4

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 9 minutes  541 views

mixabin ko wî ew nedîtin, lawên mîrê me yê gorbehişt niha bûne paşa, wezîr, aqlimend, zabit, muteserf û ew karê dewletê digerînin. ew li ser lêvanin, herkes qala wan dike, bi hezaran, sed hezaran kes bi navê wan sond dixiwe. lê gelek ḧeyf ko mîr bedirxan ew nedîtin... ma ez çi bibêjim, xwezî we kalkê xwe bidîta!

amojna sitî, bi axîn bîhna xwe berdide û weha dipeyve. pêwendya amojna sitê û romana bîra qederê li ser zimanê romanêye. celadet beg dixiwest romana xwe bi kurdî binvîsya. romana bîra qederê bi kurdî tê nivsîn. eger merv li reh û sebebên vê yekê bigere, merv divê xwe bi amojna sitî bighîne. amojna sitî, dilgira malbata bedirxanyan, zarşêrîna zarokan û çîrokbêja meclîsane. ew ji dem û dewra mîr bedirxan maye. bav û dya wê li qesra mîr bedirxan, mîna seys û berdestên mîr jyane. ew botî û kurdên êzîdî bûne. bavê amojna sitî di serhildana mîr de jî hertim li ba mîr bûye. gava serhildanê ji alyê osmanyan şikest xwarye û mîr mecbûr bûye ko xwe vekşîne keleha erûhê, bav, dê û amojna sitî jî pê re bûne. umrê amojna sitê hingê 7-8 sal bûye. bi do serîhlidanê re jî sirgûn û koç hatye. hemû malbat, tevî herkesî, ji cizîra botan hatye bi dûr xistin. hingê ew jî, bavê amojna sitî apê xelef, dya wê gulîzer û ew bi xwe, ketne ser rya welatê ẍerîbyê. sala 1846 -an, bi hespan û di bin çavdêrya ordya osmanyan de, piştê rêwîtyeke çend mehan, ew gihîştine bajarê zerya reş, samsûnê. ji wir jî, ew bi keştyeke mezin, ji zeryayê, çûne sitembolê, paytextê dewleta osmanî. roj û mehên wan ên sitembolê pir dijwar bûne; mîr bedirxan, çar jinên wî û sê zarokên wî ji wan tên veqetandin û ew li koşkeke biçok tên bicîhkirin, lê yên mayî hemû qor bi qor di nezareta zaptyê de ḧepis dibin. ro û tav li wan dibe ḧeram, nan û ava wan tê birîn, dinya li wan dibe zîndan. bi do zîndana zaptyê re, ew dîsan, bi keştyeke mezin ber bi girava yewnanê girîtê tên şandin. mîr bedir xan, çar jin û sê zarokên wî û malbatê, tevî apê xelef û mala wî, li bajarê xanyayê tên bicîhkirin. lê belê osmanê malbat perçe dikin û gelek endamên malbatê jî li sitembolê, li alyê anatolyê, kadkoyê tên bicîhkirin.

amojna sitî ḧeta sala 1862 -an jî li girîtê dijî. piştî ko bavê wê wefat dike û dya wê jî tevî mîr bedirxan dere şamê, ew jî tevî hin endamên malbata bedirxanyan, tê sitembolê û li ba bedirxanyan bi cîh dibe. rojekê li vê malê, rojekê li wê malê, di navbera malên bedirxanan de, ew porê xwe sipî dike. hemû zarokên malbatê ko li sitembolê tên dinê, ji ber destê amojna sitî derbas dibin. amojna sitî kûpa gotnên kurdîye, gencîneya sitran, dîlan, çîrok, çîrçîrok, metelok û mamkên kurdane. ew şahîda tarîxa malbatê û serpêhatya mîr bedirxane. ew ro û zimanê adet û usulên kurdîye. ew dengibêj û çîrokbêje. serpêhatya mîr bedirxan, sirgûna wan, salên xanyayê, deşt û zozanên welatê kurdan, çemên dijle û firatê, çyayên cûdî û herekolî, şikeftên sipehî û xweşbergeh, jyana ’eşîrî û koçerî ya welêt... ev hemû bi zimanê amojna sitî dibin lehîyeke zelal û diherkin, dibin berfendeyeke sipî û hawirdor vedgirin, dibin destaneke bêdawîn û mêjyê guhdaran dineqşînin. ma merv li welatê ẍerîbyê, li sitembolê dikare ji amojna sitî çêtir mamostayeke hêja bibîne? ma kî dikare ji wê çêtir zimanê bav û kalan, kurdya welêt hînî zarokan bike?

digel ko amojna sitî nêzîkî çil salan li sitembolê, di nav navenda zimanê osmanî de jyaye, ew hê jî bi gotneke tirkî nizane. mîna ko ew ne li dinya îro, lê ya do dijî. bedena wê li sitembolê, lê bîr û heşê wê li welatê zarokya wêye; welatê salên zarokyê bihuşteke rastîn û nemre. ew gorîcana malbata bedirxanyan, pîrka zarokên wane. zarokên bedirxanê, ji kijan bav û dyê dibin bila bibin, ew hemû nevî û tornên wê ne. niha jî, di vê roja xweş a payza 1902 -an de, ew li kizlitoprakê, li mala emîn begê, li nik tornên xwe celadet, kamuran, ḧîkmet, tewfîq û seftere. belê, niha tewfîq û sefter jî hene. hejmara lawên emîn alî bedirxan gihîştye şeşan. lawê herî biçok sefter, bi gotna amojna sitî, çilkeke zêre, melaykekî bêbaske, ronahî û çira mala emîn bege.

tu dizanî, her mirov cîhaneke xwesere. her mirov, tevî jîn, serpêhatî, tecrube, ḧis û pejnên xwe, hêjayî cîhanekêye. nasîna mirovekê, keşfikirna cîhaneke noye. lê nasîna amojna sitî, keşfikirna sed cîhanan bû. di umrê wê yê keserkûr de sed cîhan gihabûn hev; cîhana bedew a zimanê kurdî, cîhana sipehî ya mîrekya bapîrê min mîr bedirxan, cîhana kambax a ẍerîbyê... cîhan dikarin weha ḧeta û ḧeta dirêj bin.

min tahma zimanê kurdî ji gotnên wê wergirt, hest û heyecana sitran û çîrokan, ḧez û evîna welatê cizîra botan ji çîrokên wê yên ko şevên dirêj ên zivistanan têrê nedkirin, wergirt. amojna sitî meşaleyek bû ko li mala me û li malên mam û metên min ronahî direşand. di wan rojan de ko tu niha qal dikî, min û birayê xwe kamuran li dibistana taybetî xalîle -yî meḧmudye ko ji mala me hinekê bi dûr li fenerbaxçê bû, dixiwend.

dibistan, ya herî baş a hemû kadkoyê bû. xanyê wê nexweş bû, xanyekî textîn ê sêqat lê ders baş bûn û mamostayên wir jî bijarte bûn. bi taybetî jî dersên firansizî, ziman, tarîx û zanîna welêt ko jî re «malûmat -y wetenye» digotin, pir baş bûn. bavê min perene mezin didan dibistanê da ko em li wir bixiwînin. heftê du caran jî em diçûn alyê din ê sitembolê, beyo-luyê û li wir, nêzîkî cade -y kebir, me ji sînur cîwvanî parovel dersên musîkê digirtin. sînur li dibistana îtalî gîwsêp garbaldî mamoste bû, lê dersên taybetî yên musîkê jî li mala xwe dida.

em hertim bi xwendinê mijûl bûn. lê belê, gava ko amojna sitî dihate mala me, êdî min xwendin dida alyekê, min xwe li nexweşyê datanî û ez li malê dimam. mala ko bi sitran, çîrok, serpêhatî û gotnên amojna sitî diqulpî ser qesra birca belek a welatê bav û kalên min...

- ma ez çi bibêjim, amojna sitî çavên xwe li zarokan digerîne û dibêje, xwezî we kalkê xwe nas bikira. gotin têrî pesnidana wî nakin. ma ez rebena xwedê çawan wê bidim nasîn?.. bejna wî dirêj, laşê wî gir bû. dengê wî gur, gotnên wî xweş bûn. we digot qey, ew şêr û pilingê çyayên şengalê bû. çavên wî, mîna çavên teyrê simîr ê çyayê sîpanê xelatê, sipehî û dûrbîn bûn. çaxa wî gava xwe davêt, ’erd li bin lingên wî dihejya. çaxa wî serê xwe ber bi jor dikir û rîha xwe şeh dikir, sitûyê wî dibû mîna sitûyê hespê bozê rewan ê memê alan. hertim kincên sipî yên neqşikirî û hewreşîmî lê bûn. ew dostê feqîran, dijminê neyaran bû. ew bi pişta xwe xurit, bi gotna xwe mêr bû. çar jinên mahirkirî û şanizde jî cêryên wî hebûn. ev mam û metên we yên bêḧesab hemû ji pişta wî ketne. wî bi şîrê teyrê baz dest bi xurînya xwe dikir û bi şîrê şêrê dirende paşîva xwe diqedand. mîna îro tê bîra min, çaxa em ji welêt hatin bi dûrxistin, em bi qasê salekê li ser ryan man. hingê li ser wan ryan, ji mîrê me re, sê zarok çêbûn, yezdanê pak sê zarok danê. şûrê wî jî, mîna pişta wî, xurit bû. lê qewlê wî nerim, wîjdana wî paqij bû. lo, zarokno lo, çavreşên mino lo, ma ez çi bibêjim, mîr bedirxan şêrê welatê kurdistanê bû.

kamuran ko ḧeta hingê bi dîqet li amojna sitî guhdarî dike, xwe ranagre û gotna wê dibre, - amojnê, tu dibêjî «şêr û piling û teyr.» ma merv qet dibin şêr û piling û teyr? şêr ḧeywane, însan, însane...

celadet û amojna sitî bi gotnên kamuran pir dikenin. amojna sitî û zarok ne li ser kursyan, lê li ’erdê li ser xalîca raxsitî ya salona malê roniştine. sefter li ser çoga wê ya çepê ronşitye, tewfîq jî li kêleka wê ya rastê. celadet, kamuran û ḧîkmet jî li hemberê. amojna sitî bang kamuran dike. kamuran, bi çarpyan, tê ba amojna sitî. amojna sitî bi destî xwe yê rastê porê wî mist dide û ji herdu çavên wî radmûse û paşê dibêje,

- kamoyê min, aqlifahmê min, gotna teye, lê eger te bapîrê xwe bidîta, te dê hingê şêr nas bikira. ew rêberê kurdan, şêrê welatê kurdistanê bû.