beyta şêxê sen’anî (5)

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 7 Xulek  966 Dîtin
240
rûnîn li ser dîna şevê; er şeyx disojî misḧevê
raste cemala min divê; ḧeqiq û yeqîn min bi tetê
leb şekera duř di deve; go: xebera paşî eve
er tê bi ser dînê meve; bikêrî baqořê metê
ez lew dibêm vê gotnê; er ’arfê me’nê binê
sergeşte’ê dîna minê; tu min bigirne axretê
dê ’aşiqan meylek hebê; guhdarê meḧbûba xwebê
qet hay ji paş rojê nebê; li intizara wesletê
lew ’işq û muḧbet ismekin; me’şuq û ’aşiq cismekin
herçar di hevda qismekin; şeyxek divê me’nê bidetê
şeyx go: tu necata minî; îḧram û mîqata minî
neynik û mir’ata minî; ser ta qedem têk ru’yetê
ser ta qedem têk neynkî; misbaḧ û nûra bê şikî
leb le’lî, sîma nazkî; twî muhrya letafetê
muhrya rohna şefîfî; neynka şeyxê şerîfî
muzhira şahê letîfî; me’dena duřdane tê
yan me’denî, yan cewherî; yan san’î, yan mezherî
yan ’eksê şahê ekberî; yan neqiş we tête ru’yetê
katbê neqşê li avê; san’ê şûşa gulavê
nûr ji bala rihte navê; ji nar û zeyta ḧikmetê
agir û zeyta fetîlê; pertewa ismê cemîlê
da dilê şeyxê qebîlê; rohnya weḧdanetê
rohnyê dabû wicude; muḧbeta şahê wedude
nagehan şeyx çû sicude; mey vexwar wê sa’etê
ew meya gulgon û ale; dilberê daye peyale
noşî can kir pîrekale; ji badeya ’afyetê
dilberê cam da bi deste; wan zinar anî û beste
zahrî dîn çû ji deste; batnî çû meşyetê
şeyx go: ez dibatin di fikirim; ’işqa te ez ẍaret kirim
îro di gel te kafirim; ḧetta ku dewrana metê
lewleb û dewran diborin; geh li jêrin, geh li jorin
me wu te newbet bi dorin; ta zemanê fursetê
furset û tala û bexte; hûdhud û belqîs û texte
şeyx dizanî hêj ne wexte; weqit dipê sebrêve tê
sebbirî bade vexware; wan li piştê best zinare
şeyx suḧuf avête nare; ji muskir û dînan wetê
ew muskir û hişyar û ḧey; di suḧbeta puř çeng û ney
şemil û secade da bi mey; me’bud dizanî ḧikmetê
ḧikmeta wan remz û razan; murişdê naz û nyazan
mey vexwar çû ber berazan; pêxwas bi kendalan ketê
murişdê pêxwas û tazî; cih li ser pûstê berazî
sedefa duř tê dixiwazî; ji herdu lêvan şerbetê
şerbeta wan herdu lêvan; mexreca narinc û sêvan
zeḧmeta wan roj û şêvan; ew sefabû şeyx ketê
her dilê dost lê qefaye; hûn mebên zeḧmet cefaye
xizmeta baxoy sefaye; dideftera me’rîfetê
pansed hizar cewr û cefa; nêzîkî dosta puř wefa
li şeyx bûn lezzet û sefa; pêxwas dipê weḧşan vetê
ew murişdê pêxwas qedem; têřa diçin pansed kelem
jê derdibû xûn û elem; çeşmê mubarek vêketê
çehvan didî dil pê disot; şeyx rojekê xûnd û hîvot
’adet nihin weḧiş bine cot; çî çî dixon me’îşetê
weḧiş û beraz vêk nakevin; çî çî di çêrin radkevin
na bî li dûhev bakevin; zêde dibînî zeḧmetê
ḧeblek şedîd tu çar bike; weḧşê mezin hevsar bike
darê kutanê kar bike; ḧeta ku pê êvar vetê
êvar ku tê rabê bidar; hingî ji wî têtin hewar
baqoř ḧemî têne kinar; gařan di hewara tetê
mecmu’ dibê baqoř libal; ew tîremaşêd bê fesal
rapêç bi hevřa bîne mal; meyşûmê pîsêd leş ketê
xoş xoş mecala şîretê; bo qîl û qala dewletê
bûy geşt kemala wesletê; ba, ku tê, bextê bi xwe tê
şeyx ma li wê dozde mehan; ḧetta refîq çûne cihan
bi zatekê sadiq gihan; bi serwerê xilafetê
xelîfeyek mabû li mal; hevryêd şeyx têk çûne bal
jêřa kirin ḧal û ḧewal; ji cezbeya şeyx pêketê
şeyx cezbeyek hate nihîn; çil rojekan kir har û dîn
libsê diber têk bûne xwîn; ji perdehan biderketê
perde diřandin zahrî; geh di kenî, geh di girî
dîn kir kiça sîma perî; mekseb giha xusaretê
rabûn bi qesda xêrekê; nageh gihane dêrekê
keftîne penca şêrekê; lerzîn ji hewl û heybetê
çehvêd şêr em dane hev; şeyxê me xo avête dev
li sofyan bû hewl û rev; qet yek nema li wê ḧaletê
şeyxê me bir şêr eḧmerê; pansed murîd tîj nezerê
belav kirin li wêderê; eslan suřê, şêr heybetê
eslan suřê şeyxê me bir; qenc tab’ê dînê xwe kir
me qesda dergahê te kir; hatîne ber ḧimayetê
tu şeyx ’etarê sadqî; rast û durustî, xalqî
îro wekîlê mutleqî; ’ewnet ji fermana te tê
em cumle pansed mêr heyîn; îro di fermana teyîn
wellah li ser ’ehda xweyîn; himmet bike şeyxê me tê
şeyx gote wan saḧb suřa; ne aferîn ji ’ehda weřa
qêmîş nebûn bi şeyxê xweřa; tirsan ji şêr û şewketê
şewket nekir we panseda; pêla ku şeyx bir eseda
çakek nebû di koma weda; hespê xwe bajot şewketê
xo hûn ḧemî bêkêr nebûn; cumle xo pansed mêr hebûn
lew pencegîrê şêr nebûn; ji qelsî û bê cur’etê
sofî dibên ya şeyx meded; bê ḧeddî dijwarin esed
vala kirin zîn bê ’eded; davêt û awir nadetê
sofî dibên şêr awrin; mexleb wekî şûr dibiřn
vêkřa hizaran didiřn; mecruḧ di babil řaketê
mecruḧ kirin şêran gelek; harût û marût û melek
zincîr kirin ya çav belek; li ser doşeka seltenetê
puř pehlewan û şehsiwar; hevryêd mecnûn sed hizar
ferhad û xisrew nû dyar; danîn ji hespê quwetê
şeyx go: me fehim kir ev xeber; şeyxê ku şêran daye ber
hûn zû bi zû nehatan ji ser; ferbû li we yek teb’etê
ferbû ḧemî heval buwan; tab’ê şeyxê kal buwan
nêzîkî dînê zalErebî buwan; li ser xatra ehlîyetê
min ehlê dil sabir divên; nêzîkî şeyx qadir divên
vêkřa ḧemî kafir divên; qenc bû qewî ji bûy ẍîretê
qenc bû qewî ev ji weřa; ji nav û namûsa weřa
kafir bûna bişeyxê xweřa; lê ew li mal bîra wetê
ya ez dibêjim her eve; vêkřa ḧemî hewdeyneve
çîn bi rîya şeyxê xweve; herçî qeza bi ser metê
ew murişdê şîrîn nezer; berhev kirin saḧb kemer
ḧemyan ji mal hewdane ser; ji zakiran hingame tê
bi heyhey û hingame çûn; bi şahyîw me’reke çûn
ḧeta vepêş dêrêve çûn; suřřegha memleketê
ewwel gihane cayekê; îşev bikîn semayekê
vêkřa bikîn du’ayekê; kanê nabînin ru’yetê?!
kanê nabînin xewnekê; bi çûnekê, bi kewnekê
bi rengekê, bi lewnekê; da bête ber îşaretê
ew sofyê ewrad didev; wan meclisek danî bi şev
şeyx seḧerê çav çûne hev; zû dî şefî’ê ummetê
roḧê wî dî, zatê resûl; mizgînya şeyx bû qebûl
îro bide xelqê melûl; da seḧ bikîn kirametê
da hûn nebên şeyx kafre; zêř batne, zîv zahre
ji herdu wechan tahre; ’işqê bire tehuretê