1
dinya xweşe, wext û dewran xweşe. ji salan 1909, ji mehan nîsan, ji rojan jî 10e. bihar bi kirasê xwe yê kesk, bi royê xwe yê gewher hatye. galata, beyoglu û cade -î kebîr bi şênî û alên osmanê tijê bûne. beroşa syasî ya dewleta osmanî dûkele, bûyer li پەێ hev tên, guherînên mezin her li darin. îro jî dîsan guherîneke mezin hatye pê; siltan reşad hatye ser ḧukim û li ser textê zêrîn ê padîşahya dewleta osmanî ronşitye. bi vê guherînê, herkes bawer dike ko ropeleke no vedbe. u dewlet û sitembol vê ropela no pîroz dikin û di kêfa vê ropela no de ne.
tevî vê ropela no ya dewleta osmanî, navekê no û girîng ê romana bîra qederê jî, îro, dikeve nav ropelên romanê; roşen, yan jî bi gotneke din rewşen... belê, ji xwarzyê emîn beg û pismamê celadet, miḧemed salḧ re keçek bûye. miḧemed salḧ ko tevî bermalya xwe li qeyseryê dijî, mizgînya bûyna keçkê, hema di cîh de, bi telgirafê, bi sitembolê gîhandye. ew di telgirafa xwe de bi kurtî weha dibêje; «Saadetli Emîn Beyefendi Hazretlerine... Bir kızım oldu. Hepimizin gözü aydın. smini merhum ninemizin hatırasına Ruşen koyduk» îro, di vê roja tarîxî de, celadet, tevî birayê xwe kamuran û çend hevalên xwe, li ser cade -î kebîr, li situdyoya «apolon fotografxanes» ne. berî îro bi du hefteyan, celadet li vir fotograf daye kişandin û îro jî, di nav vê hatin û çûyna boş de, ew hatye fotografa xwe werbigre. ew, kamo û hevalên wî, bi hev re, li fotografê, kaxza nemir, dinhêrin.
fotograf reş û sipîye. celadet ko niha şanizde salîye, li kamerayê dinhêre. bedlekê kincên reş lêye. digel ko ew hê gelekê xorte, nêrîn û rawestina wî, awir û lixiwekirna wî ya peyayên gihîştîye. ew, li pyan, mîna aktorekê ko hay ji xwe û ji karê xwe heye, hinekê xwar seknye. hemû royê wî dixuye, lê ne herdu guh, bi tenê guhekî. porê wî, pir xweşk, bi paşî de şeh bûye. ji alyên herdu cênîkan por kurt jêbûye. guhê çepê ko li ser kaxza nemir dixuye, dirêje, ji guhekê normal dirêjtire. enî mîna asoyeke zelal yan jî heyveroneke sipî, vekirîye. li ser enî tu xêzên qerimçî yan jî syên umir û jyanê nînin, jyanê hê enî bi şopên xwe yên kûr neneqşandye. enî mîna kaxzike sipî ko hê tiştekî lê nebûye, dixuye. enî jî mîna beden, ro, mil û sîng firehe. navçav jî her wehaye, ew mîna giravekê ko di navbera du lehyan deye, dixuye. birûyên wî mîna lehyan ewçend dirêj, reş û gurin. birû û di navbera wan de navçav firehya enî temam dikin. herçend firehyek di navbera por û birûyan de heye, ewçend jî navberyeke ji normalê zêdetir di navbera birû û çavan de jî heye. piştî enî tiştê herî balkêş ê li ser ro çavin. çav reşin; mîna du kahnyên kûr, mîna du sitêrkên çirûsî dixiwîn. çav li pêşyê, li kamerayê dinhêrin. cîddî û giran, kûr û manedar. germahî û balkêşî, tesîr û nermî ji çavan dixiwîn. merv xwe ranagre û li çavan dinhêre. poz jî, mîna çavan, balkêşe. herwekî hemû pozên bedirxanyan, pozê celadet jî gir û dirêje. lê dirêjahyeke lihevhatî û xweş. bi gotna dapîra wî roşen xanmê, pozê celadet mîna pozê beranane. tevî ko fotograf ne ewçend mezne, dîsan jî difnên poz jî baş dixiwîn. difin jî firehin. hinark û gum jî li gora royê guloverin; fireh.
dev ko li gora enî, çav, guh û poz, pir biçoktire, girtîye. lêv bi awayekê reḧet û serbest li ser hevin. kortahyeke biçok di navbera lêvan û çenê de heye. ji vê kortyê jî hîn biçok, kortyeke din jî di çenegehê de dixuye. guloverya ro bi çenegehê temam dibe.
belê, ro esmer, gulover û dirêje. li ser ro hê ne simbêl ne jî rîh heye. ro, royê xortekê nohatî, jyaneke teze, ruhekê geşe. ewçend paqij û rind, masûm û hêvîdar, ewçend ji şopên derd û keseran bi dûr. lê eger merv pir baş li fotografê binhêre, heye ko merv di kûrahya çavan de hin nîşandekên keserê bibîne.
ro nakene, awrekê cîddî li serêye. cîddyeta li ser ro ji xortya ro pir zêdeye.
herçî sitûye, qut û qalinge. jixiwe gomleg ḧeta ber devê qirkê hatye. sitû zêde ne xuyaye. gomleg sipîye û li gora moda salên 1900 -ane. kirawateke reş pê veye. gomleg û kirawat ahenga kincan temam dikin. kincên reş, êlegê reş, gomlegê sipî û kirawatê reş. reş û sipî, fotograf 94 evîndarê evînê, şagirtê ovdus; celadet pir bi zanîn, li hev hatne anîn. yaxeyên gomleg û çakêt jî li hevin, herdu jî dirêjin. pêşya çakêt vekirye û jî êleg xuyaye. êleg perçeyê «kostîmê» ye û ew bi şeş kumiçkan ḧeta jor girtîye. çakêtê kirwazor, gomlegê sitûdrêj, êlegê pirkumiçk, kirawat... ev hemû nîşanê daxwaza meznibûyn, zilambûynê ne.
tiştê herî balkêş ê fotografê, tevî rawestina celadet, destên wî ne. wî pêşya çakêt vekirye, ji herdu alyan hinekê ber bi paş birye û destên xwe ji ser re xistine bêrîkên pantolonê xwe. bi van destên di bêrîkan de, tablo temam dibe; xortekê ji xwe bawer, emîn, razî, serberz, têghîştî, jîr, bikêr, xurit, lê di eynê wextê de saf, bi heyecan, ziravbhîstyar.
ew di fotografê de serbest seknye. serî û sitû hinekê xwar, pêşya çakêt vekirî, dest di bêrîkên pantolon de. lê ev serbestya rawestinê ne li gora cîddyeta roye. rawestin û awir di nav berberyekê de ne. heye ko ji ber vê be, mîna ko li pey fotografê kesekî din jî heye ko merv nikare binase. mîna ko celadet, ne bi tenê yeke, ew pirin, ne bi tenê şexsyetekêye, ew pirşexsyete.
ev fotografa ko îro, di nav van bûyerên tarîxî de, umrekê xorit û dilekê cwan nîşan dide, merv dikare bibêje, destipêka tarîxa jyana gihîştî ya celadet jî nîşan dide. ma jixiwe fotograf jî ne tarîxe, ne kurtedemeke tarîxêye? ma celadet, ji bo îspatkirin û nîşandana destipêka jyaneke gihîştî, ev fotograf nedaye kişandin? ne ji bo vê yekêye ko wî bala xwe dayê ko di vê kurtedema tarîxê de her tiştê wî lihevhatî be?
celadet, kamo, hevalên wan li fotografê dinhêrin. sultan reşad hatye ser ḧukim, roşen hatye dinê. ji derve deng tên. celadet, bi ken, li xwe, li fotografa umrê xorit, dilê cwan dinhêre.