2

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 8 minutes  714 views

cecoyê min, kurê min, ew êş û nermahya ko ji çavên bavê te dixuye, merv dikare bibêje, ẍerîbî û ḧesrete. tu hê pê nizanî, derdên ẍerîbî û ḧesretê dijwarin.

sanîḧa xanim lawên xwe celadet û kamuran li kêleka xwe dane roniştin, li pêlên zerya marmarayê dinhêre û ji zarokan re beḧsa bav û kalkê wan dike. ji salan 1898 celadet ketye sala pêncan, birayê wî yê biçok ko du sal bi do wê re hatye dinê, no ketye sala sisyan. birayekê wan ê din jî no hatye dinê; ḧîkmet.

dinya havîne, esman çîk sayî ye. hawirdor di nav hêşînahyeke gelek xweş deye. zerya marmarayê, hêdîka, xwe dilvîne û pêlên xwe yên sipî û qels, bi zeḧmetî, radgihîne qiraxa avê. li ser ava ko mîna cawekê hewreşîmî dixuye, keştê, bot û qayk giran giran digerin. ji dûr ve keştyeke dûkelî yê mezin dûyê xwe berdide û avê diqelşîne, dere. sanîḧa xanim, tevî lawên xwe û du cîryan, li bîwkada, girava havîngeha malbata bedirxanyane.

li bîwkadayê, li milê bakur, li ber quntara girê îsa ko tirk jî re dibêjin îsa tepes, du xanyên havîngeh ên malbata bedirxanyan hene. herdu xanî jî mîna hev, lê ji hevûdu hinekê dûrin. ew bi du qatan, ji ber û kevran lêbûne û bi swaxeke sipî hatne swaxkirin. xanî firehin, lê bêguman ew têrî malbata mezin a bedirxanyan nakin. loma jî endamên malbatê bi dorê tên bîwkadaLocationyê.

bîwkada, xweştirîn havîngeha sitembolLocationê, lûlûya marmarayê, warê duwemîn ê bedirxanyane. ew bi hêsanî xwe radgihînin bîwkadayê. jixiwe کادکۆێ û bîwkada ne zêde dûrê hevin. ji lengergeha kadkoyê, bi keştyê, di bîskekê de, merv xwe dighîne bîwkadayê. loma jî endamên malbatê kengê bixiwazin, hingê derin bîwkadayê.

bîwkada û çend giravên din, mîna yaqûdên zumrudê, gewrya zerya marmarayê dineqşînin. giravên kinal, bugaz, kaşk, heybel, bîwkada, pide, tavşan û sedefê bûne cîhê sitarê, cîhê bîhnivedan û îstirehetê. sitembola kevnare, konstantnopolsa cîhana xirsityanan, navenda tevgera ronakbîrê û çandê ya dewleta osmanî êdî roj bi roj teng dibe. ji her alyên tixûbên bêser û bêber ên osmanî, ji her milet û gelî, bi hezaran kes tên li sitembolê bi cîh dibin. sitembol, paytextê dewleta osmanî êdê ji kargerînendeyên dewletê re biçok tê. ew xwe davêjin cîhê havnigeh û seyrangehan. girav, bi av, pilaj, çem, robar, ger, hêşnahî, daristan, bax, baxçe, rez, gelî û girên xwe, bûne koşeyekî bihuştê. bi taybetî jî bîwkada. bîwkada, girava kulîlkane. sal donizdeh meh girav bi rengên gul, bineviş, şîlan, nîlufer, sosin, nêrgiz, qerenfîl, berbiro, gulale û beybûnê dixemle. rengek winda dibe, yekê no tê dewsê. bîwkada, girava rengên dewlemende. girav hemû zerya direngîne. roniştevanên giravê yên esasî, hema çi bigre hemû, masîvanin. ew adet û usulên hezar salan, ji dem û dewrên bîzansê, didomînin. ew ji zeryayê werdigrin û dîsan didnê.

bîwkada, girava tarîxê, bi qasê ko havîngehe, ew parêzgehe jî. ew, di nav zerya de, adet û usulên kevnare, li hember wext, dewr û dewranê diparêze.

xanyê ko sanîḧa xanim û lawên wê tê de ne, li kêleka avê, li ser kaşekê, ava bûye. wê pişta xwe daye girê îsa. li dora xênî darên sipîndar û bê hene. şaneşîneke fireh û dirêj a xênî heye. dora şaneşînê bi caxên textîn rapêçaye û ji şaneşînê hemû marmara bi rengê xwe yê yaqûdê li ber lingane. li herdu koşeyên şaneşînê du mêwên sitûr ên tirî hene. qurnên mêwan firehin û ta û çiqlên wan, mîna banekê, hemû jorî şaneşînê dagritye. mêw mîna holkekê, bi dûzan, taldeyekê dide şaneşînê. çaxa dinya germ û xweşe, şênyên xênî li wir rûdnin. sanîḧa xanim û lawên wê celadet û kamuran li wir, li ser cilên raxsitê roniştine. dinya çikironîye, danê sibê hêdî hêdî diqulpe ser danê êvarê. celadet ko pir zû mezin dibe, niha ketye heyama xwe ya pirsyaran. ew her tiştî merak dike, her tiştî dipirse, dixiwaze her tiştî bizanbe.

- yadê, ka kekê min sureya li koye? yadê, em çima narin cizîra bota? yadê, em çima li malê bi tirkî napeyvin? yadê, çima çavên bavê min carna kelgirê dibin? yadê, ez dikarim hilkişim ser vê darê û xwe jî bavêjim? yadê, leglega ko bebîş ḧîkmet anî, çû ko? yadê, çima mam û metên min evçend pirin?..

sanîḧa xanim jî hêdî hêdî bersîva wî dide. ne bi tenê sanîḧa xanim, lê emîn beg, caryên malê, ap û met jî bersîva pirsên celadet didin. pirs pirin, têra hemûyan dikin.

bêguman pirsên min nayên bîra min. piştî demek pir dirêj, bi alîkarya feylesofên almanê, ez hîn bûm ko pirs û pirsyar lehya ava zelale. lehî hertim, pihêt, diherke. ava zelal û paqij dibirqe. lê gava lehî bi kar were, ew hêjaye. gava merv bikarbe ji quwet, zelalî û paqjya wê destiketê bibe, ew giranbihaye. pirs jî, gava bersîv hebin, hêja ne. gava bersîv hebe, pirs dibin lehya ava zelal û diherke. ez bawerim ko yadê bîr bi vê yekê dibir. me jî çi jî biprisya, wê bi aramî û pir sakîn bersîva me dida. wê dixiwest pirsên me biqulpîne ser lehya ava zelal.

ew havîna ko tu niha beḧis dikî, mîna xewnekê tê bîra min. sûretên wê havînê li pey mij û dûmana umrekê dirêj û westyayî ne. lê paşê yadê ji min re, bi kitekit, gotbû; wê havînê ez derketbûm ser wê çardaxa ko tu beḧis dikî. min bi gotna xwe kirbû, ji ser çardaxê re jî min li marmarayê nihêrîbû. ez çiqas li wir mabûm, min li wir çi kirbû? kes bi vê yekê nizane. lê çaxa ez daketme jêr, ew bûyera ko hemû malê her qal dikir, diqewme; ez ji jêr ḧeta jor diqelşim. belê, te çewt nebhîst, ez diqelşim. gava ez xwe bera jêr didim. ez rastî koşeyekê tûj ê sitûna hesnî yê ko qurnê mêwê pê hatye girêdan, têm û ji nav şeqan ḧeta ber sîngî diqelşim. çîroka vê bûyerê ko şopên wê her û her li ser bedena min dyar bûn, dirêje. ez serê te نەێشینم, lê, li gora gotna yadê, ez ji mirnê xelas dibim, çend car, çend gavan ber bi alyê mirnê jî davêjim, lê bi dû re jî vedgerm. vegera min kêfa bav û dya min û hemû malbatê tîne. lê birînên min jî zêde dibin; li birînên serê min ko ji roja hatna dinê yadîgarê min bûne, birînên berizk, zik û bersîngî jî zêde dibin. wê havînê, li bîwkadayê, ez ji bêgavyê dibim hevalê cîh û nivînan. pirsyarên min jî hingê hîn pirtir dibin. pirs li ser pirs, gotin li ser gotin... yadêya reben... kî dizane wê ji ber pirsên min ên hîç û pûç çi kişandye û çiqas hewl daye ko wan biqulpîne ser lehyeke xurit, zelal û delal...

celadet û kamuran li herdu alyên sanîḧa xanmê roniştine. kamuran li ber çogê wêye. sinyeke fireh a zebeşekê sor ê hûrkirî li ber wane. sanîḧa xanim perçeyekê biçok dide kamuran, destê xwe yê din di ser porê wî re dibe û gotna xwe didomîne,

- cecoyê min, çavreşê min, ez li ber destê dapîra te û li mala bedirxanpaşazadeyan mezin bûm.

ez wan baş nas dikim. evîn û ḧesreta welatê kurdistanê bûye kozeke agir û ketye dilê wan. nemaze evîn û ḧesreta bavê we... ew lawê mîrê mezin bedirxan bege û îro jî meznê malbata mezin a bedirxan bege. jî gelek tişt tên xwestin.

celadet li dya xwe guhdarî dike û zebeşê ber xwe dixiwe. ew perçeyekê biçok dixe devê xwe û perçeyekê biçok jî, piştî ko dendikên wê jî derdixe, dide destê kamuran. kamuran perçe dixe nav lepê xwe û ew jî wê dide dya xwe. sanîḧa xanim û celadet dikenin. sanîḧa xanim serê kamuran maç dike û jî re dibêje;

- eferim kurê min, ji niha ve tu nîşan didî ko tu nevyê mîr bedirxan î. comerdya wî bi te re heye. eferim, kamoyê min, eferim. celadet hinekê din nezîkî dya xwe dibe û dîsan jî dipirse, - yadê, çavên min jî, mîna yên bavo, reşin? çima rîha wî heye û rîha min tune? yadê, tu dê ji min re ji kincên bavo bidî dirûn? kincên bavo pir sipehî ne...