bike; ḧemyan li bejnê bar bike
saḧb dilan pê har bike; herçî dera meyla tetê
ew ’enber û wê berbenê; barke li sing û gerdenê
pê dîn ke şeyxê yemenê; ḧeyran bibît li qametê
ev reng dibê ya çav belek; çibkim bi zêř, çibkim bi çek
lewřa ku dom naket felek; teḧilim ji vê bê murwetê
teḧilim ji çerxa bê wefa; ê bête dest cuz’ek sefa
hadir di hingêvî cefa; dewran dewamê nadetê
dewran qewî dom nakete; ruḧa şîrîn emanete
nê ecelê bê muhlete; wê reḧim bi meḧbûban netê
meḧbûb û nazk puř hene; hindî şepal û tuḧfene
da’îm viber xemla xwene; bi kes nadet merg,muhletê
paş ku merg û mirin hene; xemil û zînet bê faydene
misk û zubad û surmene; çavê di reş kil jê netê
çavan ji kêřa kil bikim; dê pûstekê li mil bikim
çim cennetê ḧasil bikim; darul beqa bikêr metê
min pûstekê baqî divê; kewser ji dest saqî divê
qelbê xwe muştaqî divê; bořek divê kiç pêře tê
min hespekê çûnxiweş divê; kimêtekê kapřeş divê
çapxûnekê puř meş divê; xoşçûn li teb’ê min ketê
min bořekê me’nek divê; bezayekê çelek divê
ne ji yê biber levek divê; min ẍemřevînek vêketê
dilberê boř ixtyar kir; mihteran zû kar û barkir
rahban bir lê swar kir; ew nizanin ’illetê
rahban ’illet nezanî; hespekê çûnxoş deranî
dilbera şeyxê yemanî; pê biser puştê ketê
xwe sivk avête puştê; furseta çûnê gehşitê
velvand carek li deştê; ’ubbeyan kî pêvetê
’ubbeyan da ber rikêban; bê ḧed û qewl û ḧisêban
bedewa muxils ji ’êban; gavekê bihin nadetê
bê ḧisab lê di lezînê; dem deman wî di tezînê
ji muḧbeta şeyx di bezînê; ba biber zulfan ketê
bay hejandin zulf û xêle; bedewê deybab kiḧêle
lê dirêj bûn deşt û hêle; ji canbê dêrê vetê
şeyx gotî: ya şeyx ’etare; nazka min ixtyare
xalqî ji dêrê hinare; rê girtîye pê pê metê
tê bi lez şubhetê bayê; li feresê çeng ji hewayê
di menzila sanî gihayê; roj di puşt rukbê ketê
ew dêm heyîva roj nezîr; saḧb cemala bê nezîr
şeyx û murîd çûne jibîr; her gerdişek di weqtê xwetê
gerdişa weqtê wicûdê; şeyx bire ’eynê şihûdê
sofyan berda sicûdê; ji ḧeq di xwazin minnetê
secdeya şukirê temam kir; mu’ciza şeyx dî, we tam kir
dilberê ewul selam kir; xoh ji şerman vêketê
wê xohê dîndar şefaf kir; muḧbetê dêm sor û saf kir
herduwan vêkřa tewaf kir; sofîyek nêzîk netê
sofyan şerma kiçê kir; wan ji dûr zikirê xudê kir
hûn binê qoce çi çêkir; kiç gehande tewbetê
xelqino binê, qoce çikir; ew cahla cwana bikir
ku mubtela anî zikir; te’lîm dide şehadetê
seddeq ji remza murişdan; dêm duř ji destê muliḧdan
anî terîqa zahdan; herdu gehane ḧezretê
li ḧizreta hev nagirin; li ber suřê na sebirin
herdu bi hevřa dimirin; li wê gihane wesletê
360
ji wesleta ḧalek we dî; herdu bi libsê cesedî
çûne ḧeyata ebedî; zava wu bûkê axretê
lew «mîm û ḧê» sohit ’işqihê; di dehsed û sala sihê
miksî ji wê mey mestehê; tewîl diket ḧikayetê
«miksî» ji ’işqê sohtîye; ev qewl bi şeyx ve nohtîye
ḧalê xwe têda gohtîye; ji «ẍeyn» û «lam»ê hicretê