4

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 6 minutes  459 views

me xwe bi doxtor esad paşa gîhand. xwedê jî razî be, wî yeka me nekir dudo.

gava bedrî paşa û bijîşk esad paşa dikevin hundir, alyê salonê, bedrî paşa weha dibêje. emîn beg û kesên din jî radbin û xêrhatnê li esad paşa dikin:

«.Hoş geldinz, buyurun oturun»

ew kursyeke fireh a roniştinê didin esad paşa. lê esad paşa rûnane, destê xwe yê rastê davêje rya xwe ya dirêj û sipî, li dora xwe û li bedrî paşa û emîn beg dinhêre û bi ken dibêje,

Hayir, oturmayayim Sağolun.Elbette Bedri Paşa ve sizleri kiramazdim ...Ancak bildiğiniz gibi, ben göz tabîbiyim. Ama elimden geleni yapacağim

esad paşa ko bi eslê xwe arnawde, tevî mal, zarok û nevyên xwe, li kadkuyê, modayê rûdne. piştî ko seys hesp û ’erebe ḧazir kirbû û deryê ’erebê vekirbû, bedrî paşa, birayê xwe yê herî biçok murat jî girtibû ba xwe û ew bi hev re çûbûn mala esad paşa. esad paşa ne bijîşkê zarokan bû ne jî aletên wî yên bijîşkya zarokan hebû. lê wî tikaya bedrî paşa venegerandibû. ew bi hev re pêşî çûbûn nexweşxana haydarpaşayê da ko hin alet û firaq werbigrin û bi dû re jî, bi lez, hatbûn malê.

?Hemen işe koyulalim ...Hastamiz nerede

bi van gotnên esad paşa re, řoşen xanim rê nîşanî wî dide û ew bi hev re derdikevin qata jor, odeya sanîḧa xanmê. jinên ko li odê ne, xwe didin alî. textê razanê ko sanîḧa xanim li sere, li ber pencereyekêye. li herdu alyên text du maseyên dirêj ên text hene ko ji herdu alyan ve xwe bi dîwêr dighînin. li ser wan jî du çirayên mezin vêketîne. li ser dîwarê kêlekê lewḧeyeke mezin heye û tê de bi destinvîseke gelekî bedew, bi ’erebî, bismîlahî reḧmanî reḧîm hatye nivsîn. destinvîs neqşikirîye û dyare ko ew ji destê xetatekê hoste derketye... esad paşa tê ser sanîḧa xanmê û lê dinhêre. çavên wê girtî ne. diranên wê yên jorîn li ser lêva wê ya jêrînin û ew gez kirye. rûyê wê yê sipî yekcar bûye mîna xwelî û jî êş û jan dixuye. bi tenê ji xwîdana ser enî, merv fahim dike ko sanîḧa xanim dijî. esad paşa destê xwe dide ser enîya wê. enî, mîna cemedê, sare. esad paşa, bi destê xwe, bi zeḧmetî, çavê semîha xanmê vedke. hingê, ji nişkê ve, bedena wê, mîna ko ew ketbe ber zelzeleyekê, pihêt diheje û nalîneke kûr pê dikeve. pêlên hejînê li pey hev û pir xurit tên. esad paşa, bi carekê, li řoşen xanmê û jinan vedgere:

...Çabuk, çok çabuk, sıcak su, bez vesaire getirin , Çabuk

jin, hema bi lez, jî re du misîn ava germ, satleke ava sar, leganeke mezin, hin pêşgîr tînin. ew bi lez destên xwe duşo û dîsan dere ser sanîḧa xanmê.

[feylesofan weha gotye; rû, ruh û gyanê bedenêye. tiştê ko merv li ser rû dibîne, ḧaletê ruhya bedenêye. rû, nîşana fikir, hizir, pejin, ḧîs, gumanên dil û mêjîye. tu dikarî van hemûyan li ser rûyekê bibînî û bixiwînî. ma me kurdan jî weha negotye; li rû binhêre, mervê xwe binase.

di destê wê sibê de, li ser royê dya min sanîḧa xanmê jî mirin hebû. bi tenê mirin. mirnê hê hingê mohra xwe lê xistibû. ew êş, jan û zeḧmetya berbanga wê sibê hem nîşana jîneke no hem jî ya mirnê bû. di berbanga sibeheke bihara 1893 -an de, jîn û mirin ketbûn nav hev. tu kesê nikarîbû ew ji hevûdu veqetandina. cezbê mirnê bi ser herkesê de hatbû. kesê nikarbû tovên jyanê tê de bidîta...]

çaxa dunya ronî dibe û tav bi tîrêjên xwe yên pêşîn mizgîna rojeke no dike, esad paşa, řoşen xanim, melek xanim û du carye ji derencên qata jor peya dibin. di hembêza caryekê de, di nav pêşgîreke sipî de tiştek heye. pêşgîr di nav xwîna sor deye. esad paşa, roşen xanim û melek xanim ber bi salonê, herdu carye jî ber bi deryê derve derin.

gava esad paşa û yên pê re dikevin salonê, bedrî paşa û emîn beg ji kursyên xwe radbin. ji kesê deng dernakeve. bira û birazyên din hemû çûne, li salonê bi tenê bedrî paşa û birayê wî emîn beg mane. yên no hatîn jî li kursyên kêlekan rodnin. hemû westyayî ne, ji royên wan xemgînî dixuye.

.Aci kahveniz var mi? Sabah sabah aci kahve iyi gelir

esad paşa qahwa tahil dixiwaze. di destipêka sibê de, qahwa tahil baş û xweşe, ew dibêje. xeberên wî hem xweş, hem nexweşin. emîn beg, destê wî li ser rya wî, bi hizir li esad paşa guhdarî dike.

Samîha Hanimi güç bela kurtardik. Ancak çocuğu kurtaramadik. Hacmi çok büyüktü.Zorla ana karnindan çikardik. Çok zor oldu. Ölüdoğdu...

roşen xanim gotna esad paşa didomîne. senîḧa, senîḧa delal û reben, di nav hêlekana mirin û jînê de çend caran çûye û hatye. wan bawer nekirbûn ko ew ê xelas bibûya, şikur ji xwedê re ko ew xelas bûye. herçî zaroke, wê hê zarokekî ewçend mezin nedîtbû û zarok kurekî qerqaşî bû.

emîn beg bi tenê li wan guhdarî dike û difkire. ew çi bibêje û hiş bike? sanîḧa ji mirnê xelas bûye. lê lawê wî mirye. wî navê lêwik jî ḧazir kirbû. eger zarok kur bûya, navê wî dê celadet bûya, na eger ew keç bûya, navê wê dê mezyet bûya. lê ew çibke?.. mirin û jyan bi hev re hatbûn.