5

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 9 minutes  611 views

teyar begê ertûşî, tevî emîn beg, birayê wî ’elî şamil paşa, birazyê wî evdirezaq beg, serokê ’eşîra hevêrkyan samed aẍa û lawên emîn beg sureya û celadet, ber bi kursya roniştinê ya kêleka masa xwarnê dibe û dibêje,

- mîr bedirxan rêberê me hemû kurdan, şêrê welatê kurdistanê bû. hûn lawên wî jî rêber û serekên me ne. bi sedhezaran merv, bi gotneke mîr bedirxan, dikarbûn biçona mirnê. li jor gotna rebil alemîn, li jêr jî gotna mîr bedirxan bû.

mala emîn begê dîsan şêne. aẍa, beg, şêx û giregrên welatê kurdan hertim tên sitembolLocationê ji bo serdana bedirxanyan. ew, piranya caran, derin qonaẍên fireh ên bedrî paşa, ’elî şamîl paşa, osman û ḧusên paşa. lê carna jî, mîna vê êvarê, ew tên mala emîn begê. zarokên mîr bedirxan ji welatê mîr bedirxan hatne veqetandin û vegera wan qedexeye, lê dewlemend û destihlatên welêt tên sitembolê nik wan. bûyerên berî 52 salan wan bi hev re girêdde. tarîxa wan a hevgirtî dibe pira navbera wan û welêt û xelkê kurd. mîr bedirxan jî ji goristana kurdî ya şamê rêberya wan hemûyan dike.

eger giregrên kurdan zêde na yên mala emîn begê, ji ber ko mal, li gora malên din, biçoke. mal, li kizlitoprakê, hinekê ji taxê bi dûre, ew ji bexçeyekê fireh û xanyekê duqatî tê pê. her qatek çar ode hene. odeyên qata jorîn, yên razanê ne; oda emîn beg û sanîḧa xanmê, oda sureya, oda celadet û kamuran û oda ḧîkmet, tewfîq û sefter. di qata jêrîn de jî saloneke fireh û dirêj ko ji du milan tên pê, odeyeke fireh a xebatê, odeyeke mêvanan û odeyeke mezin a ḧizmetkarên malê hene. oda xebatê, odeyeke firehe û li bexçê dinhêre. li alyê bexçê, li ber pencerê maseyeke dirêj û li koşeya rastê ya masê sandûqeke biçok heye. li kêleka sandûqê jî pênûsin û du murekebdank, bi dûzan, hatne rêzkirin. li ber sandûqê jî kitêbek, di nav bergekê çerim de, mîna remzê masa xebatê, hertim bal dikşîne. kitab, destinvîsa mem û zîn a şayrê navdar û milî yê kurdan eḧmedê xanêye. kitab ji kitabxana mîr bedirxan a welêt maye. bedirxanî wê mîna kitabeke miqedes diparêzin. zarokên mîr bedirxan bi vê kitabê dest bi dersên xwe yên zimanê kurdî û hesta kurdistanê kirne. ḧecî qadrê koyîPerson, şayrê kurd û perestişkarê eḧmedê xanêPerson ko li sitembolê, di salên 1860-70 -an de, mamostayê emîn beg û birayên wî bû, li ser ropela yekemîn a destinvîsa mem û zînê şîreke dirêj nivsye. di şîrê de ew qala meznahya eḧmedê xanê û esera wê mem û zînê dike û dibêje;

«eman qedrî bizane em kitêbe
le dinya êstekî hemtay nemawe
le eyamî ḧeyatî şêxî xanî
leser nisxey xet ew nûsrawe...»

ji bilî kitab, pênûs û murekebdankan, li ser masê tu tişt nîne. ser masê her gav paqje. lê herdu alyên dîwarên odê ḧeta jor bi kitab, kovar, rojname û kaxzan ve tijî ne. refên kitêban ḧeta banî ber bi jor bûne. li alyê rastê odê, li ber refan nêrdewaneke dirêj heye da ko merv pê hilkişe û kitabên ko merv nikare xwe bighînyê, daxe jêr. ji pencerê alyê paş ê bexçê dixuye. ev alê tevî darin, lê di nav daran de, dareke çinarê bi qurnê xwe yê sitûr û qehîm hemû dar xistine bin bandûra xwe. li ser qurnê dara çinarê, hin rêz, bi çaquyan, ji alyê zarokan, hatne kolandin. yek ji rêzan, bi tîpên latînî, wehaye; kurd... yek jî, bi tîpên ’erebî, navê seftere. lê tîpa dawîn r nehatye nivîsîn. bi tenê safte hatye kolandin. hêlekaneke zarokan jî ji çiqlên darê ber bi jêr dibe.

mitbexa mala emîn begê jî li qata jêre, lê ew biçoke, bi tenê merv dikare tê de xwarnê çêbke. loma jî alyekî salonê ji bo xwarnê hatye veqetandin. di vê êvara zivistana 1903 -an de, malbat û mêvan li wê milê salonê, li ser sifra şîva êvarî rodnin. sanîḧa xanim, amojna sitî, madam sitela û şehrîban, berdesta sanîḧa xanmê, li mitbexê bi ḧazrya xwarnê mijûln. mêvan ji cizîra botanin, bi xwe re bîhin û tahma welêt anîne. loma jî vê êvarê xwarnên cizîra botanê divên. ji danê sibê veye ko amojna sitî li mitbexê ronşitye û xwarnan ḧazir dike. xwarnên vê êvarê, yên wê ne; sê celeb kutilk, kutlikê mêlakê, yê bi dew û yê kulindê zer. du celeb xwarnên bi goşt; singûsîr, merga mêlakê. du celeb savar; savara tûzkê û ya kerengan. du celeb jî şîrnahî; birnêşîr û tîlolok.

masa xwarnê gelekê dirêje. romaseyeke sipî û neqşikirî li sere. mazûvan û mêvan li herdu alyên masê roniştine. teyar beg li hember û samed aẍa jî li kêleka emîn begê roniştine. li kêleka teyar begê, ’elî şamîl paşa û li kêleka wî jî sureya ronşitye. celadet jî li hember birayê xweye. jin li dora masê nînin. amojna sitî, medam sitela û şehrîban xwarnan tînin ser sifrê. li ser sifrê her tişt bi dûzan û di wexta xwe deye. li vê malê qa’de gelek girîngin.

ma te di bexçê mala me de tiştekî ji bîr nekir?.. bîr... bîra ko bi qasê çend gavan ji dara qehîm bi dûr bû. devê bîrê girtîbû, ava wê miçqîbû. ew bîr û dor’alyên wê cîhê lîstikên me bû. em li dora bîrê, mîna heyva li dora dinê, dizvirîn. bi taybetî jî ez. ez her li dora bîrê dizvirîm û dor dibûm...

herçî qa’de, yanî bi gotna firansizan pirenispen, ew mîna zevyê ne. wexteke wan a çandinê û wexteke wan a kemlandinê heye. ew pêşê tên çandin, paşê jî, bi wextî, dikemiln. kê ew çinara bexçê mala me çandibû? min kir nekir, ez bi vê yekê neghyam. lê eger kê jî ew çandibe, berî her tiştî ew dara qaym, toveke biçok bû. bi do re, bi wextî, ew kemlî. qa’de sitûnên mala me bûn. bav û dya min, amojna sitî, medam sitela, şehrîban, ew hemû ji bo çandina qa’dan dixebtîn. em zarok bi roj û şev perwerde dibûn. amojna sitî, bi bejna xwe ya dirêj û zirav, zimanê kurdî bû. medam sitela ko bi eslê xwe yewnana sitembolê bû, bi bejna xwe ya kin û bedena xwe ya gulover, zimanê yewnanî, firansizî û hinekê jî îtalî bû. gava wê her serê sibê digot «kalmera» û dîsan bi yewnanî ḧalê me dipirsî û digot «tikans», hingê em têdgihîştin ko rojeke no ya perwerdeyyê dest pê dikir. şehrîban, şehrîbana bedew jî zimanî jîn û bedenê bû. em zimanên cihê, cihêtya jînê, jîna kurdî, kurdîtya bîr û hestan, bîr û hestên tarîxî û tarîxa xwe ya keserkûr hîn dibûn... wext, wexta çandina qa’dan bû...

bi qasê çil salan bi do wan rojan re, birayê min kamuran di kovara me hawar -ê de bi navê «rabûn û roniştin» bendek weşand. bendê weha dest pê dikir; «kurd gelek bi edeb û terbye ne.

rabûn û roniştina wan, danûstandina wan bi rêz û tertîbe. kurd nazk, giran û bi edebin. xwedyê gotna xwe ne; paşgotnya xelkê nakin; dostê dostê xwe, dijminê neyarê xwe ne. pir naxvin, gotna xwe bê sebeb dirêj nakin, gava erê dibêjin, erêye û gava no dibêjin noye...» bend bi vê terhê dirêj dibû. belê, bend, ḧalê kemlî yê tovên qa’dan bû.

ji salonê bîhna xwarnên kurdî difûre. mase bi xwarnên cihê xemlye. ji milekê ve xwarin tê xwarin, ji milekê ve jî soḧbeta li ser welêt û ḧalê welêt germ dibe. celadetê ko ji kutlikan pir ḧez dike, giran giran, bi kêr û çetelê, kutlikên teyfka xwe dike du perçe û hem wan dixiwe hem jî guhê xwe dide xeberdanan. u ew ji bin çavan ve, bi dîqet, li samed axayî ko kutlikan bi destan dixiwe, dinhêre. bav û mamê celadet, ji peyvînê zêdetir, dipirsin û li mêvanan guhdarî dikin. kurmamê wî û birayê wî sureya bi germî dipeyvin û doza welatê kurdistanê dikin. kurmamê wî evdirezak ko bi umir ji celadet pir û pir meznitire, bîskeke dirêj, li ser pêwsitya yektya ’eşîrên kurdan û hişyarbûna welatê kurdan dipeyve. teyar beg, bi nermî, gotna evdirezak dibre û berî ko kevçyê savarê bibe devê xwe, dibêje,

- gotna te raste, mîrê min. lê kar û şixul bê serî nameşe. her tişt bi rêber û pêşewan dikeve rê. eger mîr bedirxanê reḧmetî nebûya, xelkê û ’eşîrên kurdan xwe li dora serhildanê nedcivandin. rewş li welêt aloze. li alyekê zordarya osmanyan, li alyekê jî şerê navbera kurdan û ermenan û navbera ’eşîrên kurdan... welat li hêvya law û nevyên mîr bedirxane. welat hewcedarê kar û şixulên weye.