1

bedirxanî; mîrên kurdan, xwedanşan, lê bindest
From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 16 minutes  536 views

ev fotograf di wan salan de ko êdî gotnên «ceco, cecoyê min» li ser lêvanin, tê kişandin. sal 1895, ji deman payze. li hemû kadkoyê du fotografkêşên hoste hene; tih. servans û r. xendaman. yê yekemîn cihû, yê duwemîn ermene. mîna her tiştê kadkoyê, fotografkêşî jî di destê endamên miletên têkel deye. fotograf û fotografkêşê, hem li sitembol û kadkoyê hem jî di nav hemû tixûbên dewleta osmanî de, nav û tiştên no ne. nav û tiştên no ko pir bala xelkê, lê bi taybetî jî pir bala giregir, dewlemend û paşayên dewleta osmanî dikşîne. berê lewḧe û wêne hebûn, niha jî fotograf. berê wênekêş û resam radhiştin pênûs û firçan û li ser kaxiz û cawan bi rojan, mehan, dixebtîn da ko resmek, wêneyek bînin pê. lê niha fotografkêş, bi alîkarya makîna xwe, di nav kêlyekê de, xebateke demeke dirêj tîne pê. merv, ro, çav, dev, nihêrîn, awir di nav bîskekê de direşin ser kaxzên taybetî yên sipî û dibin nemir.

fotograf nemryê direşîne ser kaxzan. fotograf reḧetyeke no, bi ryeke pir erzan, dide mervan. merv çi jî bike, çiqas hoste be jî, resim tu carî bi eslê xwe namîne. hin tişt, hin xêz, hin reng yan kêmin, yan jî zêde. lê fotograf, ev îmkana no, ne welêye; her tişt mîna eslê xweye. fotografkêş makîna xwe datîne ser sêpyê, kêlîkê ji çavka makînê, li kesê ko dixiwaze bibe nemir dinhêre, dibêje «dîqet» û pê li qumiçka makînê dike. ew kurte -dema ko fotografkêş pê li qumiçkê dike, êdî kurte -demeke ko tu carî ji bîr nabe; fotograf hatye kişandin, kopyek ji eslê wê hatye pê û ya girîng, ew kopye dê her û her bimîne. ne wext û herkîna wextî ne jî mêjî û kalbûna mêjî êdî dikare wê kurte -demê bide jibîrkirin. kopya ko eynî mîna eslê xweye, dê li ser dîwaran, di nav bêrîkan de, di nav kaxiz, defter û kitêban de bên parastin. merv dê car bi car, dem bi dem, li wan binhêre û kesê li ser fotografê bi bîr bîne. ew kes êdê ne windaye, bêdeng û bêzman be jî, ew her û her heye.

«fotograf û fotografkêşî şoreşeke yektaye.» r. xendamyan, fotografkêşê yekta yê kadkoyê li ser qerteke danasînê ya hunera xwe, bi firansizî, weha nivsye: şoreş... ew, ne neheqe. hem wî hem jî fotografkêşê din ê kadkoyê servans xwendina xwe li firansê, parîsê kirne. haya herduyan jî ji guherînên cîhanê, dîtnên no yên civakî û pêşketnên teknîkê heye. herdu jî baş pê dizanin ko dinya ketye nav heyameke no ya guherînên welê ko her yek bi serê xwe şoreşeke mezne. r. xendaman li parîsê hîn bûye ko fotograf di warê pêşketna mervahî û teknîkî de şoreşeke mezne. şoreşeke mezin li hember wext, herkîna wextî, dewr û tarîxê... fotografek ko îro tê kişandin, sibê û dusbê jî dimîne. fotografek ko li vir tê kişandin, li her alyê dinê nemrya xwe diparêze û didomîne. ji ber vê yekêye ko r. xendaman, li ser eynî qerta danasînê, weha didomîne; «ev şoreşa mezin a pêşketnê ko sala 1839 -an keşif bû, niha hatye nik me sitembol û kadkoyê. eger hûn dixiwazin, ev şoreşa li ser zimanan alîkarî li we û nasên we bike, kerem bikin... fotograf wê we bike nemir...»

sitembolî, bi taybetî jî kadkoyê hê no bîr bi nemryê û hunera fotografê dibin. ew yek bi yek, rêz bi rêz derin atolyên servans û r. xendaman û xwe dikin nemir. ew fotografên xwe nîşanî hev didin, wan mîna kitêbeke muqedes di paşlên xwe de vedşêrin û bi serbilindî, car bi car, li kopya xwe dinhêrin. şoreşa no xwe gîhandye sitembolê û pêl bi pêl fireh dibe. merv bi hêsanî dikare bibêje ko eger di destipêka salên 1890 -an de, li hemû kadkoyê, du kesên ko şixulê wan herî baş be hene, ew jî tihedore servans û rafa’êl xendamanin. belê, pêşnavê wan tihedore û rafa’êle. lê belê tu kes wan bi pêşnavê wan bi nav nake, ew misîw servans û xendamyanin. atolyên wan hertim tijî ne. paşa, zabit, dewlemend, nivîskar, rojnamevan, beg, jin, zarok, pîr û kal hemû tên, xwe didin hev, li hember makîna reş a ecêb rodnin, li qulka biçok dinhêrin û tiştekê pir no û xweş li jyana xwe zêde dikin; fotograf.

misîw servans û xendamyan hem hevalên hevin hem jî raqîbên hev. bala wan pir li ser xweşî, zelalî û dewlemendya fotografane. kî di van waran de bi ser keve, ew, bêşk dibe hoste û yekta. li gora gotnan û xweşî û meznahya atolyê û neqşên qertên fotografan, merv dikare bibêje ko r. xendaman hîn bêtir biserketîye. li pişta qertên herduyan jî hin neqiş û wêne hene. li pişta qertên servans, sitêrkeke şeşkoşe heye. sitêrk li herî jore. tîrêjên sitêrkê bi xetên xuya ber bi jêr dibin. tîrêjên ko ji zikê sitêrkê derdikevin, her ko dere ji hev vedqetin û navbera wan fireh dibe. ji nav tîrêjan nivîsarek bi tîpên ’erebî derdikeve. li vir bi tîpên ’erebê weha hatye nivsîn; fotografhane -ê t. servans-kadkoy. di binê vê nivîsarê de, îcar ji jêr ber bi jor, bi tîpên latînê weha hatye nivsîn; tih. servans, pihotografhe-cad-kewî. herçî qertên xendamanin, li pişta wan, berî her tiştî, du zarok dixiwîn. zarok li hember hevin. umrê wan, mîna celadet, lawê emîn beg, ne zêdeyê du salane. yek ji wan tazî, yê din bi pêşgîrekê xwe dipêçe. li ber zarokê tazî makîneyeke fotografê, li ser sêpyê, heye. destên zarok li ser sêpyê, çavê wî li ser qulka makînêye. ew ḧazrya kişandina fotografê dike. li hember wî jî, zarokê din, bi rokenê, li kamerayê dinhêre. kêfa vî zarokî pir li cîhe, wî pişta xwe daye sitûneke xweş a kevnar, bi destan herdu milên pêşgîrê girtye, pyên xwe di ser hev re birne û bi ken li hember dinhêre; sûretê wî dê, niha, li ser kaxzan derkeve, ew ê, di nav kêlîkê de bibe nemir. ev herdu zarok, bi hev re, wê kurte -dema ko şoreşa no dike nemir, dijîn. dor’alyê zarokan jî bi pel û gulan rapêçayî ye. li ser serê zarokan jî, bi tîpên ’erebê yên mezin, fotografhane -ê r. xendamyan-kadkoyê hatye nivsîn. îcar li ber lingên zarokan jî, bi tîpên mezin û neqşikirî yên latînî û bi firansizî futugrafî, rafa’îl xendamyan -cad-kewê hatye nivsîn.

ji van neqiş û nivîsaran jî baş dixuye ko r. xendamyan hîn bêtir hosteyê karê xweye. motîvên zarokan kêf û reḧetyekê didin, nivîsar xweş xuyane û neqşikirî ne, dor’alê ji bîr nebûye û lihevhatîye. di ser de jî r. xendamyan fotografên ko reş û sipis ne, bi pênûsne taybetî xweş reng dike. pêwendya r. xendamyan û romana bîra qederê li vir dest pê dike, r. xendamyan hem fotografkêşekê hosteye, hem jî ew dostê malbata bedirxanyane. ji mêj veye ko pêwendya bedirxanyan bi ermenan re xurte. bedirxanî ermenan mîna cîran û pismamên xwe dibînin. li hember ermenan, ew xwedyê germahyeke boşin. kadkoy, warê miletên têkel, niha bûye sitarya kurdan û ermenan jî. li wir bi qasê kurdan, ermen jî hene.

mala r. xendamyan nêzîkî qonaẍa mamê celadet ’elî şamîl paşaye. ew qata yekemîn wekê atolye û herdu qatên din ên xênî jî wekî mal bi kar tîne. fotografa duwemîn a romana bîra qederê ji destê r. xendamyan derketye. wî ew kişandye. fikira kişandina vê fotografê jî, dîsan, ya wîye. mîr bedirxan ko binemala bedirxanyan navê xwe jî digirin, hem li sitembolê, hem jî di nav tixûbên fireh ên dewleta osmanî de navdare. ew bi gotin, jyan, kirin, serpêhatî û serhildana xwe tê nasîn. li ser wî çîrok hatne gotin, sitran çêbûne, pesin lêbûne. difin û bîfla wî, enî û porê wî, dev û lêvên wî, poz û çengê wî, çav û birûyên wî, bal û bejna wî bûne rêzkên gewher ên dengibêj û çîrokbêjan. lê belê, ne resim û wêneyek ne jî lewḧe û bergehek jî maye. kesê bîr nebrye û lewḧeyeke wî çênekirye. kesê di salên 1850-60 -an de fotografeke wî nekşandye. ew bi tenê bûye lehengekê navdar ê serpêhatî û destanan... ji herkesê bêtir jî r.

xendamyan, ji ber karê xwe, bîr bi vê kêmanyê dibe û li ber vê kêmanyê dikeve. loma, ew car bi car ji law û keçên mîr bedirxan re, beḧsa vê kêmanyê dike. loma jî law û keçên mîr bedirxan, hema çi bigre her roj, derin nik cîranê xwe r. xendaman û kêmanya ko li pey bavê wan maye, bi sûretên xwe dadgirin. li pey bavê wan tu sûret û wêne neman, lê qet nebe, bila ew bê sûret û wêne nerin...

fotografa duwemîn a romana bîra qederê yek ji wan fotografane ko hingê, li ba r. xendamyan tê kişandin. li ser fotografê du kes, jinek û mêrek, hene; emîn alî bedirxan û jina wî sanîḧa xanim. yanê bav û dya celadet. di wê kurte -dema ko ev fotograf tê kişandin de, gelo emîn beg û sanîḧa xanim çi difkirin, çi dijîn, çi ḧis dikin, çi dibêjin? bêgumane ko tu gotin, bi çi awayê dibe bila bibe, nikare wê kurte -demê ji no ve vejîne. ro û sûret, bi alîkarya kamera fotografê, ji no ve, eynî mîna eslê xwe, tê vejandin. lê ne ḧis û jyana ko mîna lehyekê diherke... digel vê hindê, fotografên bêzar û bêzman dikarin alîkarî li taswîr û salxdana ḧis û jyanê jî bikin. di fotografa emîn beg û sanîḧa xanmê de tiştê ko berî her tiştî bala mervan dikşîne, çavên wanin; du cot çavên reş, mezin, germ ko dikenin. merv li ser royê wan ken nabîne, ro bi qasê xwe cîddê ne.

lê çavên germ dikenin. keneke kîbar, ne boq, lê bi pîvan. merv dikare ji vê kenê derxe ko hem emîn beg hem jî jina wî ziravbhîstyar û diltenkin. ew bi xwe bawer û têghîştê ne. ew ji jyanê ḧez dikin, lê bîr bi zeḧmetyên wê jî dibin.

di wênê de tiştê duwemîn ko hema bala mervan dikşîne, destên wanin. herduyan jî destên xwe, bi awayekê serbest, danîne ser çogên xwe. ew li ser du kursyan roniştine. pişta wan rast, sîng û royê wan li pêşe. emîn beg serê xwe jî hinekê hildaye. di destê rastê yê emîn beg de tomareke kaxiz heye. wî herdu destên xwe jî kirne mîna gurimist û ew anîne ser herdu çogên xwe. sanîḧa xanmê jî kêm, zêde, bi vî awayî, destên xwe danîne ser çogên xwe. di destên sanîḧa xanmê de cotek lepkên reş hene û di destê wê yê çepê de jî desmaleke sipî heye. merv dikare bibeje ko tiştê sipî yê hemû fotografê, ev destimale. ji awayê roniştin û danîna destan, merv têdgihê ko emîn beg û jina wî hînî fotografkêşanê nebûne. bi gotna r. xendamyan, ew hê baş nebûne fotojenîk. lê belê, ev awayê roniştinê, di eynî wextî de nîşan dide ko hurmet û giramê, rêz û rêzdarê, ji bo wan, qa’deyên esasî yên jyanê ne. li sitembolê, di nav osmanî û girgirên wan de adete, gava merv bixiwaze bi hurmet û rêzdarê rone û vê yekê nîşan bide, hingê merv destên xwe, bi usul, datîne ser çogên xwe û rodne. ji wênê jî baş dixuye, emîn begê ko bi terbya rêz û rêzdarî, qedir û qîmet rabûye, bi hurmet jî dijî.

cil û bergên herduyan jî reşin. li ser emîn beg taxmeke kincên reş hene. qumiçkên çakêtê wî ḧeta beristû girtî ne. li beristû kiravatek dixuye. kincên ko emîn beg li xwe kirne, ne ew kincin ko herkes dikare li xwe bike. ew buha ne û bi tenê kesên ko ḧal û wextên wan di cîh de ne û pêwendya wan û saraya osmanî heye dikarin li xwe bikin. çaxa r. xendamyan, fotografkêşê bîrbir, dibêje, «ji kincan merv dikare derxe ka ew kes ji kîjan alyê civata rengîn a osmanîye», ew ne neheqe. kinc, nîşana çîn, kom û gelên civata osmanî ne. li ser serê emîn beg jî kumekî ko osmanî jî re dibêjin fes heye. ev fes jî baş li kincan hatye û hîn xweştir nîşan dide ka emîn beg kîye.

cil û bergên sanîḧa xanmê jî, ji serî ḧeta lingan, reşin. fîstanekê dirêj û reş ko ḧeta lingan tê, lêye. jorê fîstan bi sermaleke dirêj ê reş ve hatye pêçandin. sermal ji serî ḧeta ber çogan tê û hemû sitû, mil û pê vedgire. di binê sermalê de jî, dîsan reş, dolbendek heye ko ser û porê sanîḧa xanmê baş radpêçe. lepkên reş, reşahya wênê temam dike. merv ji reşahî û pêçandinê fahim dike ko sanîḧa xanim dilpak, ḧezkira mala xwe, sade û dîndare. di nav sermal û dolbendê re, tayeke porê wê yan jî ya cênkê wê naxuyê. bi tenê royê wê yê gulover, mîna heyveronê, dibirqe. çavên wê yên reş, di bin bijangan re, li hember dinhêrin û bi germahyeke xweş dikenin. gumên wê mezin û guloverin. pozê wê, li gora pozê bedirxanyan, pahnitire. devê wê fireh, lê lêv girtî ne. lêv, ne lêvên kesê ko pir dipeyve, ne. sanîḧa xanim li kêleka mêrê xwe, bi giranî, bêdeng, çavbiken, porgirtî, rûvekirî, ronşitye. sanîḧa xanim, alîgir û piştigra emîn beg, dilsoza mala bedirxanyan, bi aramî û bawerî, li kamerayê dinhêre.

herçî emîn bege, ew jî, bi bawerî û çavkenê, li kamerayê dinhêre. lê di nihêrîna wî de tiştekê zêde heye; serberzî û asalet. wî serê xwe hinekê ber bi jor kirye û li makîna fotografê dinhêre. ew ji jor ve li hember xwe dinhêre. wî di wê kurte -dema kişandina fotografê de jî ji bîr nekirye ko ew, lawê mîr bedirxane, lawê serokê mîrekya cizîra botan û rêberê welatê kurdistanêye. ji nêrîna wî dixuye ko ew xwedyê berpirsyaryên mezin û zeḧmete. nerîna wî, nerîna serok û rêberane. kaxzên di destan de jî nîşan dide ko ew mervê heyama xweye, ne paşdemayî, lê pêşketîye. ew bîr bi guherînên mezin ên civakî yên cîhanê dibe û bala wî li ser şoreşên teknîkîye. heye ko loma ew di vê fotografa duwemîn a romana bîra qederê de dibe pardarê şoreşa ko r. xendamyan di qertên xwe de beḧis dike. di welatê osmanyan de zû bi zû merv rastê kesan nayê ko di destê wan de kaxiz hene. bi tenê komeke biçok a civata osmanî bi karên kaxiz, xwendin û nivsînê rabûne. ronakbîrî, lebatên çandê, edebê, hunerê û felsefê, bi tenê karê komekêye.

komek ko di bin tesîra pêşketnên awrupayê de maye û bi awrupê re di nav pêwendyeke xurit deye.

kaxzên ko di destê emîn begê de ne, nîşan didin ko emîn beg jî mensûbê koma bijarteye.

royê emîn beg, li gora royê sanîḧa xanmê, dirêjtire. poz, pozê mîr bedirxane; pozê beranan. rya wî ko êdî sipî dike, xweşyeke taybetî dide royê wî. rî hem asaleta nêrînê temam dike hem jî germahya çavan dineqşîne. lê belê, di fotografê de cîhê hema bala mervan dikşîne, çavin. merv pêşî li çavan dinhêre, paşî çavên xwe li ser ro, beden û kincan digerîne û bi do re dîsan li çavan vedgere. çav, navenda fotografê ne. çav mezin û vekirî ne; ew mîna du libên sitûr ên tirya reş dibirqin. li ser çavan ken û germahyeke însanî dixuye. lê ne bi tenê evçend, tevê ken û germahyê, êş û nermahyeke şexsî jî dixuye. çav dipeyvin û saloxdana ḧis û jyana emîn beg dikin. ew êş û nermahya şexsî ko li ser çavan dixiwîn, du sitûnên jyana emîn begin. wê çavên xwe bi wan vekirne û bi wan dijî. wî çavên xwe li welatekê ẍerîb, li sirgûnê vekirin. sal, 1851 bû. sal, xedar û dijwar bû; bi ser têkçûna serhildana bavê wî mîr bedirxan re, bi tenê pênc sal derbas bûbûn. bi do têkçûna serhildanê re, bavê wî, dê û dêmaryên wî, mam û metên wî, kek û etên wî, hemû kesên malbata mîr bedirxan, zaro û zêç, kal û pîr, ji welatê cizîra botanê hatin bidûrxistin. royê wan ber bi welatên nenas û ẍerîb hate zivrîn. mîr bedirxanî ko ji bo heyîn û hebûna welatê xwe serî hildabû ji welatê xwe bûbû. ew pêşî li sitembolê hatin bicîhkirin, paşê jî mîr bedirxan sirgûnî girava girîtê bû, dan û sitandina wî bi hemû dinê re hate birîn û vegera wî ya welêt hate qedexekirin. emîn beg, lawê mîrê kurdan, çavên xwe, rojek ji rojên zivistana zerya sipî ya bi ba û baran, ji welatê bav û kalan pir bi dûr, li girava tenê û bêkes, li dinyayê vekir. ẍerîbya welatên nenas û ḧesreta welatê bav û kalan ji roja bûynê ve mohra xwe li jyana wî xist. jyana wî bi ẍerîbî û ḧesretî hate rapêçandin. ew êş û nermahya ko li ser çavanin, merv dikare bibêje, ẍerîbî û ḧesrete.