3

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 9 minutes  486 views

bavo, kincên te pir sipehî ne, gava ez mezin bim, ez ê jî kincên te li xwe bikim.

emîn beg bi gotna lawê xwe celadet dikene. wî herçar lawên xwe, sureya, celadet, kamuran û ḧîkmet dane dora xwe û bi hev re li çayxana seyrangeha modayê roniştine. emîn beg û lawên wî sureya û celadet çayê, kamuran û ḧîkmet jî leymonata vedxun. murebya zarokan medam sitela jî bi wan reye. sal ber bi 1900-an dere. ji 1900 -ê re hê şeş meh hene. wext mîna avê diherke. celadet hinekê din mezin bûye. kamuran bi tirkyeke wisan xweş dipeyve ko mezin diheyrin. ḧîkmet, bi lez û bez, li dora xwe çerx dibe. herçî sureyaye, simbêlên wî êdî reş dikin.

seyrangeha modayê ko osmanî jî re dibêjin moda çayr, cîhekê ji cîhên herî xweş ên sitembolêye. moda çayr ji qonaẍa bedrî paşa hinekê bi dûr, li ser çend giran, bi dar û ber tijî, li peravên marmarayê, bihuşteke biraye. ew di navbera moda biçok û moda mezin de, lê bêtir nêzîkî moda mezne. moda çayr, nemaza bihar û havînan, dibe seyrangeheke yekta. hingê her der di nav hêşînahyeke bêpayan deye. gul û kulîlk bi rengên xwe yên cuda hemû hawirdor dixemlînin. ji ser daran dengê bilbil û şalûran tê. dengê ava coyên biçok li dengên çûk û teyran zêde dibe. li seyrangehê çend çayxanên havînê hene ko hertim tijî ne. ji çayxanan, marmara mîna xweştirîn bergeha cîhanê dixuye. rojên înyan, çaxa ko xelk ji kar û şixulên xwe vala ne, ew pêl bi pêl tên seyrangehê. hingê, rojên înyan, ne îşê aqle ko merv were seyrangehê. lê niha, di vê roja sêşembê de, seyrangeh û çayxane hinekê sakîntire. emîn beg mervekî bi qa’deye. wî gelek tişt ji xwe re kirne adet. ew divê her roj îşligekê paqij li xwe ke, her roj serê sibê bi meqes û mûçkê simbêl û rya xwe çêke, bi xwarna firavînê re li rojnama îcmal-y ahval binhêre, ken û ḧenekên ko dibîse yan jî tên bîrê di defterekê de binvîse, heftê carekê hin bira û xuşkên xwe yên ko li sitembolê dijîn zyaret bike, heftê carekê êvarekê yan jî danekê lawên xwe li dora xwe bicvîne û bi wan re bipeyve, ders û şîretan bide wan û bi wan re bi kurdî bipeyve...

hatna seyrangeha modayê jî yek ji adetane. gava dinya bihar yan jî havîn be, her çaxa ko ew tê serdana birayê xwe bedrî paşa, ew tê seyrangehê jî û du qedeh çayê vedxiwe. îcar wî zarok û murebya wan madam sitela jî bi xwe re birin mala bedrî paşa, cîhê ko celadet lê hate dinê. sebebê çûynê jî tiştekê pir pîroz bû; birayê wan mîtḧed, li misrê, rojnama kurdan a yekemîn «kurdistan» derxistibû. gerçî wan bihîstibûn ko rojnamê dest bi weşanê kirbû, lê wan rojname bi xwe nedîtbû. rojekê berî, serê sibî, dostekê wan ê malbatê ko bi keştyê ji qahîrê, misrê hatbû, du nusxeyên rojnamê bi xwe re anîbûn û ew dabûn emîn begê. dostê emîn beg hatbû kizlitoprakê, mala wan. gava emîn beg rojname dîtbû, ji kêfan, hêstir ketbûn çavên wî. mîna ko ji wan re zarokekê no çêbe, eynî welê, emîn beg, bêpayan, kêf kirbû. wî dostê xwe, ji kêfan, hembêz kirbû, ew dabû roniştin û di bîskekê de hemû rojname xwendibû. ne bi tenê carek jî, du caran. ew bûbûn xwedyê rojnameyekê. kurd êdî ketbûn defteran. navê kurdistanê bûbû navê rojnama birayê wî. navê welatê kurdan wê êdî li ser lêvan bûya. xewn û xwestekên wan êdî bi cîh dihatin... wî ji dostê xwe ḧal û hewalê birayê xwe yê biçok mîtḧed pirsîbû, li ser rewşa rojnamê jî agahî wergirtibû. wan bi hev re firavîn jî xwarbûn û piştî firavînê wî bang zarokên xwe kirbûn û ew bi hev re, bi faytonekê, ber bi qonaẍa bedrî paşa, ketbûn rê.

wê şevê ew li qonaẍê mabûn. birayên emîn beg ên din ’elî şamîl paşa, evdireḧman, zubeyr, ḧusên, mistefa, kamil, mirad û birazyê wan, lawê necîb paşa evdurezaq jî hatbûn qonaẍê. ew bi birayê xwe mîtḧed serbilnid bûn. belê, mîtḧed li ser şopa bavê wan mîr bedirxan bû. wî kurd kirbûn xwedyê rojnameyeke kurdî û mîllî. li ser ropela yekemîn a rojnamê bi tîpên reş û mezin kurdistan hatbû nivsîn. di binî de jî bi tarîxa hicrî 1315 hatbû nivsîn. li kêlekê jî weha hatbû nivsîn; «heçî kaxzek vê rêke, divê rêket misrê ser navê xweyyê vê cerîdeyê lawê bedirxan paşa mîqdad mîtḧed begê... her car du hezar cerîdeya bêpere ez ê rêkim kurdistanê, da bidin xelkê... pazde roja carekê têt nivîsandin.» rojnameyê bi «bîsmîlahîrehmanîrehîm» dest bi nivîsê dikir. di ropela dawîn de jî, «li misrê metbe’et el - hîlal de tebî- bîye» hatbû nivsîn. wan wê şevê ḧeta destê sibê rojnama xwe û serfirazya birayê xwe mîtḧed pîroz kirbûn û li ser ḧalê malbatê û kurdan peyvîbûn. dotra rojê, piştî nîvroyê jî, emîn beg zarok wergirtibûn û hatbû seyrangeha modayê.

bask tune bûn ko emîn beg bi wan bifre. li hemû dinê, mervê herî mes’ud û bextyar niha ewe. ew seryekê şekir dixe nav qedeha çayê, bi kevçî çayê tev dide, jî qultekê vedxiwe û li zarokên xwe dinhêre. ev çaya diduyane ko ew vedxiwe. madam sitela alîkarî li ḧîkmet dike da ko ew lîmonata xwe vexwe. rojnama kurdistan -ê, vekirî, li kêleka qedeha emîn begê, li ser masêye. danê êvara modayê bi aramî dadkeve. aso bi sorahyeke vekirî hatye neqşandin. tîrêjên jar ên tavê li ser ava paqij a marmarayê dikenin. ji dor’alyên coyên avê, niha, dengê beqan jî tê. sureya ko bi qelafetê xwe êdî ne kêmî bavê xweye, li kêleka bavê xwe roniştî, li dara mezin û qehîm a çinarê ko ew li binê roniştine, dinhêre. dara bedew hêlîna çivîkane, jî dengên ewçend xweş tên ko merv pê mest dibe. celadet, bi ḧeyranî, li çavên bavê xwe dinhêre. kamuran, pantolên kin li lingan, li ser kursyê roniştî, lingên xwe ba dide û lîmonata xwe vedxiwe. emîn beg çend qultên din ji çaya xwe vedxiwe û rojnama li ber xwe dixe destê xwe. ew carek li rojnamê, carek jî li celadet û sureya dinhêre û bi ken dibêje;

- sureya û celadetê min, lê guhdarî bikin, binhêrin ka mamê we yê zîrek, bi zimanê xwe yê sipehî, çi dinvîse.

bi gotna xwe jî, ew ropela duwemîn vedke û bi dengê xwe yê gur dest bi xwendinê dike; «gelî mîr û axano! gunehê zarûyên we wê sitûyê we be. ûn jî zarûyên xwe rêkin bidin xwendin.

dewlemendên we bila gunda de mekteba çêkin, rya xwedê de xêra bikin... gelî mîr û aẍa û kurmancino!

dinya zane kurd camêrin. lê vê zemanê ha de şer bi camêrî tenê nabtin... hekî we guh neda van nesîhetên min, hekî dîsa hûn şivanê û rênicberyê tenê bikin, zemanek hindik de kurdistan wê yekcar xira be...»

xwendin bi vê terhê demekê dewam dike. ji xwendin û dengê emîn begê fahim dibe ko ew kêfxiweşe. serê sureya ber bi jor, ber bi dara çinarêye. celadet, bi dîqet li bavê xwe û xwendina wî dinhêre. piştê ko emîn beg xwendina xwe diqedîne, ew bi ken, yek bi yek, li zarokên xwe dinhêre. ev zarok heyna wî, romet û pêşeroja wî ne. ev ê bidin ser şopa bav û kalan û mirazên bav û kalan bi cîh bînin. loma jî ew divê bixiwînin, perwerde bibin, têbgihên, jîr û zana bin, destihlat û bîrbir bin, welat evîndar û bîrewer bin. ew çaya li ber xwe vedxiwe û wê diqedîne û paşê jî li celadet vedgere û dibêje;

- ceco, kurê min, li min guhdarî bike, ez, bi qewlê mêrê qenc, soz didim te. eger tu jî mîna mamê xwe mîtḧed jîr bî û di rojên bê de mîna mamê xwe rojnameyeke weha bijarte derxînî û serê me pê bilind bikî, ez ê ji te re ne taxmek, lê çend taxim kincên ji yên min jî xweşkitir bikirim.

- bavo, ez ê derxim, tu dê bibînî, ez ê cerîdeyeke pir sipehî derxim.

belê, raste, min hingê weha got... qewl û soz mîna tovanin. merv wan di zikê dewr û dewranê de diçîne da ko ew di pêşerojê de hêşîn werin. lê herwekî ko ji tov re ax, av, tav, germahî û hewa divê, ji qewl û sozan re jî romet, xebat, sebat, lêgerîn, xîret û evîn divê. di ser her tiştê re jî evîn. evîn reḧe. evîn ruḧe. tov li ser rehan hêşîn tê. ma ḧeta tov xwe bi rehan bernede nav kûrahyên axê, ew dikare bibşikove, zîl bide û bejin bavêje?.. min jî, bi evîna ko ez ji mala xwe, bav û dya xwe hîn bûbûm, soz da bavê xwe ko ez rojnameyeke sipehî, mîna rojnama mamê xwe, bweşînim. ez bûm rojnamevan. min rojname jî derxist û ne bi tenê yek, dudo. ez nizanim ka ew di hêjahya rojnama mamê min de ne, lê min bi eşq û evîn ew derxistin û yadîgarî miletê xwe kirin. gava umrê min hinekê mezin bû û min êdî bîr bi çerxa gerdûnê û qesta felekê bir, bavê min ji min re çend taxim kinc dan dirûn. lê bêyî ko ew rojnamên min bibîne... belê, wî rojnamên min nedîtin. gava her hejmareke rojnamên min derdiketin, min jî mîna bavê xwe hejmara no vedkir, ropel bi hêdîka diqulpandin û ez, bi dengekê berz, difkirîm û min digot, «xwezî niha bavo vê hejmarê bidîta.» mixabin, wî ew nedîtin.