3

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 7 minutes  589 views

ev çi ḧale!.. eger weha here, sanîḧa xanim wê bimre. danê êvarê bû êvar, êvar qulpê ser şevê, şev ber bi berbangê dihere, lê hê jî zarok nehat dinê. êşên sanîḧa xanmê pir zêde bûne. êş pêl bi pêl tên. nalenala sanîḧa xanmêye, ji şerma nikare biqîre jî. ew bi tenê kûr - kûr dinale. roşen xanim, dya bedrî paşa û emîn beg, du jinên bedrî paşa û hin jinên din jê li ser sanîḧa xanmê ne. her yek, ji alyekê ve, dixiwaze alîkarî bike. roşen xanma porispî û xwedantecrube dike, nake, nikare serê zarok ji bedena dê derxe.

- min evçend alîkarî li jinên me kirne, lê tu carî ecêbeke weha nedîtye, ew dibêje... li gora vê êşê û vebûna bedenê divya zarok ji zûve bihata. serê dixuye, lê ber bi jêr nabe. ev çi ḧale? tirsa min ew tirse ko sanîḧa min here. çareyek divê, çareyek divê...

çare çye? mêr, bedrî paşa, emîn beg û çend birayên wan ên din, di salona fireh de, li qatê jêrin û li benda xebera xêrê ne. lawê emîn beg, sureya ko no ketye sala xwe ya dehan, ḧeta berî niha bi bîskekê jî, li kêleka bavê xwe, li ’erdê roniştibû û li hêvya hatna bira yan jî xuşka xwe bû. lê gava çavên wî giran bûbûn, xizmetkareke malê ew birbû jor û xistibû xew.

emîn beg wê dîsan bibûya bav. lawekê wî hebû; sureya. dya sureya zû wefat kirbû. sureya hê nebûbû du salî, dya wî bi nexweşya seretanê ketbû û di demeke kurt de wefat kirbû. du mehên dawîn ên nexweşya wê emîn alî beg gelekê êşandibû. dya sureya ko emîn alî begê jê ewçend ḧez dikir, li ber çavên hemûyan, bi êş û janeke mezin, vedmirî û dimir. ne emîn alî begê, ne jî kesekê din, nikarîbûn tu tiştî bikin. di rojên dawyê de, dya sureya bi qasî mistekê mabû. u gava wê wefat kir, emîn alî beg bi rojan li şîna wê ronişt, bi mehan pê êşya û di şevên tarî yên zivistana kadkuyê de, bi dizî, ji bo delala xwe girya. dya sureya jineke bedew a çerkez û ji malbateke navdar a arîstokiratên osmanyan bû. ew, evîna yekemîn a emîn alî begê bû. wan hê di xortyê de hevûdu nas kirbûn. di nav daristan û bexçeyên moda de, ew pêşî ji dûr ve, bi çavan peyvîbûn, paşê jî dest di destan de. hingê mirin tu carî nedhat bîra wan. piştî zewacê lawekê wan ê mîna topa zêr jî çêbûbû. pêşerojê tiştên no, xweş û serfiraz we’dî wan dikir. lê di wê dema ko ne mumkin bû ko wan bîr bi mirnê bibrana, mirin hatbû...

bi do mirna yara wî ya dil û can re, emîn ayl beg dil tunebo ko bizewcya. lê lawê mîrê gorbihuşt ê kurdan bedirxan, yek ji serokên herî girîng ên kurdan wê çawan mala xwe bê jin bihîşta? niha lawê wî jî hebo, na, nedbo... xuşkên wî melek, ayşe û sarye û bi taybetî jî dapîra wan hemoyan řoşen xanim ketin qirka wî da ko ew bizewce. dîsan zewac... bi kê re û çawan? lê li ser gotin û îsrarên «jinên malê», ew hêdî hêdî dîsan ket ser rya zewacê. îcar jî dîsan bi yeke gelekê nas re; sanîḧa. sanîḧa ko li ber destê dya wî mezin bûbû û ji dya wî re caryetî dikir. sanîḧa ko mîna çilkeke zêr û dilopeke av bo. sanîḧa ko dilê wê nerim, heşê wê xurit û wîcdanê wê tam bo.

[her çi tişt û kesê xweş û rinde, ew muqedese. ev, yek ji qa’deyên min ên jînê bo. xweşahî, sipehîtî û بەدەۆ divê felsefa jînê be. u xweşî û rindî divê bi xweşî û rindî bête zimên... eger ez weha difkirîm û dijyam, ez bawerim, tê de tesîra dya min pir bo. dya min abîda xweşî û rindîy bû ko bi gotnan naye saloxdan. ew jî mîna dêmarya min a reḧmetê ko min nedît, çerkez bû. lê tiştekê dya min ji dêmarya min zêde bû; dya min bi kurdî jî dizanîbû û li malê bi kurdî dipeyvî û ez vê yekê jî bibêjim; kurdya dya min ne kêmî kurdya metên min û dapîra min bû. herwekî tu jî dizanî, bedewya çerkezan bi nav û denge. ew hemû bedewê hatbû û li ser rûyê dya min diçrûsî. di jînê de, merv rastî gelek rûyan dibe. piranya wan ji bîr dibin, lê hinên wan di bîr û heşê merv de, her û her, dimînin. rûyê dya min, yek ji wan rûyan bû ko mîna sya merv, hertim, bi mervan re bû. rûyekê gulover, sipî, xweş lihevhatî û bihîstyar...]

lê niha ḧalê sanîḧayê ne tu hale. jî re çare divê... řoşen xanim ji derencên textîn û neqşikirî ko di navbera herdu qatên qonaẍê de ne, hêdî hêdî peyayê jêr bûye û niha li salona mezin a qonaẍê, li nik «mêran» e. mêr divê çareyekê bibînin. çavên mêran bi endîşe û meraq li řoşen xanmê dinhêrin. gelo çi bû, çima zarok nayê, digel ko evçend wext derbas bû? řoşen xanma westyayî û bêxew napeyve, bi tenê bi çavan li civatê mêze dike û dîsan bi çavan bang li bedrî paşa dike. herdu bi hev re, řoşen xanim li pêşî, bedrî paşa li paşî, derbasê mitbaxa mezin û fireh a kêlekê dibin. maseyeke xwarnê ya dirêj û li doralê jî donizde kursyên roniştinê, li alyekî mitbexê ne. mase û kursî ji darê gûzan çêbûne û rengê wan, rengê qahwêye. řoşen xanim destê bedrî paşa digre û bi hev re derin li ser herdu kursyên li koşa masê rûdnin. sitêrk, ji pencereyên fireh ên mitbexê, ronahîyeke qels direşînin hundirê mitbexê.

- yadê, ev çi ḧale, xêre? çima zarok weha bi derengî ket? bedrî paşa dipirse.

- kurê min, min ḧeta niha pîrkya bi dehan zarokên malê kirye, lê min ecêbeke weha nedîtye. ji êvarê deye ko zarok nayê xwar. em dikin nakin, nikarin zarok bikşînin. heke hinekê din weha dewam bike, em ê sanîḧa reben winda bikin... divê doxtorek were û alîkarî bike. wekî din çare nîne. min nexwest ji emînê xwe re bibêjim. heke min jî re bigota, wê ê bigota na. tu jî re bibêje û wî ji bo doxtor îkna bike. hûn çi dikin bikin, zû doxtorek bînin.

- yadê, di vê nîvê şevê de, em ê doxtor ji ko bibînin. tu dizanî, em ji bajêr gelekê dûrin.

řoşen xanim gotna dawîn, bi dengekê sar û qetî, dibêje; - lawê min, ma heke çare hebûya, min doxtor dixiwest? raste, em ji bajêr gelekê dûrin, lê ’erebe li ber derîye, ji seysê xwe re bibêje, bila ew hespan bîne û bi ’erebîve girê bide... hûn divê xwe bi doxtorekê bighînin.