6

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 5 minutes  495 views

mo pîkulu, mo pîkulu. cêrî, roşen xanim, melek xanim, caryên din li ser serê zarokin û wî dişon. hêdî hêdî, bi dîqet. wan zarok anîne hundir, mitbexê. tiştê nebûynê qewmye; zarok dijî. ew di nav xwînê deye û hê jî ji serê wî xwîn tê. lê ew dijî. di pêveçûna jyan û mirnê de, jyan bi ser ketye. li qonaẍa bedrî paşa, di roja no ya biharê de, bêdengya mirnê, bi carekê, qulpye ser dengên jyanê. sanîḧa xanma ko ji mirnê xelas bûye, niha dibhîse ko lawê wê jî ji mirnê xelas bûye. bask nînin ko ew pê bifre. «yarebî, şukir, şukir ji te re. heke tu nekujî, nakujî», ew dibêje. ew nikare ji cîhê xwe bilve û dakeve jêr, lê ji cêrî dixiwaze ko ew werin û her gav xeberên lawê wê jî re bibêjin. kêf, kêfa roşen xanmêye, jî re payan nîne. di vî umrî de, wê dê ev roj û ev ecêb jî bidîtna! berê niha bi demeke kurt, ew bi keserkûrê çûbû oda razanê û ketbû nav cîhê xwe yê ko li ’erdê raxsitî bû. wê dê zarokê mirî bişuşta, kefenê sipî lê rapêça, li serî bixiwenda û ew bikira nav gorê û axa reş li serî bireşanda. lê niha zarok hatye, ji mirnê vegeryaye û hatye. perda reş a mirnê rabûye. di roja ronî de, jyana ronî dest pê kirye.

roşen xanma ko umrê wê li ser 80 salane, lê hê jî li ser xweye û di tevgerên xwe de xurte, bi hêdîka, bi xawlyeke sipî ya şil, xwîna zarok jî paqij dike. zarok digrî, qîreqîr dike û xwe dilvîne. bedena wî, li gora zarokekê nûbûyî, mezne û bejna wî jî dirêjtire. roşen xanim royê zarok paqij dike. ro hêdî hêdî derdikeve holê. porê wî reş, birûyên wê geş, royê wê gilovere.

li vê pozê, li vê difnê fekirin, roşen xanim bi ken dibêje. poz, mîna pozê beranane. xwedê sitar bike. enî, mîna enya çyayê herekolêye. xwedê bihêle, ew tevde li bapîrê xwe reḧmetî bedirxan beg çûye, tevde kalke.

min dapîra xwe roşen xanim, bi gotna te «sitûna malbata bedirxanyan», hezar mixabin, nas nekir. bîr û hafza merv ḧeta katekêye. piştî wê êdî perda nezanî yê ye. ḧeta katekê, zaroktya min tê bîra min. lê, ne dapîra min. bi dû bûyna min re ew dîsan vedgere şamê, nik keçên xwe û li wir jî dere reḧmetê. wê li kêleka mêrê wê mîr bedirxan defin dikin... (jixiwe li gora gotnan, gava ez têm dinê, ew bi mêvanî ji şamê hatye sitembolê û demek jî ji bo min li sitembolê maye.)

tu dizanî, di jîna ẍerîb de, merv hene ko çê yî yeke mezin li te kirne û mohra xwe li jîna te xistine. lê tu wan nas nakî. tu dikî, nakî, tu nikarî xwe bi wan bighînî û wan binasî û bi awayekê ji bin çê yî ya wan derkevî. tu bi wan dizanî, li wan difkirî, lê nikarî wan bibînî. çê yî ya wan dibe ḧesreteke xedar û bi canê te dikeve. ḧesret gav bi gav te, bedena te, can û ruhê te, mêjî û dilê te vedgire. ḧesreta dîtna dapîra min jî, ḧesreteke weha bû; wê ez vegirtibûm. di her gava no ya jîna min de, wê ḧesretê rya min li ber min rast dikir. min li gora wê gav davêt. bav û dya min, mam û metên min bi dirêjî beḧsa wê û zimanê wê yê şêrîn dikirin. li gora wan, tu kes mîna dapîra min xweş û zelal bi zimanê kurdî nepeyvye. eger ez paşê bi xurtê li ser zimanê kurdî hûr bûme û min bi kurdî nivsye, bawer bike, tê de para ḧesreta dîtna dapîra min pire.

roşen xanim zarok baş dişo, xweş dipêçe, serê wî yê birîndar girê dide û wî bi carya îtalî re dişîne cem dya zarok sanîḧa xanmê.

- firansê, lêwik bibe nik dya wî, bila ew şîr bidyê. çavreşê min birçîye, ew dibêje û tevê melek xanmê vedgere salonê.

emîn beg û birayê wî yê biçok murat li salonê ronîştine. cixare di destan de, royê emîn beg dikene. gava ew roşen xanmê dibîne, radbe ser pyan û ber bi wê dere.

- yadê, çavê me ronî, lingê te bi xêr hat, lawik jî xelas bû, ew dibêje.

- emînê min, tu lêwik bibînê, paryekê şekire; çavreş, pozberan, enîvekirîye. ew eynê bavê te reḧmetê bedirxan bege.

- yadê, helbet lawê min ê li bapîrê xwe were. celadetê min nevyê mîr bedirxane. ew ê dewsa bapîrê xwe bigre.

- te got çi?

roşen xanim, bi ḧeyrî, ji emîn beg dipirse. ji ber ko wê tu carî ev nav nebhîstye. navê ko dê hertim di romana bîra qederê de derbas bibe, cara yekemîn, hingê bi ziman dibe.

- celadet, yadê. navê nevyê te dê celadet be. yanê xurtî û bawerî. yanê li hember meznahî û serdestyê xwe ragirtin... ji mêj ve bû ko min navê wî danîbû. ew li welatê ẍerîbyê hatye dinê, lê nevyê mîr bedirxan wê bibe tîmsala xurtî û bawerya bapîrê xwe. tu bi vê bawer be, yadê.

- cedad, cedet... ceced... te got çi, navê wî çi bû?

roşen xanim nikare navê lêwik bi lêv ke. emîn beg bi destê roşen xanmê digre û wê dibe li ser kursyekê dide roniştin. ew destê xwe dibe rya xwe, pê dilîze û bi ken dibêje, - yadê tu pir westyayî, hinekê bîhna xwe veke û... celadet, yadê, celadet.

- cela... na, ez nikarim bibêjim, zimanê min lê nagere. ḧeyra ez ê jî re bibêjim ceco. cecoyê min...